Ji hevserokên DBP’ê peyama Cejna Remezanê

Hevserokên DBP’ê Sebahat Tûncel û Kamûran Yuksek peyam dan û got, “hêvî dikin ku Cejna Remezanê di serî de ji bo gelê Kurdistan û Rojhilata Navîn, bibe wesîleya aramî û şadiyê.”

Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk Sabahat Tûncel û Kamûran Yuksek bi boneya Cejna Remezanê bi peyemeke nivîskî diyar kirin ku cejn, aştiyeke gelemperî li hemû jîngehên xweser ên xwerêveberiyê vediguheze û piştgiriyê xurt dike, hemû civak bi awayekî kolektîf û hevpar pîrozbahiyan dikin.

Di peyama DBP’ê de hat destnîşankirin ku gelên Rojhilata Navîn cejnê di nava şer, qetlîam û koçberiyê de pêşwazî dikin û wiha got: “AKP’ê jî li hember gelê Kurd ev polîtîka derxistiye asta herî jor; bajar, mal, gund şewitandin, bi şewitandin û hilweşînê bi hezaran mirov neçarî koçberiyê kirin.”

Di peyamê de ev îfade hatin bikaranîn:

“Di cejna Remezanê de gelê me li navçeyên ku têkoşîna berxwedanê hatin kirin piştgiriyê xurt dikin, li dijî zilm û neheqiyê hêviyên jiyanê ji nû ve dafirînin. Em kesên ku di têkoşîna berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.

Em di zananbûna berpirsyariyên têkoşîna hevpar, demokrasî û azadiyê de ne. Gelê me bi hesreta jiyana demokratîk û azadîxwaz têkoşînê mezin dike. Em Cejna Remezanê bi hestên xwe yên herî paqij li gelê xwe û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin.”