'Kongreya Neteweyî ji bo azadiya gelê Kurd ferz e'

Endama Koordînasyona KJK'ê Emîne Erciyes bal kişand ser girîngiya Kongreya Neteweyî ji bo azadiya Kurdan û destnîşan kir, Kurdan kengî ev parçebûn ji nava xwe rakirin û têkoşîneke hevpar meşandin, wê hingî azad bibin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Emîne Erciyes bal kişand ser girîngiya Kongreya Neteweyî ji bo azadiya Kurdan û destnîşan kir, Kurdan kengî ev parçebûn ji nava xwe rakirin û têkoşîneke hevpar meşandin, wê hingî azad bibin.

Erciyes bû mêvana bernameya Polîtîk Alan a MedNûçeyê û mijarên Kongreya Neteweyî, rewşa li Rojava û êrîşên dewleta Tirk ên li Licê nirxand.

AZADBÛNA YEK PARÇEYÎ BI TENA SERÊ XWE, NÎVCO YE

Endama Koordînasyona KJK'ê Erciyes da zanîn, Kurdistan tevî bi çar parçeyan hatiye parçekirin, ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve jî parçe bûye û anî ziman, ev yek bûye parçeyek ji polîtîkaya parçe bike-bi rê ve bibe. Erciyes diyar kir, Kurdan kengî ev parçebûn ji nava xwe rakirin, wê hingî karibin azad bibin û destnîşan kir, weke tevgera jinê ew bi mîsyona pêşengiya ji vê yekê re tevdigerin.

Erciyes bang li hemû jinên Kurdistanî û jinên Kurd kir û got, "Azadiya Kurdistanê bi yekîtiya neteweyî dibe. Heta ku rewşa parçebûyî hebe, azadiya parçeyekî bi tena serê xwe wê nîvco mayî be. Wê her tim bibe hedef. Lewma, divê jin ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî têbikoşin."

DAXUYANIYÊN MÎSTÛRA NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ FEDERASYONA BAKURÊ SÛRIYEYÊ YE

Erciyes nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniyên Nûnerê Taybet ê NY De Mîstûra yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê û anî ziman, têkoşîna hevpar a gelê Kurd bi gelên cuda yên li Sûriyeyê re, bûye sedema rûdana hin nerazîbûnan. Erciyes diyar kir, têkoşîna azadiyê li nava gelên din ên li Sûriyeyê jî belav bûye, Kurd ji vê re pêşengiyê dikin û anî ziman, têkoşîna bûyîna xwedî îrade ya civakê, bûye hedefa hêzên ku Mîstûra temsîla wan dike.

KURD MODELA CIVAKA AZAD AVA DIKIN

Erciyes destnîşan kir, Kurd li Rojava ne tenê hêzeke şervan e, di heman demê de xwedî feraseta civakeke bi felsefeya jiyanê û bîrdozî tevdigere û ragihand, li cihên azadî lê pêk hatiye, xwedîderketina gel li vê felsefe û bîrdoziyê, li qada navneteweyî rê li ber nerazîbûnan vekiriye.

DEWLET JI BO ŞIKANDINA BERXWEDANÊ WÊ YEK BI YEK ÊRÎŞÎ BAJAR Û NAVÇEYÊN KURDAN BIKE

Erciyes êrîşên artêşa Tirk ên li Licê nirxand û da zanîn, dewleta Tirk ji bo şikandina welatparêzî û berxwedêriyê wê yek bi yek êrîşî bajar û navçeyên Kurdan bike. Erciyes anî ziman, di rewşeke mîna Licê û yên mîna wê de, girîng e gel di asta herî bilind de nerazîbûnê nîşan bide û got, "Ya ku pêşî li êrîşa dewletê bigire, êrîşê bisekinîne, berxwedana gel e. Em dibêjin, çeteyên AKP'ê şer dikin. Yên şer dikin kî ne; polîs in leşker in. Yek ji artêşa herî mezin a NATO'yê şer dike. Vîna vê artêşê hatiye şikandin."

Erciyes herî dawî ragihand, dewleta Tirk li dijî xwezaya Kurdistanê jî sûcê li derveyî mirovahiyê dike û banga xwedîderketina li xwezayê kir.