Zanîngeha ‘Rojava’ tê vekirin

Konseya Perwerdehiyê ya Kantona Cizîrê ya Rojava , ragihandin ku wê di demeke pir nêz de Zanîngeha bi navê ‘Rojava’ vekin.

Hevserokên Konseya Perwedehiyê ya Cizîrê Mihemed Salih Ebdo û Semîra Hacî Elî, endama Rêveberiya Konseya Perwerdehiya Civaka Demokratîk Zozan Hacî Ehmed, li Salona Meclîsa Rêveberiya Amûdê daxuyaniya çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê de têkildarî zanîngeha bi navê ‘Rojava’ a ku wê bê vekirin ev agahî parve kirin:

“Di vê meha Remezanê de navenda Qamişlo jî di nav de mizgîniya vekirina zanîngeheke bi navê ‘Rojava’ didin. Zanîngeha ku bê vekirin wê deriyê wê ji bo gelê Rojava û Sûriyeyê vekirî be. Di zanîngehê de wê beşên mîna, Tendirûstî, Mihendiziya Petrol, kompîter û Ziraatê li xwe digirin; mamostetiya Fîzîk, Kîmya, Dîrok, Derûnasî, Erdnîgarî, Dibistana Seratayî, mamostetiya Bîrkarî; beşên ku ji wêjeya Kurdî wê bê vekirin. Wê piştre dîroka serlêdanê bê eşkerekirin.”