Ji TŞYG li ser rêya Dersîm-Elezîzê çalakiya sabotajê

Li hemberî komek ji jendermeyan a li ser rêya Dersîm-Elezîzê kontrola rê dikir û wesayîtên zirxî çalakiyeke sabotajê hat kirin.

Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) da xuyakirin, ku roja 4'ê Tîrmehê saet di 06:40 de, li hemberî tîmên taybet ên jendermeyan ên li ser rêya Dersîm-Elezîzê kontrola rê dikirin û 2 wesayîtên zirxî yên bi tîpa Kobra û wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî çalakiyeke sabotajê hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dema agahiyên berfireh ên li ser encamên vê çalakiyê bi dest ketin, wê bi raya giştî re werin parvekirin. Ev çalakî ji bo hevrêyên li Derya Reş şehîd ketin, hevrêyên TKP/ML-TÎKKO yên di mehên biharê de şehîd ketin û weke bersivek li operasyona li Licê hatiye lidarxistin."