HPG: Operasyona artêşa Tirk a li Licê bêencam vekişiyaye
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku operasyona berfireh a ku 21’ê Hezîranê artêşa Tirk li navçeyên Licê, Hênê, Karaz, Hezro û Pasûrê dabû destpêkirin, bêencam vekişiyaye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku operasyona berfireh a ku 21’ê Hezîranê artêşa Tirk li navçeyên Licê, Hênê, Karaz, Hezro û Pasûrê dabû destpêkirin, bêencam vekişiyaye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku operasyona berfireh a ku 21’ê Hezîranê artêşa Tirk li navçeyên Licê, Hênê, Karaz, Hezro û Pasûrê dabû destpêkirin, bêencam vekişiyaye. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê detayên operasyonê parve kir û got: “Di operasyonê de ku 12 rojan bi nêzî 10 hezar yekîneyên taybet hat meşandin, artêşa TC gelek mirî û birîndar dane.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku operasyona artêşa TC ku 12 rojan bi nêzî 10 hezar yekîneyên taybet hat meşandin bêencam vekişiyaye.
HPG’ê detayên operasyona ku 21’ê Hezîranê destpê kir wiha parve kir: ” 21’ê Hezîranê artêşa Tirk li navçeyên Licê, Hênê, Karaz, Hezro û Pasûrê dest bi operasyoneke berfireh kiribû. Detayên vê operasyonê wiha ne:
Bi operasyonê re qadên Şehîd Kendal, Şehîd Serxwebûn, Şehît Ferhat û Apê Mûsa bi balafirên şer bi awayekî giran hatin bombekirin.
22’yê Hezîranê yekîneyên operasyonê ji bejahî ketina qadên Sîse û Pêşî Kevir. 23’yê Hezîranê jî li nêzî gundên Dêrxûst û Henyad ên li qada Sisê mabeyna gerîlayên me û leşkeran de şer qewimiye. Li nêzî gundê Henyadê li dijî leşkeran çalakiyek sabotajê hate lidarxistin, di çalakiya êrîş û sabotajê de gelek kuştiyên hêza operasyonê çêbûne, lê hejmar nehate zelalkirin.
25-26’ê Hezîranê li nêzî gundên Helhel, Mahlê û Kerwasê navbera gerîlayên me û leşkeran de şerên giran rû dane.
26’ê Hezîranê li nêzî gundê Cûmarê, bi awayekî bi bandor li hêzên dimin hate dayîn, li vir qasî ku hate zelalkirin 3 leşker mirin, gelek leşker jî birîndar bûn.
Di şerên 30’ê Hezîranê de gerîlayê me yê bi navê Masîro şehîd ketiye. Nasnameya hevalê me yê şehîd piştre wê were parvekirin.
Leşkerên ku bi vê operasyonê ve encamekî cîdî bi dest nexistin, roja 2’yê Tîrmehê li gundê Mahle welatiyek qetil kirin.
Di operasyonê de ku 12 rojan bi nêzî 10 hezar yekîneyên taybet hat meşandin, artêşa TC gelek mirî û birîndar dane.
Operasyona li navçeya Licê ya Amedê, 2’yê Tîrmehê ji qada Şehîd Serxwebûn û Şehîd Firat heta qada qirika Temel kişiyaye.
2’yê Tîrmehê saet 14.00’an gerîlayên me li hember qereqola Mîlîka ya girêdayî navçeya Hênê ya Amedê çalakiyek sûîqestê li dar xistin. li vir leşkerek hate kuştin.
3’yê Tîrmehê saet 19.00’an hêzên me li hember qereqola Sûveren a girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlikê çalakiye sûîqestê li dar xistin. Kuleyek li qereqolê bi çekên navîn û ferdî hatiye hedefkirin. Qasî ku bi çav hate dîtin, leşkerek mir, gelek leşker jî birîndar bûn.”