Di çalakiyên gerîla de 15 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyên gerîla de ku 2 û 3’yê Tîrmehê hatin lidarxistin, 15 leşker hatin kuştin, 2 wesayîtên Kîrpî û 1 jî Akrep hatine rûxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyên gerîla de ku 2 û 3’yê Tîrmehê hatin lidarxistin, 15 leşker hatin kuştin, 2 wesayîtên Kîrpî û 1 jî Akrep hatine rûxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, da xuyakirin ku gerîlayên YJA Starê 3’yê Tîrmehê li hember qereqola Gûrînê ya li Nisêbînê çalakiyek li dar xistine. HPG’ê destnîşan kir ku di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, wiha dewam kir: “3’yê Tîrmehê saet 14.00’an hêzên gerîlayên me mabeyna navçeyên Şemzînan û Gever ên Colemêrgê li dijî konvoyek di nav tevgerê de bû bi çekên giran û ferdî çalakiyek li dar xistin û 2 leşker hatin kuştin. Her wiha di vê çalakiyê de wesayîtên zirxî jî 1 Kîrpî û 1 Akrep hatine derbkirin. Artêşa TC li vê qadê nêzî 3 saetan wesayîtên sivîl ji bo xwe wek mertal bi kar anîn.
2’yê Tîrmehê saet 07.45’an gerîlayên me li hember leşkerên li qereqola Dûrê ya li qada Şemzînanê çalakiyek sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.
3’yê Tîrmehê saet 18.30’an hêzên me li hember komek leşkerên ku li qereqola Elemûn a girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê di nav tevgerê de bûn çalakiye li dar xistin û ji vê komê 3 leşker kuştin. Piştî çalakiyê qereqola Elemûnê bi obus û hewanan girê Zendûra bombe kir.
WESAYÎTA KÎRPÎ YA DI KONVOYA LEŞKERÎ DE HATE HEDEFKIRIN
2’yê Tîrmehê saet 03.10’an hêzên gerîlayên me li dijî wesayîtek Kîrpî ya di konvoyek artêşa TC de bû ku di navbera gundên Nobirn û Qereçiya yên girêdayî navçeya Elbak a girêdayî Wanê derbas dibû, çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de li gor agahiyên hatin bidestxistin, wesayîta Kîrpî hate rûxandin, 6 leşker hatin kuştin.
JI GERÎLAYÊN YJA STARÊ ÇALAKÎ
3’yê Tîrmehê saet 19.30’an hêzên me yên YJA Stareê li dijî qereqola Gûrînê ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Her wiha hêzên me li dayendeyek aîdî TRT’ê jî dan û îmha kirin. Piştî çalakiyê qereqola Gûrînê qadên derdora xwe da ber çekên giran. Ev çalakî li hember operasyona li ser Licê wek bersivdayina êrîşên li dijî gel hatiye lidarxistin.
Cerdevanên navçeya Bazîd a Agiriyê û yên li navçeya Ebex a Wanê tevlî operasyonan dibin û di heman demê de kemînan datînin. Pêwîst e cerdevanên li vê qadê neyên lîstokên şerê taybet ê artêşa TC û ji konsepte tinekirinê ya li Kurdistanê pêk tê jî nebûn amûr.
LI DIJÎ QEREQOLA KIRYAREŞ ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ
2’yê Tîrmehê hêzên me li hember qereqola Kiryareş a li qada Cûdî ya Şirnexê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê qereqola Kiryareş qadên derdora xwe ketober daye ber çekên giran.”
BALAFIRÊN ŞER QADÊN GERÎLA BOMBE KIRIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 3’yê Tîrmehê saet 11.00-12.00’an balafirên şer ên Tirk ji Herêmên Parastinê yên Medyayê, girêdayî herêma Zapê Qelha Ertûşê û qirika gundê Ertûşê bombe kirine.
HPG’ê da xuyakirin ku heman rojê saet 11.30-11.40’an balafirên şer girê Stûna yê girêdayî herêma Metîna jî bombe kirine.