YPS: Di çalakiya li Elkê de berbazek hat kuştin

Di çalakiya 2'ê Tîrmehê ya li Elkê de berbazek hat kuştin, 4 polîs jî birîndar bûn.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser çalakiya li Elkê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya YPS'ê de hat gotin, "Roja 2'ê Tîrmehê li navenda navçeya Elkê ya Şirnexê, li hemberî wesayîtên zirxî yên bi tîpa Akrep û Kobra yên li herêma navbera Midûriyeta Emniyetê û Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê digeriyan, yekîneyên me yên YPS-Jinê çalakî lidarxistin. Li vir berbazek hat kuştin û 4 polîsên Tirk jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê polîsan wesayît û taxên lê sivîl dijîn gulebaran kirin. Li navçeyê ji 2 Tîrmehê û vir ve çûyîn hatiye qedexekirin û xetên telefonê jî hatine qutkirin."