Ji rejîma Sûrî ya êrîşî asayîşa Hesekê kir 7 leşker mirin
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kuristanê, di navbera Hêzên Asayîşa Rojava û leşkerên rejîmê de duh bi şev şer derket. Di şer de 7 sivîl birîndar bûn. Her wiha 7 leşkerên rejîmê hatin kuştin.
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kuristanê, di navbera Hêzên Asayîşa Rojava û leşkerên rejîmê de duh bi şev şer derket. Di şer de 7 sivîl birîndar bûn. Her wiha 7 leşkerên rejîmê hatin kuştin.
Li taxa Neşwa Şerqî ya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera Hêzên Asayîşa Rojavayên Kurdistanê û leşkerên rejîmê de duh bi şev şer derket. Di şerê ji ber êrîşa hêzên rejîmê rû da de , 7 sivîl birîndar bûn. Li ser bersiva asayîşa Hesekê, 7 leşkerên rejîmê hatin kuştin.
Welatiyên taxa Neşwa Şerqî ya ku di destê hêzên rejîmê de ye, malên xwe diterikînin û berê xwe didin taxa Neşwa Xerbî ya ji aliyê hêzên Asayîşê Rojavayê Kurdistanê ve tê parastin.
Li taxa Neşwa Şerqî aloziya di navbera Hêzên Asayîşa Rojavayên Kurdistanê û leşkerên rejîmê de hîn dewam dike.