YPG’e derbeyên giran li çeteyan xist

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan ên li ser Taxa Şêx Meqsûdê dewam dikin. Di şerên qewimî de gelek çete hatin kuştin, 3 şervanên wan dema li ser wezîfeya parastinê bûn gihiştine şehadetê.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku êrîşên çeteyan a li hember Şêx Meqsûd û herêma Şehba, Bendava Tişrîn, Şedad’ê dewam dikin, gelek çete hatin kuştin û pêgerek a keşfê ya Drone jî hatiye xistin. Her wiha di encama teqîna mayinekê de jî 3 hevriyên wan şehîd ketine.

Di daxuyaniya YPG’ê de têkildarî êrîşan ev agahî hatin parvekirin:

“Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin sîwana Koalîsyona Sûriyeyê de tevdigerin wekî Lîwaa Sûltan Mûrad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dike.

Hêzên me 2’ê Tîrmehê li herêma Şara Mûxaberat li dijî komek çeteyên ku amedekariya êrîşê dikirin operasyon li dar xistin. Di operasyonê de maleke çeteyan a wekî bargêh bi kar tanîn bû hedefê hêzên me û di encam de qasî hat zelalkirin 6 çete hatin kuştin.

3’yê Tîrmehê jî di navbera hêzên me û komên çeteyan de li herêmên Seken Şebab, Eşrefiyê û Mûxaberat de şerên dijwar qewimîn. Di encama van şeran de qasî hat zelalkirin li herêma Seken Şebab 1, li herêma Şara Mûxaberat 1 û li herêma Eşrefiyê jî 2 çete hatin kuştin.

2’yê Tîrmehê piştî nîvro çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser rojhilatê başûr a bendava Tişrîn a giredayî Kobanê. Piştî vê êrîşê komên çeteyan li heman herêmê êrîşek li dar xistin. Piştî destwerdana hêzên me li qadê şerekî demkurt rû da û qasî hat zelalkirin 2 çete hatin kuştin.

2’yê Tîrmehê derdora saet 19:00'an de li nêzîkî gundê Ezawiyê ya dikeve başûrê bajaroka Şedadê ya giredayî Hesekê de hêzên me balafirek keşfê ya tîpa Drone ya çeteyên DAIŞ’ê xistin xwarê.

Şeva 3’yê Tîrmehê çeteyên DAIŞ’ê êrîşek nû birin li ser gundê Malha û derdora wê ya ku dikeve başûrê bajaroka Şedadê ya giredayî Hesekê. Piştî êrîşê li qadê şerê dijwar rû da. Ji ber ku hîn jî cih bi cih şer berdewame, wê agahiyên berfireh piştre bi rayagiştî re bên parvekirin.

Di şeva 3’yê Tîrmehê de yekîneyekî me ku li nêzî gundê Mekmen a giredayî bajaroka Şedadê erka xwe ya ewlekariyê pêk tanîn, di encama teqîna mayinek çeteyên DAIŞ’ê ya ku berê hatibû çandin, 3 hevriyên me gihiştin şehadetê.”