Li Şehbayê komkujî, koç û bangawazî

Li derdora Babê di êrîşa bi ser nêzîkî 100 gundên Kurdan de çeteyên DAIŞ’ê heya niha ji 1500’î zêdetir mirov revandin û ji van ji sed kesî bêhtir hatin kuştin. Berdevkê Çapemeniyê yê Ceyş El Siwar hovîtiya çeteyan vegot.

Piştî Pêngava Azadkrina Minbicê li derdora Babê di êrîşa bi ser nêzîkî 100 gundên Kurdan de çeteyên DAIŞ’ê heya niha ji 1500’î zêdetir mirov revandin û ji van ji sed kesî bêhtir hatin kuştin. Berdevkê Çapemeniyê yê Ceyş El Siwar Huso dema ku hovitiya çeteyan vedigot bangawazî gel jî anî zimên.

Şehba piştî civîna Tîrmeha 2013’an ku berpirsê Artêşa Azad a Sûrî (AAS)A. Cabbar Egîdî li Dîlokê bi fermandarên AAS’yê re pêk anî û li bajarokên Tel Eran û Tel Hasil komkujî pêk anîbûn, vê carê ji vê komkujiyê mezintir bi komkujiyeke din re hevrû ye. Di van 15 rojên dawî de li nêzîkî Şehba ya Babê nêzîkî li sed gundên Kurdan di komkujiya ku bi destê DAIŞ’ê de pêk hatî ji sedî zêdetir kes hatine kuştin û tê gotin ji 1500 zêdetir mirov ji hêla DAIŞ’ê ve hatine revandin. Tê gotin di nav kesên ku hatine kuştin de gelek zarok jî hene û heya niha nêzî 30 hezar kesî ji herêmê koç kiriye. 

Huso, li derdora Babê ya nêzî Şehbayê di van 15 rojên dawî de der barê serdegirtin û revandina mirovan a ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve agahî dan. Huso got ev ji komkujî û koçberkirina Şehbayê ya sala 2013’ê pir meztir e û got komkujiya ku bi destê çeteyan tê kirin ne kêmî komkujiya Şengalê ye ku bi destê DAÎŞ’ê pêk hatibû.

 'CENAZEYAN BI KÛÇIKAN DIDIN XWARIN'

Huso li gorî  agahiyên kesên ku xwe xistine nav talokeyan û ji herêmê hatine û xwe gihandine wan li herêmê komkujî û trajediyeke mezin tê jiyîn. Huso diyar kir, li herêmê anten, televîzyon û telefon hatine qedexekirin û wiha pê de çû:

"Telefon hatine qedexekirin. Kesên ku telefonên bi xwe re digerînin têne girtin. Bi ser de li cihên ku têne girtin serê wan têne jêkirin yan jî li wan direşînin. Kesekî ku bi telefonê xwe gihande me got, ‘ne diyare bê ka kengî wê kê ji me bigirin. Bi şev û roj mirovan digirin. Mirov nikarin ji malên xwe derkevin. Kesên ku li çolê têne zevtkirin serê wan tê jêkirin. Gelek mirov hene kuli çolê serê wan hatine jêkirin, hatin kuştin, kes nizane bê xwediyên wan kî ne. Kes nikare li kesî xwedî derbikeve û li kesî bipirse. Rewş ev qasî giran e. Komkujî ev çend mezin e. Li gorî gotinên gundiyekî ku xwe gihandî min, bi kelegiriyekê digot, ‘’cinazeyên ku têne gorapana gund didin ber kûçikên reş, me ji miroviya xwe şerm kir. Lê tiştek ji dest me nayê. Em hemû di malê xwe êsîr mane û li bendê ne ku dora me were."

Huso got niha li derdora gundê Babê  100 gundên Kurdan hene ku drameke mirovî lê tê jiyin. Huso gundên ku herî pir komkujî lê têne jiyin û revandin lê pêk tên wiha rêz kir : "Qar Kelbin, Qubbe Şêx, Arap Wêran, Qaibe, Bırç, Bilixa, Sosınbat, Şıpêran, Tel Batal, Kavuklu, Şava, Êreme, Tel Cırcır, Naman, Qıbbesin, Nêrebiyê, Eyyübiyê, Boğaz, Eseliyê."

'SERÊ WAN HATINE JÊKIRIN'

"Li gorî agahiyên ku bi dest me ketine  ji Qubbe Şêxê 227 kes û ji Qebbesê jî 440 mirovên ku hatine revandin, kuştin û serê wan hatine jêkirin hene. Ji Arap Wêranê agahî ji 150 kesî nayê standin û Huso wiha berdewam kir:

"Hin mirov hene, serî heye, lê beden nîne. Hin jê beden heye, lê serî nîne. Li gundê Qibbesînê korteks bi stuyê 10 kesan ve girê dane û teqandine. Serî bi aliyekî ve çû ye, beden bi aliyekî ve. Li gundê Tel Eyşî serê 9 mirovan jê kirine. Li gundê Şipêranê serê sê kesan jê kirine. 50 kes li hev civandine û ew teqandine. Li gundê Sûsikê 9 kes bi darê ve kirine. Dema dibe şev, mirov ji bo nekevin destê wan xwe berê xwe didin çolê û direvin."

Huso diyar kir, mirovên hatine revandin birine gundê Qibbesînê û li wir dîl tên girtin. Huso anî ziman, hin ji van mirovan bi zorê li Minbicê weke mertal tên bikaranîn û ev agahî da:

'BI DEHAN KES QETIL KIRIN Û AVÊTIN NAVA SERGO'

"Hin ji mirovên revandine, ji bo kolandina xendekan birine Raî û gundên wê. Hin jê jî birine çîftlika mirîşkan a li dora Babê. Ji mirovên li vir dîl hatine girtin, ti agahî nayê girtin.

Hin ji van mirovan di dma serdegirtinê de hewl dane birevin. Hin ji van hatine girtin û kuştin. Ji Sosinbat, Qeîbe, Arap Wêran û Şipêranê, heta niha 15 kes hatine qetilkirin. Ji bilî van 15 kesan, 40 kesên din jî qetil kirine. Ev 40 kes jî li nêzî Namanê li nava sergoyekî veşartine. Gundiyan ji me re gotin, bêhna cesedên van kesan gihaştiye heta Namanê. Li ser nasnameyên van kesên hatine qetilkirin, ti agahî bi destê me ve neketin. Dibe ku ev 40 kes, Kurdên beriya niha hatibin revandin bin."

'30 HEZAR MIROVÎ MALÊN XWE TERIKANDINE'

Huso da zanîn, ji ber êrîş û komkujiyên DAIŞ'ê di nava van 15 rojên dawî de li Şehba bi taybetî jî li hemberî gundên Kurdan ên li herêma Babê daye destpêkirin, 30 hezar kesî koç kirine û got, "Di nava van sê mehan de, hejmara mirovên ji vê herêmê koçî herêma me kirine 27 hezar e. Ji van 13 hezar di nava 17 rojên dawî de hatine. Van mirovên koç kirine mirin dane pêş çavê xwe, berê xwe dane çolê û xwe gihandine Ehrazê. Ehraz di bin kontrola hêzên QSD'ê de ye. Ji vê derê em wan dibin Kefer Nasîhê. Li vir jî dişînin cihê ew dixwazin biçin. Hin jê diçin Îdlibê, hin jê Ezaz, hin jî derbasî Efrînê dibin. Komek ji mirovên danê sibehê bi rê ketin, bûn hedefa guleyên çeteyan. Li vir bav û sê zarok hatin kuştin. 4 jî birîndar bûn. Cenaze û birîndar gihandin me."

BANGA GEL

Berdevkê Çapemeniyê yê Ceyş El Siwar Ahmet Huso diyar kir, gel banga "xwe bigihînin me, hûn çi dikarin bikin niha bikin" li hêzên QSD'ê dikin.

Li aliyê din, têlên sînor ê li gundê Trixin ê navbera Cerablûs û Çobanbey de hatin rakirin û Tirkiyeyê mayînên li vir paqij kir û bi sedan çeteyên Tirk, Çeçen, Afgan derbasî Cerablûsê kirin. Ev gund bi 15 kîlometreyan li rojavayê Cerablûsê ye.

...