Bozan Xelîl: Encamên Têkiliyên Tirkiyê û Rûsya ji me re ne xem e
Serokê Desteya Hundirîn yê Kantona Kobanê, der barê hevdîtinên Tirkiyeyê û Rûsya yên dawî û nêzikatiya dewleta Tirkiyeyê û Rûsya, girêdana vê nêzikatiyê bi rewşa Sûriyeyê giştî û bandora wêbi taybet li ser Rojava nirxand.
ANF-EHMED DADALÎ
KOBANÊ
duşem, 4 tîrmehê 2016, 16:27
Xelîl di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku guhartinên li tevahî Rojhilata Navîn çêdibin, dihêle ku hêzên paşverû yên ku dibînin temenê wan ber bi dawiyê ve diçe, tevliheviyek di nav xwe û derdor xwe de dijîn, ew tevlihevî xwe davêje asta têkiliyên wan yên bi derve, ew bi xwe dikevin nav aloziyê, ji wê jî dewleta Tirk a ku dibîne zihniyeta ku wê xwe li ser ava kiriye, êdî nayê qebûlkirin. Xelîl wiha got: "Guhartinên ku di Rojhilata Navîn de çêdibin giştî ne, Tirkiyeyê jî yek ji dewletên Rojhilata Navîn e. Ew dizane ku wê guhartin wê jî girêbide. Zihniyeta paşverû ya ku AKP'e serkêşiya wê dike dema wê tijî bûye, ev zihniyet nayê qebûlkirin, Tirkiyeyê dizane ku ew ber bi guhartinê ve diçe. Ji wê jî hem di warê navxweyî de hem di asta têkliyên bi derve re Tirkiyeyê di nav tevliheviyekê de ye."
Xelîl anî ziman ku Tirkiyeyê di guhartinê ku çêdibe her tim xwe nêzî hêzên ku zihniyeta wan wek wê ye dike, ji ber ku ew hev temam dikin û wiha pê de çû: "Di guhartinên yên di welatên Ereban de çêdibe, Tirkiyeyê bi serweriya AKP'ê piştgiriya hêzên radîkal û paşverû dike. Yek ji sedemên sereke yên nahêle aloziya Sûriyeyê çareser bibe ew piştgirî ye ku hikûmeta AKP'ê ji rêxistinên terorîst ên li Sûriyeyê wek DAIŞ'ê, Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û Ceyş El-Îslam û hwd. pêşkêş dike. Ev hêzên ku AKP'ê piştgiriya wan dike, ne hêzên çareseriyê ne, di serê van de tenê serjêkirina mirovên li dijî wan heye. Ji ber wê civaka navneteweyî van qebûl nake."
Xelîl da zanîn ku tevliheviya ku Tirkiyeyê tê de dibe sedem ku Tirkiye helwestên xwe zû biguhere û ne li gor mentiq biryaran bide. Xelîl bi bîr xist ku dema balafira Rûsya xiste xwarê, xwe wek lehengan nîşan da, lê piştre çerx kir û ji Rûsya lêborîn xwest û wiha dewamî da gotinên xwe: "AKP'ê xwest dijberiya Rûsyayê bike û piştî ku dijberiya wê ragihand û balafira şer a Rûsî li Bakurê Sûriyeyê xist, kete liv û tevgerê ku Rûsya wê efû bike. Peyam şandin û lêborîna xwe xwest. Ev bi xwe tevliheviyeke di siyaseta Tirkiyeyê ya bi derve re ye. Rêxistinên terorîst ên ku AKP'ê destekê dide wan li Sûriyeyê giştî û bi taybet li Rojava paşvedikişin. Ev yek rê vedike ku Tirkiye tengav bibe û serê xwe ji dewletên din re deyne."
ZIHNIYETA TIRKIYEYÊ Û RÊXİSTİNÊN TERORÎST YEK E
Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pêşketinên ku Kurd bi dest xwe dixin û projeya Federaliya Demokratîk her pêş dikeve, Tirkiye jî serî ji hêzên derve re ditewîne ku li hember Kurdan bisekinin. Xelîl der barê vê mijarê de ev bi lêv kirin: "Jixwe hewldanên Tirkiye yên dîplomasiyan di demên dawî de ew e ku dixwaze ji nû ve têkîliyên dostane bi Rûsya re vegerîne. Sedema wê ya sereke Operasyona Fermandarê Şehîd Ebû Leyla ye. Ji ber ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD'ê di nav operasyonê de ye û di demeke kurt de pêşveçûnên berbiçav çêkirine. Tirkiyeyê siyaseta xwe ya derve guhart û serê xwe ji Rûsya re tewand. Hin sozên ku dest jê berde hêzên radîkal û şer bi wankirin, Tirkiyeyê dikare serî ji her kesî re bitewîne. Ji Tirkiyeyê çi were wê bike ku li pêş projeya Federaliya Bakurê Sûriyeyê raweste. Lê divê Tirkiye baş zanibe, gelên ku berdelên azadiya xwe dane ti carî dest ji azadiyê bernadin. Azadiya ku bi xwîna keç û xortên vî welatî hatiye avdan, bav û dayikên wan wê xwedî lê derkevin."
Li ser sozên ku dewleta Tirk dide civaka navneteweyî jî Xelîl ev anîn ziman:"Piştî hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Çavûşoglû bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sêrgî Lavrov re, du roj derbas nebûn, Leşkerên Tirk li rojavayê bajarê Cerablûsê mayin rakirin ku çeteyên DAIŞ'ê karibin derbas bibin û dorpêça li ser çeteyên DAIŞ'ê ya li Minbicê rabe."
Li ser mijara alîkariya Tirkiyeyê bi rêxistinên terorîst re jî Xelîl ev ragihandin: "Di nerîna me de Tirkiye dest ji hêzên radîkal bernade, ji ber ku koka zihiniyeta wan yek e, îdeolojiya wan yek e. Tirkiye wan wek leşker ji bo xwe dibîne. Wê her tim piştgiriyê bide wan û wan li nav bajarên xwe biparêze."
‘TÊKLIYÊN TIRKIYE JI BO ME NE XEM E’
Der barê bandora têkîliyên Tirkiyeyê bi Rûsya re, Xelîl da zanîn ku wê bi awayekî neyênî li muxalefeta Sûriyeyê çêbibe, lê li Rojava qet nabe û wê tekoşîna ji bo pêkanîna Federaliya Demokratîk berdewam bikin û li ser vî esasî xebat bê kirin ku ev proje li Sûriyeyê tevahî belav bibe. Xelîl wiha dawî li axaftina xwe anî:" Siyaseta me li ser esasê parastina destkeftiyên gelê me ye. Em zêde ne dûrî ti kesî ne. Me xwe ne nêz ne jî dûrî ti kesî kiriye. Em ji kesî re nabin kole û xwe nadin dest ti kesî. Ji ber wê ti bandora kesî li me tune ye, lê bandora nêzîkatiyên Tirkiye û Rûsya wê li mûxalefet û Itîlafa Sûriyeyê hebe. Mûxalefeta Sûriyeyê xwe ji Tirkiyeyê re kirin kole, Tirkiyeyê jî ew ji bo berjewendiyên xwe yên li Sûriyeyê dixapandin. Îro Tirkiyeyê dest ji mûxalefeta Sûriyeyê berda û berê xwe da Rûsya ku piştgiriya sîstema Esad dike. Ev siyaseteke ne exlaqî ye, lê yên xwe ji Tirkiyeyê re kirin kole bila armanca siyaseta Tirkiyeyê bibînin."