Li Kaniya Xezalan, xanî ji çeteyên DAIŞ'ê re hatin dayîn
Li taxên navçeya Riha Kaniya Xezalan ên li ser sînorê Rojava, Qeymeqamê Tirk ê li navçeyê û Şaredariya Kaniya Xezalan a AKP'yî xanî dan endamên DAIŞ'ê.
Li taxên navçeya Riha Kaniya Xezalan ên li ser sînorê Rojava, Qeymeqamê Tirk ê li navçeyê û Şaredariya Kaniya Xezalan a AKP'yî xanî dan endamên DAIŞ'ê.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, çeteyên DAIŞ'ê bi pêşengiya Qeymeqam û Şaredariya Kaniya Xezalan ên AKP'yî, li Wargeha AFAD'ê, Xeraja Şaredariyê, herêma Toprak Mahsûllerî Ofîsî, taxên liderdorê û li taxên li ser sînor hatine bicihkirin.
Çeteyên DAIŞ'ê li nava navçeya Kaniya Xezalan mîna senpatîzanên rêxistinên cuda tevdigerin, lê li hewşa malên li taxên li ser sînor, bi rengekî vekirî xwe nîşan didin. Ev çeteyên ji aliyê amîr û rêveberên dewletê yên li navçeyê ve hatine birêxistinkirin, li navenda bajêr jî bi hêsanî digerin.
Amîrên saziyên dewletê, rêxistinbûyîna çete ya li navçeyê weke sempatîzanên Ahrar El Şam û El Nûsra nîşan didin. Li malên hucreyê yên bi rengekî veşartî li navçeyê hatine avakirin, bi awayekî çalak karên çete dimeşînin.
DESTÛR NAYÊ DAYÎN HEYETÊN SERBIXWE BIKEVIN NAVA WARGEHAN
Endamên çete yên li Kaniya Xezalan di bin navê hêzên ewlekariyê de ji aliyê polîs û leşkeran ve tên parastin. Ev yek jî hevkariya wan radixe pêş çavan. Çete her wiha bi wesayîtên MÎT'ê yên bi plaqeyên sivîl li nava navçeyê digerin, pêdiviyên xwe tedarik dikin. Heyetên serbixwe yên ji rêxistinên civaka sivîl ên dixwazin li Wargehên AFAD'ê lêkolînan bikin, tên astengkirin. Daxwazin heyetan ên di vî warî de tên redkirin.
Di serî de Wargeha ji Konan a AFAD'ê, Şaredariya Kaniya Xezalan, Qeymeqamiya Kaniya Xezalan û Midûriyeta Emniyetê ya li Kaniya Xezalan bi awayekî vekirî destekê didin rêxistinbûyînên çeteyan.
Êrîşa 27'ê Sibatê ya bi komek ji 50-60 çeteyan di ser Kaniya Xezalan re li hemberî çeperên YPG/YPJ ên li Girê Spî hat kirin, bi agahdarî û kontrola Qeymeqamê Kaniya Xezalan û hemû amîrên saziyên dewletê yên li navçeyê pêk hatibû.
Li ser bersiva YPG/YPJ'ê, ev êrîşa çeteyan hat şikandin û 6-7 çeteyên DAIŞ'ê yên karîbû birevin, ji aliyê amîrên saziyên dewletê yên li Kaniya Xezalan ve hatibûn parastin.