Balafirên şer bombeyan li Çiyayê Kato yê sivîl lê ne dibarînin
Balafirên şer ên dewleta Tirk, bombeyan li Çiyayê Kato yê bi sedan sivîl lê ne dibarînin. Agahî ji gelê li herêmê ye, nayê girtin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk, bombeyan li Çiyayê Kato yê bi sedan sivîl lê ne dibarînin. Agahî ji gelê li herêmê ye, nayê girtin.
Li navçeya Şirnex Elkê, balafirên şer ên Tirk li herêma Meydana Kolya ya Çiyayê Kato didin.
Li vê herêma ku eşîra Jîrkî û koçer lê ne, ji danê êvarê ve Balafirên Bêgmirov ên Keşfê digerin. Ev saeteke jî balafirên şer bombeyan li herêmê dibarînin.
Agahî ji gelê li vê herêmê nayê girtin. Bomberdûmana li vir dewam dike.
Di vê navberê de "qedexeya derketina derve" ya pêr bi şev hat îlankirin, ji saet 01:00 û pê ve hat rakirin.