KONGRA-GEL xwest, di Cejna Remzanê de yekîtî were xurtkirin
KONGRA–GEL: Cejna Remezanê fersendeke mezin e. Divê neyê jibîrkirin, zor û zehmetiyên em dijîn li me ferz dikin ku em bêhtir pişta hev bigirin û yekîtiya xwe xurt bikin.
KONGRA–GEL: Cejna Remezanê fersendeke mezin e. Divê neyê jibîrkirin, zor û zehmetiyên em dijîn li me ferz dikin ku em bêhtir pişta hev bigirin û yekîtiya xwe xurt bikin.
Hevserokatiya KONGRA-GEL têkildarî Cejna Remezanê daxuyaniyek da û got: "Em Cejna Remezanê li hemû gelê xwe yê li hemû parçeyên Kurdistanê dijîn û li alema Îslamê pîroz dikin û hêvî dikin ji gelê me yê ku di bin şert û mercên dijwar de dijî bibe zemîna hevgirtina neteweyî û yekîtiya neteweyî."
KONGRA-GEL diyar kir, gelê Kurdistanê di nav şertê şerê qirêj ê dewleta faşîst de Cejna Remezanê pêşwazî dike û bi berdewamî got, "Hikûmeta Erdogan ku dîndarekî qelp e, di serî de yek ji bo yek ji pîroziyên me, goristanên şehîdên me û hemû nirx û hêjahiyên me tine bike bi awayekî hovane û dirinde êrîş dibe ser gelê me yê welatparêz. Hikûmeta dîndarê qelp a Erdogan û planên dewleta Tirk bi tecrîda ku li ser Rêber Apo daniye, bi şewitandina bajar û gund û daristanên Kurdistanê û bi ji holê rakirina jîngeh û stargehan, bi polîtîkayên ku mirovên me bide koçkirin armanc dike ku berxwedana gelê me bişkîne û radest bigire.
Lê belê gelê me yê welatperwer li her qada lê dijî bi berxwedana xwe ya destanî, bi rikdariya xwe ya vegerê ya li malên xwe yên ku bi zorê hatine valakirin, ji niha ve planên dewleta Tirk pûç kiriye."
KONGRA-GEL destnîşan kir, ku yên tekçûyî hikûmeta Erdogan û polîtîkayên îmha û înkarê yên sed salî yên dewleta Tirk e û wiha pê de çû, "Dewleta ku têkçûna xwe dibîne hê bêhtir dibe hov û bêhtir êrîşê tîne. Gelê me û raya giştî divê baş pê zanibe ku ev êrîşên bi hovîtî yên çeteyên dewletê nîşan didin bê ka dewlet çi qasî dijwar e. Dewlet bi kêferata xwe ya dawî hewl dide serdestiya xwe ferz bike, lê çi jî bike pûç û vala ye. Eniya demokrasiyê ya gelên Kurdistanê û Tirkiyê wê faşîzmê têk bibin û hesabê komkujiyan bipirsin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di vê pêvajoya dijwar de girîng e gelê Kurd pişta hev bigire û hat gotin, "Cejna Remezanê fersendeke mezin e. Divê neyê jibîrkirin dijwariyên ku em dijîn li me ferz dikin ku em bêhtir pişta hev bigirin û yekîtyia xwe xurt bikin. Divê em li mirovên xwe yên cihekî wan ê lê vehewin nîn e û ne xwedî wê derfetê ne, xwedî derkevin." Hevseroktiya KONGRA-GEL diyar kir, divê delîve bi dest Erdoganê faşîst neyê anîn ku bi polîtîkayên xwe hewl dide gelê Kurd hewceyî xwe bike û radest bigire.
KONGRA-GEL da xuyakirin, ku divê gelê Kurd hewceyî wan neyê kirin, bi piştevaniya civakî divê ji hêla madî û manewî ve li gelê Kurd xwedî were derketin û wiha pê de çû, "Em cejna Kurdistaniyan pîroz û bimbarik dikin. Şehîdên xwe yên li dijî mêtingerên zordar û barbarên DAIŞ’ê hêza derûnî ya gelê me yên mezlûm in bi wesîleya Cejna Remezanê careke de bi hurmetdarî bi bîr tînin. Gelê me di cejnê de divê seriyekî bide şehîdgeh û şehîdên xwe û xwedî li şehîdgehên xwe yên di bin êrîşa dewletê de ne, derkeve.
Em cejna gelê xwe yên li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin û hêvî dikin ku cejn li dijî zaliman bibe yekîtiya civakî û netewî ya gelê me yê mezlûm."