'Cejna me azadiya gundê me ye'
Gundiyên axa wan ji çeteyan hat paqijkirin gotin, bi saya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ew bi rengekî azad cejna xwe pîroz dikin.
Gundiyên axa wan ji çeteyan hat paqijkirin gotin, bi saya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ew bi rengekî azad cejna xwe pîroz dikin.
Gundê Ûm Adesh ê li başûrê Minbicê ye, du cejnan bi hev re pîroz dike. Ûm Adesh di pêngava rizgarkirina Minbicê de hat rizgarkirin. Piştî ku dagirkeriya 3 salan a çeteyên DAIŞ'ê ji holê hat rakirin, wê yekemcar cejna Remezanê bi rengekî azad lê bê pîrozkirin.
Gundiyên Ûm Adesh dan xuyakirin, ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi azadkirina gundênw an cejna herî mezin dane wan.
Gundiyekî bi navê Ebû Ûbeyd da zanîn, ji ber zextên çeteyên DAIŞ'ê ew nikarîbûn derkevin derve, dema derdiketin derve jî her heqaret li wan dihat kirin. Ebû Ûbeyd diyark ir, çeteyên DAIŞ'ê bi taybetî beriya cejnê, di bin navê bacê de bi zorê pere ji gel distandin.
Ebû Ûbeyd kêfxweşiya xwe ya ji ber azadbûna gundê xwe bilêv kir û anî ziman, ew bi saya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê cejnê bi awayekî azad pîroz dikin.
Gundiyê bi navê Xalid El Welîd jî bal kişand ser rojên zor û zehmet ên dema dagirkeriya DAIŞ'ê kir û diyar kir, par beriya cejnê çeteyên DAIŞ'ê li naverastê qemçî li wî dane û sedema vê jî bêhna cixareyê ya ji devê wî hat bû.
Xalid El Welîd destnîşan kir, cejna herî watedar a ji bo wan, paqijkirina gundê wan ji çeteyên DAIŞ'ê ye û cejna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya li navenda bajêr kolan bi kolan, mal bi mal bi pêş de diçin, pîroz kir.