Nûçegihana DÎHA'yê Orûç hat girtin

Nûçegihana DÎHA'yê Şerîfe Orûç a di dema şopandina nûçeyê de tevî du kesên li cem wê hat binçavkirin, hat girtin.

Wesayîta nûçegihana DÎHA'yê Şerîfe Orûç tê de bû, ku li navenda bajarê Êlihê nûçe dişopand, duh êvarê li kolana Kibrisê hat sekinandin. Şerîfe Orûç, tevî Emrûllah Orûç û Mûzaffer Tûnç ên di wesayîtê e bûn hatin binçavkirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji bo werin girtin ew radestî dadgehê hatin kirin.

Orûç li pêşberî dadgehê ragihand ku ew rojnamevan e. Lê heyeta dadgeha Tirk, Orûç û du kesên pê re bi îdîaya "endametiya rêxistinê" girt û ew şand Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê.

Li aliyê din, hat ragihandin li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê îşkenceya lêgerîna tazî li Orûç hatiye kirin.