2 hezar koçberên din hatin Efrînê
2 hezar koçberên din ên ji herêmên Dêrazor, Bokemal û Şehbayê hatin, xwe gihandin Efrînê.
2 hezar koçberên din ên ji herêmên Dêrazor, Bokemal û Şehbayê hatin, xwe gihandin Efrînê.
Li bajarên Bokemal û Dêrazorê, ji ber şerê di navbera çeteyên DAIŞ û hêzên rejîma Sûriyê de û li herêmên Şehbayê jî ji ber şerê di navbera çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê û DAIŞ de, zêdeyî 2 hezar sivîlan di nava 2 rojan de koçî herêma Efrînê û gundewarên Idlibê kirin.
Koçberên ji ber şer û hovîtiya çeteyan reviyan dan zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê ew weke mertalên zindî bi kar danîn û karên herî giran bi wan didan kirin. Koçberan destnîşan kirin ku DAIŞ'ê bikaranîna alavên elektronîk li wan qedexe kiribûn.
Berpirsyarên benda kontrolê ya li aliyê rojhilat ê li pêşiya Kantona Efrînê li gundê Qetmê yê navçeya Şera diyar kirin ku koçber dikarin li Kantona Efrînê bimînin an jî derbasî herêmên din ên Sûriyeyê bibin.
Hejmara koçberên ku ji 25'ê Gulanê ve hatine Efrînê 41 hezar û 237 kes derbas kiriye.