Gerîlayan li Amed, Dersîm û Şirnexê çalakî lidar xistin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Amed, Dersîm û Şirnexê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Amed, Dersîm û Şirnexê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
AMED
"4'ê Tîrmehê saet di 19:30 de, hêzên me li navçeya Pîran a Amedê, li hemberî leşkerên bendav diparastin û Tabûra Tankan, çalakiyên hemwext pêk anîn. Di van çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên mirî û birîndar rakirin. Artêşa TC roja 5'ê Tîrmehê li quntarên Pîranê û herêma Xaçekê operasyon da destpêkirin.
5'ê Tîrmehê saet di 09:00 de hêzên me yên gerîla bi çekên ferdî li qereqola Hegasor a li navçeya Hênê xistin. Hejmara mirî û birîndarên li vê derê nehat zelalkirin.
DERSÎM
5'ê Tîrmehê saet di 12:00 de hêzên me li hemberî qereqola Tûrnûva ya li navçeya Pulur a Dersîmê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê 2 wesayîtên zirxî rê birîn û sivîl binçav kirin.
ŞIRNEX
Hêzên me roja 2'ê Tîrmehê li hemberî leşkerên li girê Çeman ê li navçeya Şirnex Elkê çalakiyên sûîqestê pêk anîn. Li vir 2 leşker hatin kuştin.
MERDÎN
Sibeha 1'ê Tîrmehê, danê sibehê li bejahiya gundên Gundik, Mermarê, Bêrtê, Kudê, Dêri, Fafê, Xirbê Mamudê, Kewarêxê û Yestê yên navçeya Mehsert a Mêrdînê, artêşa TC operasyon da destpêkirin. Ev operasyon roja 5'ê Tîrmehê bi rengekî bê encam qediya."