Komkujiya li Hesekê: Hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan bû 20 kes
Hejmara mirovên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bû 20 kes. Nasnameyên 17 ji qurbaniyan eşkere bûn.
Hejmara mirovên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bû 20 kes. Nasnameyên 17 ji qurbaniyan eşkere bûn.
Li taxa Salihiyê ya Hesekê, duh êvarê saet di 19:45'an de teqînekê rû da bû. Li gorî agahiyên ji şahidên bûyerê û birîndaran hatin wergirtin, teqîn ji ber êrîşeke xwekujî pêk hatiye.
Birîndaran gotin, êrîşkarekî bombe li ser xwe pêçandibû, li nêzî firina Sala ji motorsîkleta xwe peya bû, berê xwe da nava girseya gel û xwe teqand.
Nasnameyên 17 ji 20 kesên di komujiyê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere bû:
"Ehed Mirêx – Taxa Eskerî
Welat Mihemed Weysî
Xelîl Ibrahîm – Taxa Ezîziyê
Mistefa Ubeyêd Îsa
Nesredîn Mihemed Elî
Xuşnav Dirêî
Ebdulhadî Mihemed Emîn (13)
Zekeriya Raxib Xelîl (6 )
Rîham Minêf El-Elî (7)
Ebde Sultan El-Salih (35)
Ehmed Fêrêh El-Elî (22)
Basil Nîzar El-Ukle( 33 )
Ebduletîf Silêman Temo( 48)
Yasîn Hisên El-Xelf (19)
Ibrahîm Mihemd Ebdulhadî( 13)
Ebdulrezaq Hisên Xişo (30)
Yasir Ibrahîm Ehmed (16)."