Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel û endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya partiyê, li yek ji qadên berxwedanê Silopiyayê cejna gel pîroz kirin. Tûncel, tevî rêveberên DBP'ê yên Şirnex û navçeyên wê, hevşaredar û gelek welatiyan li nava malan geriya.
TILÎLIYAN DENGÊ 'MEHTER MARŞI' BIRÎN
Di vê serdana xwe de Tûncel rojev nirxand û got, "Me gotibûn, em ê cejnê li qadên berxwedanê pîroz bikin. Me duh li Hezexê cejna xwe pîroz kirin. Bi eleqeyeke mezin em hatin pêşwazîkirin. Me malbatên xwe yên berxwedêrên di berxwedana xwerêveberiyê ya li Hezexê de jiyana xwe ji dest dan, ziyaret kirin. Me li Hezexê ev dîtin; dewlet zexteke giran a psîkolojîk li gelê me dike. Xwestin bi 'Mehter Marşi' pêşî li karê me bigirin, lê jin û dayikên me bi tilîliyên xwe, dengê sirûda wan birîn. Li Hezexê, gel li hemberî dewletê gelekî bi hêrs e. Haya gel jê heye bê dewletê çi kiriye û çi dixwaze bike. Biryardariya xwe nîşan dan ku wê li hemberî vê yekê ti carî ji têkoşîna xwe ya aştî, demokrasî û azadiyê venegerin."
'SERÊ GELÊ ME BILIND E'
Tûncel da zanîn, polîtîka qetlîamê ya hikûmeta AKP'ê di bin navê 'Plana Têkbirinê' de li bajarên Kurdistanê meşand, rê li ber hilweşîneke mezin vekir û got, "Bandoreke giran li Silopiyayê, li Cizîr, Hezex, Nisêbîn, Sûr, Geverê kir. Li Şirnexê kir. Hikûmeta AKP'ê bi hemû derfetên xwe hewl da vîna Kurdan bişikîne. Lê belê li pêşberî berxwedana gel têk çû; ev rewş ji bo dewletê serketinek nîne. Belê, pêvajoyeke gelekî giran bû û me berdêlên mezin dan. Qadên me yên jiyanê hatin hilweşandin, mafê me yê stargehê ji me hat standin. Tevî van hemûyan jî evîna azadiyê, daxwaza edaletê ya gelê me bi serbilindî li ser piyan e. Lewma em dibêjin îro roja mezinkirina piştevanî û berxwedanê ye."
'BERXWEDANÊ FAŞÎZMA AKP'Ê QELS KIR'
Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel di dawiya axaftina xwe de ragihand, berxwedana li Kurdistanê ji bo hemû gel û kedkaran e û got, "Ji ber vê yek, hêviyeke nû hatiye afirandin. Li hemberî dîktatoriya yek şexsî ya AKP'ê, li hemberî rejîma tekparêz, bajarên me yên li ber xwe dan, faşîzm qels kir. Dema pêşiya me wê bi têkoşîneke xurtir bimeşe. Ti tişt neqediya ye, dibe ku her tişt ji nû ve destpê bike. Ji bo siberoja xwe em di demeke nû de ne. Wezîfeya di vê demê de dikeve ser milê me, civakîkirina berxwedanê ye. Em ê vê bikin."