Altûn: Yekane tişta nehatiye guhertin înkarkirina Kurdan e

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn da xuyakirin, ku Tirkiyeya polîtîkaya xwe ya derve guhertiye, di polîtîkaya Kurd de ti guhertin nekiriye û destnîşan kir, qanûna bingehîn a polîtîkaya nû, hebûn û siberoja netewe dewletê ye.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn da xuyakirin, ku Tirkiyeya polîtîkaya xwe ya derve guhertiye, di polîtîkaya Kurd de ti guhertin nekiriye û destnîşan kir, qanûna bingehîn a polîtîkaya nû, hebûn û siberoja netewe dewletê ye.

Altûn di bernameya Polîtîk Alan a Med Nûçe de bersiv da pirsên rojnamevan Cîhan Ozgur ên li ser siyaseta derve ya Tirkiyeyê û hevsengiyên herêmî.

Altûn da xuyakirin, ku di siyaseta derve ya Tirkiyeyê de hin guhertin heye û da zanîn, ku divê ev yek bi gelek guhertinên nava AKP'ê, dewleta Tirk û rewşa civakî ve were nirxandin.

ÇARESERIYA MESELEYA KURD ÊDÎ YEK JI ARMANCÊN TIRKIYEYÊ NÎNE

Altûn da xuyakirin, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya meseleya Kurd êdî armancek bingehîn a siyaseta li Tirkiyeyê nîne û destnîşan kir, înkarkirina meseleya Kurd, pelçiqandina têkoşîna azadiyê ya Kurd û pêşîgirtina li statuyeke gengaz a Kurdan li Rojhilata Navîn, veguheriye polîtîkayeke bingehîn.

Altûn bal kişand ser pêvajoya beriya 7'ê Hezîranê û got, "Beriya her tiştî, di mijara pêşketinên li Rojava de dewletê, AKP û Erdogan helwestek nîşan dabûn. Helwestek li dijî Kurdan hebû. Didan xuyakirin, ku ew ê statuyek li Rojava bi ti awayî qebûl nekin. Hîn bêhtir pê de diçûn û nîşan didan ku ew ê sîstemeke Kurd a federe ya li Başûr jî qebûl nekin. Piştî serketina Rojava bi taybetî ya Kobanê û serketina hilbijartinên 7'ê Hezîranê, AKP ket nava panîkeke mezin. Du tişt li pêşiyê hebû, ku divê bike. Ya wê ev hemû înkar bikira û bihata nuqteya îro lê ye. Yan jî wê rewş rast binirxanda û di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de gav bavêta. Wan rêya din tercîh kirin. Ewilî hevdîtinên bi Rêberê me re asteng kirin. Piştre tecrîdeke şidandî xistin meriyetê û li hemberî tevgera me şerekî mezin da destpêkirin. Li dijî gelê Kurd şerekî mezin da destpêkirin."

DI SIYASETA DERVE YA TIRKIYEYÊ DE TI TIŞT WÊ MÎNA BERÊ NEBE

Riza Altûn li ser guhertina polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê, bi taybetî 'germbûna' têkiliyên bi Rûsya û Îsraîlê re ev nirxandin kir:

"Rewş heta astekê nerm bûye. Lê her hal ti welat, ti sîstemeke siyasî, ti dewlet niha dîroka xwe ji nedîtî ve bê. Nikare bûyerên qewimiye tine bihesibîne. Hem polîtîkayên Kemalîst hem jî polîtîkayên AKP'ê nîşan dan ku Tirkiye hem li Rojhilata Navîn hem jî li gelemperiya cîhanê bawerî pê nabe. Lewma, dikare têkiliyan deyne, lê zehmet e ku ev têkilî bigihêje asta hevalbendiya stratejîk."

Altûn diyar kir, bi navbeynkariya partiya Vatan û bi referanda Îranê re rêveberên Tirkiye û Sûriyeyê li Cezayê li ser bingeha dijberiya Kurd hevdîtn kirin û got, "Bi vê yekê ve nîşan dan ku dikarin têkiliyê deynin. Lê ev têkilî wê çawa be? Beriya her tiştî ne diayr e ku rejîma heyî ya Sûriyeyê bimîne yan nemîne. Bimîne jî wê weke rejîma berê ya li Sûriyeyê nemîne. Mîna ku qet tiştek li Sûriyeyê nebûye, nepêkane bi desthilatdariya Beşar Esad re hebûna xwe bidomîne. Wê bi kê re li hev bike? Di vir de pirsgirêkek heye.

Gelo ji Erdogan heye ku li ser bingeha polîtîka bira de Beşar Esad wê bê Stenbolê, li Qesrê mîna du birayên berê bi Erdogan re tevbigere? Ji her du aliyan ve nepêkan e. Desthilatdariya heyî dewam bike, yan jî dewam neke, têkiliya bi Tirkiyeyê re mîna berê nabe."

ERDOGAN ENDAMEKÎ BIRATIYA MISILMAN E

Li ser hewldanên têkiliya bi Misirê re Riza Altûn got, "Erdogan bi xwe endamekî Biratiya Misilman e. Ev bi belgeyan îspat bûye û li her deverê hatiye weşandin. Çavkaniya bingehîn a AKP'ê xwe dispêrê, Îhvanî Muslîm e. Îhvanî Muslîm ne tenê li Misirê heye. Di nava Îslamiyetê de xetek li Rojhilata Navîn e. Dema mirov qala Îhvanî Muslîm a li Tirkiyeyê dikin, yekser Erdogan û gelek derdorên di nava AKP'ê de tê bîra mirovan. Divê dest ji xeta Îhvanî Muslîm berin û li hemberî vê xetê bisekinin, bi vî rengî têkliiyê deyne, ku ev jî tê wateya şerê li hemberî Biratiya Misilman û yên pê ve girêdayî. Ji xwe beşeke mezin a ji van li Tirkiyeyê bi cih bûye. Ji sîstema Banka heta razemeniyên mezin, şîrket û holdîngan reh berdane. Eger li hemberî îhvanê şer bike, wê hemû îhvana li Rojhilata Navîn li hemberî xwe bibîne û meşandina vî şerî jî zehmet e. Bi vî rengî belkî karibe hinekî xwe nêzî Misirê bike. Lê belê bêyî ku tiştekî li hemberî van bike, zehmet e xwe nêzî Misirê bike. Ji xwe Misirî jî bi vê razî nabin.

ÎSRAÎL WÊ POLÎTÎKAYÊN TIRKIYEYÊ JI BÎR NEKE

Der barê Îsraîlê de, her hal Îsraîl ew rewşa li Davosê ji bîr nekiriye. Her kes dikare ji bîr bike, lê Îsraîl ji bîr nake.

Altûn da zanîn, têkiliya bi Rûsyayê jî bi heman rengî ye û bal kişand ser polîtîkaya Rûsyayê li ser Rojhilata Navîn, ku bi giranî bi Îran û Çînê re li ser Iraq û Sûriyeyê, li ser Misir û Îsraîlê dimeşîne.

Altûn got, "Gelo Rûsya wê bi lêborîneke Tirkiyeyê re careke din Tirkiyeyê tercîh bike yan jî li qada xwe ya berfirehkirî, têkiliyên nû tercîh bike? Her wiha, piştî ewçend pirsgirêkên Tirkiyeyê li Sûriyeyê derxist pêşiya Rûsyayê, zehmet de têkilî li rewşa berê vegere. Ne ku qet têkilî nabe; Rûsya jî Îsraîl jî pêwîstiya xwe bi hin têkiliyan dibîne. Lê belê pêwîstî dîtina bi hin têkiliyan rewşeke cuda ye, ji her alî ve veguherandina têkiliyên siyasî û aborî ya ji bo Tirkiyeyê, tiştekî cuda ye. Têkiliyên heyî yên li herêmê, wê li rewşeke bi kêrî Tirkiyeyê tê venegere."

YEKANE TIŞTA NEHATIYE GUHERTIN, POLÎTÎKAYA LI DIJÎ KURDAN E

Li ser polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn ev nirxandin kir:

"Polîtîkaya berê û ya îro Tirkiye dimeşîne, polîtîkaya dijberiya Kurdan e. Yekane tişta nehatiye guhertin ev polîtîka ye. Di vê polîtîkaya ku AKP di krîza Rojhilata Navîn de li ser xeta Selefî dimeşîne de, ji xwe cihê azadiya Kurdan nîne. Li şûna çareseriyê, feraseteke padîşahî, ummet û xelîfetiyê hebû. Ev çawa çêbû? Ji bo vê înkarkirina Kurdan diviyabû, ku ji xwe li ser vê yekê şerekî mezin da destpêkirin. Lê bi ser neket.

Qanûna bingehîn a polîtîkaya nû çi ye? Hebûn û siberoja netewe dewletê ye. Tê wateya faşîstiya rejîma siyasî, antî demokratîk, înkarkirin, parçekirin û qirkirina kurdan. Polîtîkaya nû jî polîtîkayek li ser înkarkirina Kurdan hatiye avakirin."

EM Ê JI BO ROJAVA HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE TÊBIKOŞIN

Altûn bal kişand ser daxuyanî û gefên dewleta Tirk ên li Rojava tên xwarin û got, "Statuyeke biçûk a Kurdan qebûl nake. Lê di vî warî de, ji bo afirandina statuyeke Kurd li Rojava yan jî ji bo pêkhatiya Sûriyeyeke demokratîk û federal, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe tevî Kurdê liwê derê têbikoşin. Em ê dest ji vê bernedin. TC dibêje ew ê dest ji vê helwesta xwe bernede. Hewl dide li ser vê bingehê têkilî û tifaqan bafirîne. Wê demê em li Sûriyeyê têkoşîneke xurt û bingehîn dimeşînin.

Lê wekî din li Sûriyeyê hêzên navneteweyî hene. Polîtîya DYA, Rûsya, Ewropa û Çînê hene. Dema mirov di çarçoveya projeya Rojhilata Navîn a Nû de binirxînin, tê dîtin ku nepêkane polîtîkayeke mîna berê bê meşandin. Li gorî pîvanên heyî, polîtîkaya Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan, bi berxwedana Kurdan û rastiya Rojhilata navîn re qels dibe."

DIXWAZIN LI KURDISTANA VALA BIKIN, SÛRIYEYIYAN BI CIH BIKIN

Riza Altûn ragihand, dewleta AKP'ê ji her alî ve li hemberî Kurdan heta dawiyê şer îlan kiriye û got, "Di serî de li hemberî Rêberê me, partiya me, gelê me, şehîdên me, çiya û axa me şerekî berfireh Îlan kiriye. Niha li ser Rêbertî tecrîdeke giran heye. Rêbertî hatiye îzolekirin. Ji jiyanê hatiye îzolekirin."

Altûn bibîr xist, ku dewleta Tirk bi bahaneyên cuda bajarên Kurdan serûbin dike, hewl dide demografiay Kurdistanê biguherîne û got, "Ji Mereşê heta Meletiyê, Semsûr, Zara, Sûr, Cizîrê, dixwazin nîvê Kurdistanê vala bikin û 3 mîlyon Sûriyeyiyên dixwazin bikin welatiyên xwe, li van deveran bi cih bikin. Bi vî rengî hewl dide Têkoşîna Azadiyê tesfiye bike."

Altûn destnîşan kir, li hemberî vê yekê, mîna li Rojava ew ê li Bakurê Kurdistanê jî li hemberî vê yekê li ber xwe bidin û teslîm nebin.

Altûn da zanîn, ti siberojeke Erdogan nîne û got, "Yên li ser vê yekê dixwazin siyaset û siberoja xwe ava bikin, di nava şaşîtiyeke mezin de ne û wê winda bikin."