PADÊ plansaziya xwe ya salekê eşkere kir

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), encamên civîna xwe ya di 2'ê Tîrmehê de eşkere kir û plansaziya karê salekê diyar kir.

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), encamên civîna xwe ya di 2'ê Tîrmehê de eşkere kir û plansaziya karê salekê diyar kir.

Plansazî bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat ragihandin. Daxuyanî ji aliyê serokê partiyê Şêx Tehtan Elî Osman, cîgirên wî Emer Salîh û Delal, endamên meclîsê ve hat dayîn.

Daxuyaniya PADÊ ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Di 24-25  Hezîranê de, TEVDA kongreya xwe ya 6. lidar xist. Di kongreya ku 2 rojan dewam kir de biryar hate girtin ku partiyeki nû were avakirin  TEVDA û KEA (Kombûna Êzidiyên Azad) wekî tifaqa Êzidiyan hatin cem hev ji bo yekîtiyekê ava bikin. Ji bo xwe berfireh bikin ku zêdetir bikaribin milet nêzî vê partiya nû bikin. Ev partiya nû bi navê Partiya Azadî û demokrasiya Ezidiya (PADÊ) hate avakirin. PADÊ civina xwe di 2'ê Tîrmehê de pêk anî.

RÊVEBERÎ Û KOMÎTEYÊN XEBATÊ

Civîn li bajarokê Sînonê yê Şengalê bi amadebûna 29 endamên meclisê û hinek endamên partiyê hate darxistin. Di vê civînê de rêveberiyeke teng a ji 9 kesan hate hilbijartin. Her wiha 7 komîte hatin hilbijartin û rêveberiya wan hate diyarkirin. Navên wan ev in: Komîteyên dîplomasî, siyasî, ciwan, jin û zarok, aborî, mafê mirovan û yekîtiya civakê.

PLANSAZIYA SALEKÊ

Pişti vê jî li ser bernameya siyasî hate nîqaşkirin û bernameyek ji 6 xalan hate pejirandine.

Di bernameyê de rê û rêbazên hilbijartina rêveberiyê bi rengekî hat hat destnîşankirin.

-Weke partiya PADÊ em ê beşdarî hilbijartinên giştî yên Iraqê bibin.

-Ji bo partiyê wê destûr ji hikûmeta Iraqê were girtin. Wê rêz li ol û kêmneteweyên din were girtin, mafê wan were dayîn.

-Wê ji hikûmeta Iraqê were xwestin, hurmetê bide van gelan, ku karibin xwe bi awayekî federal birêve bibin.

-Endamên partiyê, ji bo gihandina dengê Şengalê û bidestxistina mafê civaka Êzidî wê çalakiyên protestoyî û xwepêşandanan lidar bixe.

-Partî wê hewl bide saziyên fermî ava bike.

-Wê daxwaz ji dewletê bê kirin, ku cihên hatine xerakirin ji nû ve werin avakirin û zerara madî ya li Êzidiyan hatiye kirin, tedarik bike.

-Êzidiyên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê wê hewl bê dayîn ji aliyê çandî, bawerî û olî ve werin birêxistinkirin.

-Ji bo avakirin û mezinkirina yekîtiya civaka Êzidî wê hewldan bên kirin.

-Wê destketiyên heyî yên Êzidiyan werin parastin û cihên Êzidî lê dijîn maf û nasnameya wan biparêze.

-Ji bo rakirina astengiyên li pêşiya jinan û bidestxistina mafên jinê, wê bikeve nava hewldana.

-Di warê siyasî û dîplomasiyê de wê bi hemû partî û siyasên Iraqê û li derveyî Iraqê re têkilî were danîn û berjewendiyên civaka Êzidî werin parastin.

-Wê hewl bê dayîn li Şengalê, Başûrê Kurdistanê û Rojava cihê Êzidî lê ne, navenda partiyê were vekirin.

-Ji bo partî li gorî qanûnên Iraqê were qebûlkirin, karibin xwe li her deverê bi rêxistin bikin û karibe tevlî hilbijartinên li Iraqê bibe, wê bikeve nava hewldanan."

...