BI DÎMEN

Gerîlayan tankeke din rûxandin: Vaye dîmen

Gerîlayan roja 11'ê Hezîranê li Şirnexê tankek rûxandin. Dîmenê vê tankê di Gerîla TV de hat weşandin.

Gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG), êvaar 11'ê Hezîranê li hemberî qereqola Çelê Nimêja û Tûgaya Şirnexê çalakiyek pêk anî bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniya xwe ya 13'ê Hezîranê de ragihandibû, ku li Qereqola Çelê Nimêja tankek hatiye rûxandin û bi çekên giran derb li qereqolê hatiye xistin.

Ne artêşa Tirk ne jî medya AKP'ê li ser rûxandina vê tankê ti daxuyanî û agahî nedabûn.

...