Bayik: Bicihkirina koçberan li Kurdistanê, xencerekî tevkujiyê ye

Bayik diyar kir, AKP dixwaze mîna xencerekî tevkujiyê koçberan li nava Kurd û Elewiyan bi cih bike û destnîşan kir, bê Kurd hiştina erdnîgariya Kurdistanê tê wateya têkbirina Kurdîtiyê. Bayik ji Kurdên li her derê dijîn xwest, li dijî vê derkevin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di gotara xwe ya vê hefteyê ya li rojnameyên Yenî Ozgur Polîtîka û Azadiya Welat de, di bin serenavê "Nabe ku koçberan bikin amûrê komkujiyê" polîtîkayên AKP'ê yên xalîkirina Kurdistanê û bicihkirina koçberan li xaka Kurdan, nirxand.

Bayik destnîşan kir, ku Tayyîp Erdogan wê weke dijminê herî mezin ê gelê Kurd derbasî nava dÎrokê bibe û got, "Bicihkirina koçberan a li cihên ku Kurd lê dijîn, şik û guman tineye ku bi niyeta xerab e. Li ser serê Kurdên ku di bin dorpêça tevkujiyê de ne, pêleke din a tevkujiyê amade dikin."

Bayik diyar kir, ku tê xwestin Kurdîtî ji holê were rakirin û got, "Ne tenê Kurdên li Bakurê Kurdistanê, li Başûr, Rojhilat, Rojava û Kurdên li her derê cîhanê divê li dijî vê polîtîkaya dewleta Tirk derkevin."

Nivîsa Bayik bi vî rengî ye:

"Cejna pîroz a Remezanê li gelê Kurd û hemû gelên Misilman pîroz dikim, hêvî dikim ku cejn aştî, aramî û hizûrê bîne. 

Li her derê teqandina bombeyan ji aliyê DAIŞ'ê ve, jin zarok, kal qetilkirina sivîlan bi navê Îslamê, têgihiştin û hebûnên civakî yên tevgerên bi vî rengî dafirînin pêwist e ku bi wesîleya vê cejnê were lêpirsîn. Bi taybetî jî hêzên ku Îslamê ji bo mebestên xwe yên mêtîngeriyê û desthilatdariyê bi kar tînin, divê werin lêpirsîn. Di serî de jî DAIŞ û AKP tên. Ev her du hêz dîn ji bo armancên xwe bi xerabî bi kar tînin û ji bo şer mîna amûr dixebitînin. 

Tayyîp Erdogan her roj têgîna şehîdbûnê ya di ola Îslamê de tê wateya cangoriyên li dijî neheqî û dagirkeriyê, ji bo şerê kirêt ê li dijî Kurdan dimeşînê, bi kar tîne, şer û qetilkirina Kurdan bi vê yekê rewa dike. Em dikarin bêjin ku di dîroka Tirkiyeyê de rêveberekî din ê dewletê dijminatiya xwe ya li dij Kurdan ewqasî vekirî ranixistibû ber çavan. Mîna gotinên Çîller ên salên 1990'î yên, 'Ez yeka paşa nakim dudu' tevdigere û weke mînaka ku qiloç guh derbas dike Erdogan tevdigere. Tayyîp Erdogan di dijminatiya Kurdan de ji xwediyê şerê kirêt; Unal Erkan ê di salên 1990'î de waliyê Rewşa Taybet a li Kurdistanê hatibû îlan kirin jî gelekî derbas kiriye. Di salên 1990'î de ji bo çewisandina Tevgera Azadiya Kurd şerê kirêt dihate meşandin, niha ev şer tevî armanca di tevkujiyê re derbaskirina Kurdan tê meşandin. Tayyîp Erdogan mîna dijminê herî mezin ê gelê Kurd wê derbasî dîroke bibe. Bi gotinên yek milet, yek welat û polîtîkayeke tevkujiyê ya li dijî Kurdan meşand wê were bibîranîn. 

Tayyîp Erdogan niha jî dibêje ku ew dixwaze li bajarên Kurdan ên rûxandin û şewitandin koçberên Sûriyeyî bi cih bike û bi vê yekê re hewl dide rêjeya nifûsa herêmê biguhere. Ji aliyekî ve bi êrîşan Kurdistan ji Kurdan xalîkirin; li aliyê din jî bicihkirina koçberên Sûriyeyî ya li Kurdistanê tê wateya komkujiyê. Hewldaneke bi vî rengî wê were wateya asteke nû ya şerê ku Tayyîp Erdogan û Gladyoya Qesrê li Kurdistanê dimeşînin. Yên li Pazarcix a Mereşê di nava gundên Elewiyên Kurd de kampên koçberan ava dikin, dikarin vê yekê jî bikin. 

Bicihkirina koçberan a li cihên ku Kurd lê dijîn, şik û guman tineye ku bi niyeta xerab e. Li ser serê Kurdên ku di bin dorpêça tevkujiyê de ne, pêleke din a tevkujiyê amade dikin. Ji xwe, di sedsala dawî de di encama polîtîkaya bi zorê ji cih û war kirina Kurdan û bicîhkirina hin koçberan a li van cih û waran, rêjeya nifûsa Kurdistanê hatiye xerakirin. Niha zêdetir meşandina vê yekê, standina ax û warên Kurdan wê were wateya komkujiyeke eşkere. Ji aliyekî ve bajar tên rûxandin, şewitandin û zêdekirina zilma li ser Kurdan re polîtîkaya komkujiyê tê meşandin, bi vê yekê re bicîhkirina koçberan a li cih û warên wan tê wateya gefa eşkere ya em ê we bi tevahî biqedînin. Kîjan Kurd vê yekê qebûl dike? Kurdê ku vê yekê qebûl bike wê bibe şirîkê komkujiyê. Her weha Kurdê bêdeng bimîne û serî raneke jî wê bibe şirîkê komkujiyê.

Bicihkirina koçberan a li cihekî din ê Tirkiyeyê tê wateyeke din; bicîhkirina wan a li Kurdistanê wateyeke cuda ye. Ji ber ku Kurd û Kurdistan di bin dorpêça komkujiyê de ne. Dewleta Tirk jixwe bi sedê salan e dixwaze li Kurdistanê nifûsa Kurdan kêm bike. Ji ber vê yekê bicîhkirina koçberên ji Sûriyeyê ya li Kurdistanê tê wateya bilindkirina asta vê qirkirinê. Di vê çerçoveyê de gotinên dibêjin li cihên din ê Tirkiyeyê jî koçberên Sûriyeyî hene wê nikaribin ser vê qirkirinê bigirin. 

Li dijî polîtîkayên bi şêwazê bicîhkirina koçberên Sûriyeyê bê Kurd hiştina erdnîgariya Kurdistanê, nêrîna wan a siyasî çi dibe bila bibe, divê Kurd hemû li ber rabin. Ji ber ku tê xwestin Kurdîtiyê têk bibin. Ne tenê Kurdên li Bakurê Kurdistanê, li Başûr, Rojhilat, Rojava û Kurdên li her derê cîhanê divê li dijî vê polîtîkaya dewleta Tirk derkevin. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî divê ji niha ve desilatdariya AKP'ê hişyar bikin. PDK, YNK, Goran, Yekgirtû Îslamî, Komeley Îslamî û partiyên din divê li dijî bicîhkirina li Kurdistanê ya koçberên Ereb ên Sûriyeyî derkevin. Divê nîşan bidin ku hewldana bicîhkirinê ya bi vî rengî ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê êrîş e, lê belê tê wateya êrîşê li dijî tevahiya Kurdan. 

Eger bicîhkirina koçberên Ereb qebûl bikin, ji bo Kurdan ev yek wê were wateya întîharê. Gelê Kurd divê ji bo desilatdariya AKP'ê bibêje, "heger tu dixwazî koçberan bibe li Derya Reş, Trakya, Ege, Derya Spî û Anatolyaya Navîn bi cih bike". Heger wisa neke û koçberan bixe erdnîgariya ku Kurd lê dijîn, ev yek weke êrîşeke komkujiyê wê were dîtin û li dijî vê bicîhkirinê gelê Kurd bi her rê û rêbazê wê dest bi berxwedanê bike. Kes nikare bibêje çima polîtîkayên bê Kurd hiştina erdnîgariyê û êrişên komkujiyê ji aliyê Kurdan ve nayên qebûlkirin

Em bawer dikin ku koçberên Sûriyeyî jî wê polîtîkayeke ku wan û gelê Kurd bîne dijberî hev, qebûl nekin. Kurdan li Rojava ji ber şer milyonek Ereb li bajar û navçeyên xwe kirine mêvan. Lê belê mebesta dewleta Tirk ew e ku koçberan jî bixe şirîkê polîtîkaya komkujiyê ya li dijî Kurdan. Ji bo vê yekê divê koçber bibêjin, 'Em nabin şirîkê sûcekî bi vî rengî'.

Eger dewleta Tirk dixwaze statuya koçberî-penaberiyê rake wê demê beyî danîna sînorê cografîk, beyî bibêjê ez ê li vir an li wir bi cîh bikin, bila destûrê bide, kî dixwaze li ku bi cîh bibe, bila biçe wir. Li dewsa vê yekê mîna xencereke tevkujiyê bicîhkirina koçberan a di nava Kurd û Elewiyan de nayê qebûlkirin."