Avesta: Licê rûmeta mirovahiyê ye

Avesta bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir, ku di şexsê Ocalan de jin, ciwan û hemû civak dîl hatiye girtin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, di bernameya Çira Welat a Çira TV de mijarên ku di rojevê de ne, nirxand. Avesta bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir, ku di şexsê Ocalan de jin, ciwan û hemû civak dîl hatiye girtin.

'HEMÛ ARMANÇ Û HEDEFÊN ME AZADIYA SEROK APO YE'

Tecrîda li ser Rebêrê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan her ku diçe mezintir dibe.  Ji Tîrmeha 2011’an û vir ve bi parêzerên xwe re û ji 2015’an û vir ve jî bi heyeta HDP’ê re  hevdîtin pêk nayên. Ev polîtîkayên li ser Rêberê Gelê Kurd tê meşandin têne çi wateyê?

Ez destpêkê cejna tevahî alema îslamê ya Remezanê pîroz dikim, ez di wê baveriyêde me ke ev cejn bibe sedema aşîtî û azadiyê. Niha tecrîda li ser ser Serok APO, tecrîdeke kî daîmî ye. Tecrîtekî kek u mirov bi mehan, bi salan miro bîne ser ziman têrê nake. Rêber APO, ji roja ku hatiye girtin û hetanî îro yanî ev 17 sal in di bin heman tecrîdê de ye, di bin heman êrîşan  de ye, di bin heman zextên devleta Tirk û kesên komploger de ye yên ku ev komplo pêk anîne. Li Girava Îmraliyê kanûnên taybet têne meşandin. Hêzekî taybet li wê derê heye. Tecrîd ji roja destpêkê hetanî îro wekî xwe ye û berdevam dike. Sedemên wan baş têne zanîn. Em hemû jî dizanin di şexsê Rêber APO de gelê Kûrd esîr hatîne girtin, di şexsê Rêber APO de mirovahî dîl hatiye girtin. Dîsa di şexsê Rêber APO da hemû jin, hemû ciwan, hemû pêkhateyên cîvakê êsîr û dil hatine girtîn. Îro jî ev tecrîd û dorpêçkirina li ser tevahî gelan û gelê me berdevam dike di şexsê Rêber APO de. Dema dixwazin tevgera azadiyê biperçiqînin yan jî  dixwazin îradeyê bişkînin ji bo vê navenda wê Rêber APO ye; ji wê derê dest pê dikin û ji wê derê êrîş dikin. Ji bo vê jî ev tecrîd divê bê şikandin, êdî bi vî şêwazî pê re nayê jiyîn. Bê guman hemû hewldanên tevgera me, taybet jî ji tecrîda dawiyê ve yanî ji 5’ê Nîsanê û vir ve dest pê kir. Hikûmeta AKP’ê siyaseteke bi vî rengî pir xeter dide meşandin û armanca wan ew e ku di şexsê Rêber APO de tevgera me esîr bigre, tesîr lê bîke û nehêle têbikoşe. Ji bo vê jî Rêber APO  helwest girtiye û li hemberî wê jî Rêber APO di nava berxwedanekê de ye. Gêlê me jî di heman demê de di xeta Rêber APO de bû. Ev 17 sal e bê navber tekoşîna xwe didomîne , curbe cur vê tekoşînê her berdewam kir. Bi dehan keç û xorton vî wêlatî li dora Rêber APO xelekek çekirin. Ev xelek bi canê xwe, bi êgir çêkirin. Bi rihê fedaî çêkirin da ku nehêlin tu carî berxwedana li dora Rêber APO were rawestandin. Îro jî heman tişt berdewam e. Bi taybetî jî yanî ji pêngava azadiya Rêber APO ve ku ev çend sal in berdevam dîke û hetanî azadiya wî bê navber wê berdewam bike. Di nav vê çarçoweyî de, dema ku mirov nêzik dibe niha gelê me hem li Kurdistanê hem jî derveyî welat di nava çalakiyên pir birûmet de ye. Herî dawî li ber Konseya Awropayê, çalakiya çadirên nobetê hatibûn destpêkîrin, ku vê çar sal li pey xwe hiştin. ÊdÎ rêbazekî nû dest pê kiriye. Niha li hemû cihên ku gelê me tê de dijî konên azadiyê hatine danîn, nobeta azadiyê digrin. Dîsa cur be cur çalakiyên wan berdevam dikin. Em dîsa jî dibejîn dibe ku ev çalakî bê navber li hemû qadan berdevam bikin. Em hemû divê di nava berxwedanekê  de bin. Heta ku em vê dorpêçê bişkînin, we tecrîdê tertûbelav bikin û armanc û hedefên me yên esasî azadiya Rêber APO, mîsogerkirina azadiya Rêber APO ye. Dîsa di nava her tiştî de mirov rexne bike, ji rexneyê wêdetir dereca sûc de saziyên ku niha erkdar in, qaşo xwe ji mafê mirovan berspirsyar dibînin, di serî de saziyên weke  CPT. CPT, çû girava Îmralî lêkolînek kir, raporek amade kir û hetanî niha jî ev rapor hişkere nekiriye. Ev nêzîkbûnek polîtîk e.

'SEROK APO, JI BO ME SEDEMA ŞER Û AŞTIYÊ YE'

Berî vê jî CPT çûbû Girava Îmraliyê hevditin çêkiribûn. Çend meh şûn de ev hevdîtin hişkere kiribûn. Naha jî çend meh di ser hevdîtina ku li Îmrali hatibû çekirin derbas bû lê belê  naveroka wê hevdîtinê nehatiye hişkere kirin. Sebebên wê çi ne, çima CPT raporê hişkerê nake, çi li  pêşiya CPT asteng e?

Tişta ku li pêşiya CPT asteng e, berjewendiyên welata ne. Xuya dike ku CPT jî ne xweser e. Wekî xweser didin nîşan, xweser ee, mafê wê heye biçe her derê lêkolîn bike. Eva jî bi taybetî hêzên desthilatdar; cihên ku xwe pê fînanse dikin, cihên ku pê ve girêdayîne hetanî destûrê nedine  wan raporê hişkere nakin. Wekî kanûn ji xwera danîne, dikarin hetanî salekê jî hişkere nekin. Lê em baş dizanin ku armanc ne ev e. Armanca kanûnê ne ew e ku keyfî nêzik bibe.  Mijara Rêber APO ne  mijara wiha ye ku li gorî dilê xwe nêzik bibin.  Mijareke pir tenik e. Di şexsê Rêber APO de niha civakek bi tunekirinê re hevrû dibe. Ji bo  vê jî hebûna Rêber APO, ji bo ku pêvajoyeke azad, demokratîk û aram dest pê bike û di heman demê jî cihê ku Rêber APO lê tê girtînê û hebûna Rêber APO dîsa dikare xetereyê li ser Rêber APO bikin û şerê bi dehan salan di asta herî dijwar de bidome. Tevgera me ji ber xwe negotiye Rêber APO xeta me ya sor e. Ji bo me hem sedema şer e û hem jî sedema aştiyê ye. Divê ev sazî jî vê bizanibin. Rêber APO ne  girtiyekî ji rêzê, ne di girtîgeheke ji rêzê de ye. Ew li gorî xwe dikarin di salekê de jî raporê hişkere nekin. Ev van nêzîkatiyan weke niyet dibînin û weke tirsonekiyê dibînin û wiha nêzîk dibin. Ji bo berjwendiyên xwe vê dikin û ev nêzîkatî bi berjewendiyên dewletê re têkildar in ku li ser zextan dikin da ku wê raporê niha neweşînin. Em vê jî baş dizanin ku ev hemû zextên devleta Tirk in. Heke zextê devleta Tirk li ser CPT bandoreke wisa bike, wê demê ev rapor ne raporeke xweser e. Yanî dibe ku bêyî ku  bisekine hema di nava hefteya pêşî de  daxûyaniyeke taybet bidaye. Rapora bingehîn jî piştre dikarîbû biweşîne û ji bo raya giştî, raya gelê Kurd, mirovahiya pêşketî daxûyaniyek bidaya der barê revşa wî ya dawî de bê ka çiye, çawaye, milê tendûristiyê ve çawa dijî û li girava Îmraliyê tecrîdeke çawa li ser heye, wekî berê çi qasî guhertin tê da çebûye? Tişta ku em pê dizanin, ev salek û nîv e zext girantir bûye. Tecrîd gelekî girantir e ne tenê nebûna têkiliyan jî. Li wê derê jî şert û mercên Rêber APO girantir in. Ji bo  vê jî gelek caran tevgera me daxuyanî dan. Hevserokên KCK’ê daxûyanî didan.  Gotîn, em ji jiyana Rêber APO bi guman in. Em van ji ber xwe ve nabêjin. Ji bo vê îj çarekî dî bi wê mûnasebetê em bang dikin, divê deqeyek beriya deqeyekê ev daxûyanî were dayîn û  tenê bi daxûyaniyê jî nemîne û divê bijîşkên sînornenas bikaribin biçin. Em dizanin meselêyen xwe yên tendûrîstî pir cîddî ne. Divê deriyan vekin, doktor yên bê alî, xeynî doktorên Îmraliyê, doktorên ku bi kesî ve ne girêdayî yên sînornenas biçin kontrolekê bikin û  bizanibin bê  ka rewşa wî çawa ye. Divê çapemenî bikaribe biçe. Tekoşîneke bi vî rengî gelê me dide, encamên wê tekoşînê  jî divê  ev sazî jî zextê li ser devleta Tirk bikin û bikaribin wî deriyî rojek beriya rojekê jî vekin.

'LICÊ BÛYE CIHÊ SERHILDANÊN MEZIN'

Revşa Bakurê Kurdistanê li pêş çava ye. Hemû zext û îşkence, binçavkirin û girtin, qetlîam û qirkirin berdevam dikin. Herî dawiyê jî li Lîcê bûyerên mezin çêbûn. AKP û devleta Tirk dixwaze li Lîcê çi bike?

Licê di nav berxwedaneke pir mezin de ye. Licê wekî dîrokî di dîroka gêlê Kurdistanê de xweyî cihekî pir bi rûmet e, pir berxwedêr e. Licê-Hanî tê zanîn, cihê berxwedana Şêyh Seîdê kal e. Çen roj berî niha salvegera darvekirina wan jî bû. Bi vê mûnasebetê li ber berxwedêr û şehîdên wê demê jî bejna xwe  ditewînim û wan şehîda bibîr tînim. Li ser vê 91 sal derbas bûn. Hetanî niha jî pêngav nehatiye guhertin. Heman zîhniyeta devleta Tirk berdewam dîke. Licê di tevgera azadiya me da cihekî pir mezin û cûda ye. PKK’ê  xwe li wê qadê saz kir. Li wan gundên pîroz yên Lîcê gundê Fîsê PKK’ê di 1978’an de xwe damezirand. Li Licê û derdorên wê welatparêzî xurt  e û welatperweriya wê bi nav û deng ee. Bi welatê xwe ve girêdayiye, bi nirxên xwe ve gîrêdayiye, bi çand û hebûna xwe ve girêdayiye. Ji bo vê jî Licê hertim bûye cihê berxwedanên mezin, bûye cihê serhildanên mezin, bûye cihê raperînên mezin. Îro jî çawa em mêze dikin Licê serî nedaniye, devleta Tirk dixwaze Lîcê bi vî rengî bişkîne, wê îradê bişkîne bi rengekî, şêvazekî tund. Lê di bin navekî cuda de bi rengekî derî axlaq, bi rengekî ku ti carî nikare bi wan tiştekî bide bawerkirin jî lê ew bi  xwe jî ji derewên xwe jbawer nakin lê dîsa jî didomînin. Ji bo vê jî qedexeyê danîne li ser Lîcê û tevahî Lîcê, qaşo giyayê hişbir yanî kenewîr hatiyê çandin û ew wan radikin. Eger li yên kû wan diçînin, çêdikin û difiroşin digerin, eger dixwazin wan bibînin ne hevceye dûr biçin. Ew  hemû li Qesrê ne, hemû Qesra Erdogan in. Yên bê exlaqiyê dikin, yên ku maddeyê hişbirê çêdikin, yên kû diziyê dikin hemû li Qesrê kom bûne. Yên kû serokatiya wan jî dike Erdogan e. Vêya herkes baş dizane. Lê li şûna ku biçe wan ceza bike, bi vî tiştî dixwaze koka Kurdan tune bike, ji bin ve rake, nirxên Kurdan ji binî ve rake. Dixwaze welatparêziya Kurda ji binî ve rake. Dixwaze Kurdan qir bike, tûne bike. Wekî dî armanceke wa tune. Li Licê ya ku qedexe li ser  hatiye danîn hetanî niha çi dibe kes pê nizane. Li wê derê çi qas qetlîam hatin kirin? Em tene dizanin Licê ev bi  rojan e ku dişewite. Xwezaya wê tê bombekirin, gelê wê tê koçber kirin. Van rojên pîroz ev gel ji qirkirinekî mezin  derbas dibe. Ji bo vê jî armanca devleta Tirk bi hemû awayî li ber çavê dinyayê ye. Qirkirînek ji bo gêlê Kurd dane destpêkirin, vê qirkirinê giştî, parçe parçe pêk tîne û mezin dike. Li Cihê ku berxwedana herî mezin tê da çebûye dixwazin qirkirineke mezin pêk bînin. Berî niha    li bajarê Kurdistanê li Cizîr, Sûr, Kerboran, Hezex, Nisêbîn, Gever, Şirnexê gelek tişt   kirin lê yên li  Lîcê têne kirin hîn  dijwartirin, hîn kûrtir e, hîn girantir in. Ji bo vê jî divê gelê me Licê tenê nehêle. Wekî wan bi xwe jî şîara wê danîne, Licê rûmeta Kurdan e, rûmeta mirovahiyê ye, rûmeta hemû PKK’yiyan e, ya hemû însanên azadîxwaz e; yên li azadiyê digere, yên  kesên demokrat e, yên hemû kesên welatparêz û bi rûmet e. Divê her kes li rûmeta xwe, li şerefa xwe, li haysiyeta xwe, li hebûna xwe xwedî derkeve. Em bêjin Licê em in. Em şewitandin, em têne bê kok kirin, em  têne bê çand kirin, em têne bê ziman. Ji bo  vê jî berxwedana Lîcê berxwedana tevahî mîrovahiyê ye, xwezaya Licê dîroka mîrovahiyê ye, dîroka Kurda ye, dîroka berxwedana Kurda ye. Xwedîderketin li Lice xwedîderketina li hebûna xwe, li rûmeta xwe ye

'GOTINÊN WAN JI QEBEHETÊN WAN MEZINTIR IN'

Li ser şaredariyan jî ev zext û zordarî hene. AKP, mûfettîşan dişîne da lêbikole bê ka pereyên şaredariyên Kurdistanê bi kû ve diçin. Dibejin ev pereyên ku ji bo Şaredariyên Bakurê Kurdistanê diçin ji bo tevgera wê, tevgera azadiyê dibe fînans. Taybet ev mijar  ji bo şaredariya Wanê jî tê gotin. Hûn vê mijarê çawa dinirxînin?

Tiştên ku têne kirin parçe parçe nîn in. Hemû bi hev girêdayî ne. Devleta Tirk, şexsê Rêber APO de şerek daye destpêkirirn. Ev bûyerê dinê lokal in. Yek yek in. Dixwazin hedefê biçûk bikin û lokal bidin diyarkirin. Mesele ne tene şaredariya Wanê  ye. Tiştêk wiha dane destpêkirin ku armaanc dikin îradeya siyasî tune bikin, dixwazin destkeftiyên Kurdan hemû bêne tunekirin, dixwazinparazvanên vê xetê dikin- ango gerîlla bê tasfiyekirin, Rêber APO bi vî şiklî dixin bi tecrîdê  û  têkîlî hatine qutkirin. Yanî şerekî tevahî heye, qirkirineke tevahî heye, êrîşeke tevahî heye. Bi xwe jî baş dizanin ku aniha bila ji bo hemû şaredariyên Tirkiyê mûfettîşen devletên din bînin, yên navnetevî bînin, kesên bi wûcdan bînin û li hemû cihan bila bikevîn nava teftîşê, û bila ji Qesrê dest pê bikin. Bila ji Qesra Erdogan dest pê bikin hetanî şaredariyên tevahî Bakurê Kurdistanê. Bila ev mûfettîşên bi wûjdan raporekê hazir bikin bê ka  kî diziyê dike, kî pereyan direvîne, kî bê axlaqiyê  dike, kî bêhtir berjewendiyên xwe hesap dike, kî di xîzmeta gel de ye, kî gorî kanûnên şaredariyê kar dîke bila van  hemûyan lêbikolin wê çaxê çi cezayê heyî jî  bidin. Lê mûfettîş kiye? Mûfettîş memûrê  Erdogan e. Wî diyar kiriye gotiye biçe vê bike. Gotinek heye, dibeje gotinan wan ji qebehe ta wan mezintir e. Bi hemû awayî senoryaya xwe amade kirine, konsepta wê çêkirine, hikmê wê ji berê ve dane. Her roj li ser çapremeniye wiha dibêje;  emê vê fîtîl fîtîl ji pozê wan derxînin, em ê destê wan bigrin, da careke dî di  wî karî da neminin, ev dijmin in. Ti bê dibêjî tabîî mûfettîşe ku te tayîn kiriye jî wê biçe vê bibêje, raporê li ser van gotinan amade bike. Ev vala ye. Ew dixwazin  di raya gîştî de têgehek ava bikin. Operasyoneke têgihiştinê dîxwazin  çêbikin. Despêkê reş dike, têgehekê çêdike, bingehekî wê çêdike û piştre jî  jî kirasekî lê dike. Dibejin  yên mînarêyê çêdikin kirasekî jî lê dikin. Eve hemû giredayî êrîşên esasî yên giştî ne û vê jî li ser Kurdistanê parçe parçe didin meşandin. Tenê vê jî nakin Ji. Milekî ve van dikin  û ji milekî dî ve  jî pişta xwe didin şikandina îradeya gelê Kûurd û dixwazin di qada navnetevî de jî qaşo pengaveke nû bavêje. Van hefteyên dawî, dema ku li gel herkesî  di nava hûsûmetekê de bû, ciranên ji der ve hemû anîbûn pêşberî xwe û îro ji bo ku îradeya gelê Kûrd bişkîne bî vî rengî tawizan dide, sitûyê xcwe ditewîne da ku tenê êdî navbera xwe bi wan re xweş bike. Herî dawî bi Îsraîlê re, bi Rûsya re ketiye nava têkîlayan û ev têkilî  encamên van tiştan in. Ji bo ku  rewşê berevajî  bike. Li milekî  Lîcê qir dike, bê rûmetiyekîe mezin dide nîşandin li milekî din jî  liGazze xwedî derdikeve. Li ser bûyereke 7 Sal berî niha dibeje Îsraîl bi hemû awayî  Gazze qir dike. Helbet qirkirina Îsraîl ya li ser Gazze divê miro qebûl neke, dijî wê jî bisekine, tekoşîna gelê Filîstîn jî tekoşînek bi rûmet e. Lê ji bo ku li ser vê siyasetê bike gelê Kurd tûne bike, ji nedîtî  ve were bê axlaqiya mezin ev e, durîtiya mezin ev e, bê wijdaniya mezin ev e, bê rûmetiya mezin ev e. Divê  li hemberî wê bêsikinandin. Duh bû derket digot; ez mafê gelê Filîstîn diparêzîm, ez qatilê gelê Fîlîstînê re rûnanim lê niha jî dibeje yê ku alîkarî ji Fîlîstînê re dibir ma ji min îcaze xwesti e. Ev qasî jî bê rûmetiyê dike. Ji bo vê, ji bo îrada gelê Kurd tûne bike bi her kesî re çokên xwe diatîne erdê, stûyê xwe ditewîne, izrê xwe dixwaze, xwe davêje ber piyên wan. Hema dibêje em werin em bibin yek, bila mafê Kurdan tune be, bila yêkbûna Kurdan tune be, bila şoreşa Rojava bi ser nekeve, bila PKK li  Bakur û Başûr bi  ser nekeve. Ji bo vê jî bila Kurd tune bin, Kurdên Bakûrê Kurdistanê bila tune bibe, bila Kurdistan çênebe çi heye dike û diketve nava pêvajoyekî wiha. Gotinek heye bila baş bizanibe, feyda tirsê ji ecel re nîne. Devleta Tirk êdî di nava ketinekê  de ye, di nava têkçûnekê de ye, di nava windekirinekê de ye. Harbûna wê ji vê psîkolojayê tê. Dizane êdî nikare wekî berê vê bide meşandin, ji bo vê hemû projên wî, hemû plansaziyên wî li hemberî berxwedana gelê Kûrd, li hemberî tekoşîna azadiyê têk çûye, ewê bii tevahî jî winda bike. Tu carî zilm di dîrokê de bi ser neketiye, we ti carî jî bi ser nekeve.

'AKP'Ê BI XWE ÇALIKIYAN BI DAÎŞ'Ê DIDE KIRIN'

DAÎŞ pir berê xwe dide Tirkiyê , dema ku têkîliya wan a  bi  Erdogan re bi belgeya derketiye ev qasî êrîş çêdibin. DAÎŞ, çima berê xwe dide Tirkiyê û çalakiyên dike?

Bûyera ku li Stenbolê pêk hatibû pir balkêş bû. Tevgera me, Konseya Reveber a KCK’ê bi daxûyaniyekê qatlîama ku li wê derê pêk hatibû şermezar kir. Eva diyar dibe   ku ev plansaziyeke AKP’ê û DAÎŞ’ê ye. AKP, kengî xwestiye  rojevê biguherîne, kengî xwestiye li gorî xwe tiştekî nû çebike dostê xwe komî ser hevdû bike, dûjminê xwe têxe quncikekê wê demê êrîşen bi vî rengî çêdibin. Yanî em van hemûyan dibînin. Çi êrîşên bi nave DAÎŞ’ê çêbibin bi vî rengî  bi zanebûn çêbûye. Wî kiriye, wî starta pêvajoyek nû daye. Em qetlîama Sûrûç, Enqerê, Amedê, Taksîmê dizanin. Herî dawiyê jî ya li Stenbolê li balafirgeha Atatûrkê dizanin.  Eva hemû bi MÎT’a devleta Tirk, bi gladyoya Erdogan ve girêdayî tê çedibin. Ev diyar e. Ji bo vê gelê Tirkiyê divê vê bizanibe. Di balafirgehê de diçe dikeve xeta teyara termînala ya derve. Dixwaze ji  alemê re bibeje bibinin terorîst in, dixwazin min bixin, pişta min bigre, alîkarî bide min. Armanca wî jî ew e ku tevgera azadiyê li hemû qadan reş bide diyarkirin. Ji xwe vê dibeje. Hemû saziyên Kurd wek terorîst daye diyarkirin. Hetanî niha jî dibeje DAÎŞ hê baştir e. Ji bo vê jî têkîliya Erdogan û DAÎŞ’ê diyare, bi belge ye. Li Mînbîcê, li Girê Spî  li gelek cihan  qewata YPG, QSD li ser çeteyên DAÎŞ’ê rojane çarşev çarşev wan belgane bi dest dixin. EV hemû Lİ pêş çavê dinyayê te. Herkes jî dibîne. Erdogan bê şerm û fedî diçe cihê bûyerê û bang dike. Dibeje hûn li hemberî DAÎŞ’ê şer nekin ew dûpişk bi we ve bide. Jixwe dûpişk di  destê te de ye. Dema ku tu  dixwazî dûpişk têxî tevgerê. Ev dûpîşk di destê te de ye, jehra  dûpîşkê p êre ye. Ew vê baş dizane, DAÎŞ bi xwe ye û bi xwe çêdike. Li ser wê jî tîcaretê dike. Gelê Tirkiye hemûyan dît. Siyasetekê erzan dikin. Roja ku bûyer çebû eynî deqê de ji wan re  lê hat, gotin DAÎŞ ê. Roja dîjî li Stenbolê bi şahiyeke mezin pirek vekirin. Gelê Tirkiyê jî dixe şûna gelê nezan. Ew gelê ku li wir de dijîn dixe cihê ku tiştekî fam nekin. Divê ev gel jî vê bibine. Her roj ew qas qetlîam, ew qas qirkirin dibin yê kû jê vê sûd werbigirin kîn e, polîtîkayên AKP’ê ne. Ew jî sûd werdigre. Yên ku têne kûştin zarokên wî mîletî ne lê yê ku li ser vê tîcaretê dike, yê ku li ser wê siyasetê dike,  koltixê xwe jî saxlem dike AKP ye. Ji bo  vê jî di vê bûyerê de bi destê AKP’ê û DAÎŞ’ê qetlîam hatiye kirin sûcekî wa qurbaniyê tune ye. Ji malbatên wan re em sersaxiyê dixwazin. Divê her kes bizanibe divê wê qetlîamê de destê AKP’ê heye. AKP û gladîoya Erdogan kiriye.

'SIYASET LI SER BERJEWENDIYAN DIMEŞE'

Hêzên derve Erdogan rexne dikin lê ji bo qetlîaman tiştekî jê re nabêjin û tiştekî pê nakin. Sedem çiye?

Berjewendiyên wan in. Di navbera Erdogan û nêzîkbûnên wan de hêzan jberjewendî hene, durûtî hene. Siyaseta wan, siyasetekî gelên bindest nîn e, ji bo azadiya gelê bindest nîn e. Evana mirov li  siyaseta Ewropa bi hişkere dibine. Siyaseta wan, siyaseta îdarekirinê ye. Hem dijminan hem jî dostan îdare dikin. Ev jî di vê pevajoyê da berdevam dike. Hêzên navnetewî jî di vî warî de li berjewendiyên xwe digerin. Dema dixwazin bişîdînin çarna jî siyaseta xwe, benê xwe sist dikin. Ew jî dizanin di rejîma devleta Tirk de feyde nemaye. Dişidînin û tawîza digrin. Hezên ku sûd jê  dîtîne tawîzan ji Erdogan digrin. Tiştek di destê Erdogan da nemaye. Her der firotîne, pêşkêş kirine. Ji bo vê jî nêzikbûnên van nêzîkbûnên demokratîk nîn in, nêzikbûnên ji bo berjewendiyên gelan nîn in. Em jî dizanin siyaseta cîhanî wiha dimeşe. Siyaset li ser berjewendiya dimeşe. Di berjewendiyan de jî gerek nirx hebin, nirxên mirovahiyê bêne parastin. Ama siyaseta ku aniha li ser wan tê meşandin siyaseteke wiha ku  rojane berjewendî  esas têne girtin, li ser vê ye. Lê belê ew hêz hemû jî dizanin ku êdî bi vê şêvaza Erdogan û hûkûmeta wî ev faşîzmê, ev dîktatorî nayê meşandin. Ji bo vê jî ji xwe re li alternatîfan digerin. Wekî me ji diyarkirî sedema vê jî ew ku  berjewêndiyên xwe li ser hemû tiştan digirin.

'PEDA, JI BO SÎYASETA ÊZÎDIYA PÊŞKETINEKE NÛ YE'

Pêşketin ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê hene. Başûr jî ev pêşketin hene. Qada Şengalê, gelê Êzîdî xwe bi rexistin dîke. TEV-DA kongra xwe ya 6. çêkir û wek partî hat îlankirin. Îhtiyacek bi vî rengî hebû an na, çima rêxistin bûyê  hetanî partiyê çû?

Pêşketin hemû hevbeş in. Gêlê Kurdistanê di pêvajoyekî dîrokî de ye. Di kêliyên gelek gîrîng de ne. Tekoşîna azadiyê bi hemû hêza xwe berdewam dike. Destkeftiynê pir pîroz bi dest dixîne. Rojavayê Kurdistanê ev ji mehekê zedetir e hemla rizgarkirinê ya Minbicê dayê despêkirin. Gelek deverên Minbicê hatine azadkirin. Ji xwe ev siyaseta devleta Tirk ya ku me gotî jî pêşkevtî ye û destkeftiyê ku li Rojavayê Kurdistanê çêdibin ji bo ku nebin malê Kurda ev qas siyaseta xwe dijwar û tavîzkar dimeşîne. Ji bo vê destkeftiyên ku çêbûne êdî mîsoger dibin. Êdî hemleya Minbicê ji ber bi azadiyê ve diçe, ber bi serkeftinê ve diçe. Bi vê mûnasebetê em wan çarekê din pîroz dikin û hemû şehîdên vê hemlê em bibirtinin ji berk u hemle tenê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyêye tevahî ji bo gelê Rojhelata namîne. Bi rastî jî Şoreşa Rojava, demokratîk kirina Sûrî wê hevsengiya heremê jî diyar bike. Pê ve girêdayî Başûrê Kurdistanê jî ji pêvajoyêk gîrîng da derbas dibe. Gelekî nakokiyên navxweyî hene. Siyaseta Başûr êdî kaose dijî, tengaviyekê dijî. Xelk mîsogeriyekê nabîne, çareseriyê çênake. Salek derbas bû lê serokê heremê hêj li cihê xwe ye. Divê ku hilbijartinek çebûbûya, hatiba nûkirin. Ya da kî tê gerek vê pêvajoyê despêkiriba. Salek e li Başûr parlemento naşixule. Saziyên heremê yên bûrokratîk kar nakin, mûçe yên memûran nayên dayîn, siyaset tengav bûye. Partiyên siyasî di nava kaosekê û pevçûnekê de  ne. Hinek lêger hene lê ev lêger w êli kûderê bisekinê ne diyare , di nava herikandinekê de ye. Di navbera PDK û YNK de, PDK û GORAN de, di navbera PDK û qadên sîvîl de  pirsgirek hene, dinavbera PDK û jinan, cîwanan, memûran de pirsgirek hene. Di wir de siyasetek tengavbûyînê tê jiyîn. Helbet derketineke n,  li Başûr pêşketinên li Şengalê çedibin girîng in. Dî vî warî de yê ku modelek nû çêdike Şengal e. Şengal du sal e li alternatîf digere, sazîbûnekê çêdike, bingehê  çareseriyê dixuliqîne. Bi vê ve girêdayî pêngavek nû di van demên derbasbûyî de tevgera azadî û demokrasî ya Êzîdiyan (TEV-DA) kongra xwe ya 6. de êdî bîryarê partîbûyînê da. Heman demê de pê ra partiya azadiyê ya Êzîdiya jî du partî bi hev re di encamên hindek hevdîtin de, danûstandin de  kongere yekbûnek çekirin û partiyek îlan kirin. Em wê helwesta wan pîroz dibinin. Em vê keda gîring  slav dikin û gelekî giring dibinin. Ji bo gelê Êzîdî tifaq li ser her tiştî ye, yêk bûyîn li ser her tiştî ye. Hevgirtineke pêwistî pê heye. Ji bo  vê jî ev partî di siyaseta Êzîdiyan de pêngavek nûye. Hatta ne tenê ji bo Êzîdiyan. Belkî navê partiyê Partiya Azadiya, Demokrasiyê ya Êzîdiya ye (PADE) lê em di wê baveriye de ne ku ev partî ji hemû pirsgirekê Başûre Kurdistanê re hatta heremê re jî bibe bersivek. Çima bibe bersîvek? Zîhniyeta siyasetekî nû derdixîne. Ne bi deshilatdariyê dest bi siyasetê dike. Partiyên hetanî niha hatine çêkirin, rêxistinên hetanî niha hene, Başûrê Kurdistanê û Irakê de berê wan  li îktîdarê li desthipatdariyê ye. Dixwazin di asta jor de siyasetê bikin. Lê paş e di bernameya wan de jî heye, raya gîştî ra par ve kirin nîqaşêkên ku di  kongre de hatîne kirin, ev partî wê bibe partiyeke yêkitiyê. Yêkîtiya di nava civakê, yêkîtiya di nava gelê xwe, yêkîtiya di nava hemû gelan. Di vê derê de valahiyek pir mezin hebû. Cîvaka Êzîdî bê siyasêt bû. Ji bona cîvaka Êzîdî wiha elimandibûn ku siyaset tiştekî guneh e, nêzik nebe. Guneh e, agiri dema te destê xwe avêtiyê dê bişewite cûnkû deshilatdar e . Siyaset û Êzîdahî çi gotiye hevdû. Tu xwedî olekê yî û  ola Êzîdahî jî dijî siyasetê ye. Siyasete cîvakî, siyaseta parastinî, parastina nirxan pir gîrîng e. Ji bo vê jî li Şengalê êdî ev pêş dikeve. Partiya ku ji nû ve hatiye sazkirin jî li ser van hîma tê çêkirin. Başûre Kurdistanê sedan partiyên siyasî, rêxistin hene. Hemû jî dikevin hilbijartina. Yanî sed hep hebûn eva  jî bû sed û yêk. Ne wiha ye, gerekê bê zanîn. Berovajî,her sed li milekî ne û  ev yek li milekî ye. Çûnkû ev felsefeyekî nû ye. Ev ji bingeh ve dest pê dike. Pişta xwe dide hîmên cîvakî. Tê da jin, cîwan, bawêrmend, azadiya raman, azadiya cîvakê, parastina cevherî, parastina rewa heye. Wana hemû xwe di vir de îfade dikin. Ji bo vê valatiya li vir  heyî wê tije bike. Mesela hetanî niha li ser navê Êzîdiya hineke din siyaset dikirin, desthilatdaran siyaset dikir, yên ne ji wê baveriyê siyaset dikirin. Nûfûsekî pir mezin di Şengalê de, di Iraqê da heye. Tenê derdorê Şengal û Welat Şêx de hejmarekî mezin heye ku hebûna Êzîdiya di wir de ye. Eger li gorî xwe siyasetê bike, bi dehan gorî nûfûs parlementerê wî hebin. Lê em çi dibinin, xistine qanûnê xwe her kêm netewekê xwe, yê kû ola xwe diparêze re kotayekî didayê wan. Ew kota jî kiyê yê ku bi wan ve girêdayiye. Ne ku ev mîlet dihilbijêre. Mînakên wê jî hene. Niha di nava PDK’ê  de jî nûnerên, temsîlên Êzîdiyan hene. Lê ji kê re xizmetê dikin? Rojekê ji bo mafê Êzdiyan xîzmetek nekiriye. Xizmeta wan jî taybet ji bo mafe partiyê ye. Diviya  siyasetmedarên wê dere ev bidîtana. Fermanek li serî Êzîdiyan çêbû, hîna jî tê zanîn kû çi tirajedî tê jiyîn. Herî dawî jî jin tên şewetandin, qaşo parlementera PDK’ê ye, bi navê Êzîdiya parlementoyê daye diçe her derekê ji bo ku wana paqij derîne siyasetê dîke. Ka qerîna jînên Êzîdî fem kirin. PADE dê bibe dengê vê qerînê. Yê wê siyasetê bike. PADE dê bibê dengê cîwanan, dê siyaseta cîvakî pêş bixîne, dê her derekê kar û xebatê dîplomatîk bike. We her derekê mafê xwe bîde diyarkirin, dê derkeve her qadekê dibeje ez heme. Hêjmar çiye êdî siyaset li ser hêjmarê nabe. Siyaset li ser nirxa dibe, li ser berxwdanê dibe, li ser zanîstê dibê, çanda xwe, hebûna xwe parastinê dibe. Ji hîmê cîvakê tê. Siyaseta komûnal, siyaseta bingehîn ku rasterast civakê digre ev siyaset çiye, ev siyaset bi teybetî jî mafê gelan diparêze. Berî herkesî jî gelê me yê Êzîdî pewîstî bi yekîtiyê heye. Bê gûman saziyên xwe yên din jî hene. Tenê ev partî nabe.Valatiya  siyasî wê  bi vê  partiyê were dagirtin. Meclîsa avaker ya Şengalê kar û îdara xwe ya Şengalê ye. Ev wekî xweseriya demokratîk a Şengalê wê bimeşîne hemû saziyên xwe ve. Meclîsa avaker ya Şengalê piştî fermanê xwe ava kiriye, xwe rêxistin kîriye, rêk û pêk kîriye û niha meşrû ye, karê xwe dimeşîne. Partî jî siyaseta wê bide meşandin. Ciwanan, xwe wekî meclîsekê xwebirexistin kirine. Wê hemû ciwanên Êzîdxan li vê derê kom bike, bi wan re di nava danûstandinekê de be, di nava rêxistinkirinekê de be lê eyni temsîle xwe di nava PADE’yê de di nava  siyasetê de be. Jin, tevgerekî nû ye, derketinek nû ye, rexistinek xweser e, karê xwe dike lê eynê wek jî alîgîrê serokê wî jinek e. Gorî kû me agahî girtin kongrê de ne tenê jin herkesî xwestiye ku bi fermî hevserokatî derkeve û wê wek hevserokatî jî kar bikin. Ama kanûnên Iraqê de tune ye lê fîîliyatê de hevserokatî bê meşandin. Ha ev zîhniyetekî nû ye. Di pratîkê da wî rengî be. Jin tê de xwedî îrade bin. Kîjan partiyê hetanî niha ev derfet daye jinan ? Ha li Şengalê tiştê nû, modelê nû ava dibin. Evê pirsgirekên Başûr jî dikaribin çareser bikin. Ji bo vê jî gîring e. Me bihist gelê me yê Êzîdî vê dibeje. Dibejê ku xwezî navê wî ne partî bûya. Bila eniyek bûya, bila yêkîtiyek bûya çima kirine partî, partiyê em qir kirine. Tirsiyan e. Gava dibejin partî, partî tenê PDK ye. Partî li her dûnyayê hene. Bila gelê me bizanibe. Partî hizb e, partî ne tenê milke PDK’ê ye. Dibeje babo partiye em qirkirin e, partiyê xiyanet li me kiriye. Ev hizbek e, lê tû ji wê nereve. Nave vî Hizbî Azadî û Demokrasiya Êzîdiya ye. Partî gotineke giştî ye. Bila vê bizanibin. Ji bo wê jî li partiya xwe xwedî derkevin. Li siyaseta xwe xwedî derkevîn. Partiyên din ji li Başûrê Kurdistanê û Iraqê da jî dibe ku ev partiyê jî pêşiya yekîtiya Êzîdiya nebin asteng. We partiyê dibe ku pê re nebin. Siyaset reqabet e. Em vê nabêjin, kes li kesekî minet jî nake. Siyaset bi nirxê tê kirin, bi sekin tê kirin, helwest tê kirin. Ama kesên me yên Ezîdî di nava van partiyan de ne dibe êdî vê şîrove bikin. Di bin van partiyên Iraqê de ne, Başûr de ne dive van şirove bikin. Partiyek li ser nirxên wan tê çêkirin, ser nirxên ola wan tê çêkirin, ser çandê van, hebûna van, zimanê van, qadên wa tê çêkirin dibekî gorî vî nêzik bibin. Ne ku dîayetên van partiyên desthilatdar yên ku jixwe pêştir kesekî nasnakin bi vê mantiq û zîhniyetê wan nêzik bibin. Dema behsê meclîse dikin dibeje herderî meclîs heye. Lê ev ne wiha ye. Meclîsa heyî û te temsîl dike li serê te felaket anî. Wan ber felaketekê de bir. Mecbur e cîvaka Êzîdî ber xwe bizivre û ji bo xwe bixebite. Ji bo avakirina Şengalê, ji bo vegerandina gelê Şengalê cih û ware xwe hemû saziyên wê çêdibin û saziyên wê têne avakirin. Ez gelekî piroz û giring dibinim. Li ser wî esasî bangê tevahî gelê me yên Êzîdî dikim kîjan hizbî de dibin bila bibin dibe pîştgîriya wê partiyê bikin, berêxwe bidin vê partiyê û dibe vê partiyê, vê meclîsê, van saziyan li Şengalê mezin bikin. Wan mezin bikin, parastina xwe ya cevherî mezin bikin êdî dinya hemû were ser Êzîdiyan nikare tiştek ji ÊZîdayan bike. Yêkîtiyê wan tê çêkirin û li ser van hîmên piroz dikarin wana ava bikin.

'GELÊ ME GEREK SÎYASETMEDARÊ XWE  HASAN TÛTAR XWEDÎ DERKEVE'

Ne tenê qada Şengalê gelê Êzîdî xwe rexistin dîke. Ji derveyî Welat jî gel dinava hewilldanêkê de ye û xwe birêxistin dike. Êzîdiyen ku li Almanya dijîn kongra xwe li darxistin û bi navê NAV-YEK ê xwe bi nav kir. Lê siyasetmedarên wan têne girtin. Gerek mirov wê rewşe çawa bigre dest, li hemberî gelê Êzîdî û xwe rexistin kirina wa çima tehemmûl nakin?

Cîvaka Êzîdî 2 sal e di nava hewildanek mezin de ye. Li Hemû qadan xwe birêxistin dike. Wan demên derbasbûyî de li Efrîne konferansekî jina çêbû. Ez konferansa wan  jî slav dikim û pîroz dikim. Îradeyeke gelekî pîroz derketiye. Di nava kantona Efrînê da wekê jinên Êzîdî bi nasnama xwe, bi çanda xwe bi ûrf û edetê xwe lê bi zanisteke rast li Efrînê jî jina xwe rêxistin kir. Giştî îradeya Êzîdiyan li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin, gelekî asta pêş de jî pê ra danûstandinek heye û di nava hemû saziyan de jî cihê xwe digrin, temsîla xwe dikin. Cîvaka Êzîdî bi giranî li her du kantona dijî her du kantonên xwe ava dike. Serkeftinê kar û barê wada dixwazin. Divê hîn zêdetir bi jinên Şengalê re di nava danûstandinekê de bin, ji bo rizgarkirina jinên Şengalê û kesên ku dîl hatîne girtîn û ji bo avakiran Şengalê geleme yê van kantona jî taybet jî jin di nava hewldanekê de bin. Ewropayê, Federasyona Komalên Êzîdiyan (FKE) hebû. FKE, kongreya xwe ya 12. çêkir. Federasyona Komalên Êzîdiyan li Ewropa dîrokekê xwe jî yê dewlemend heye. 23 sal e xwe rêxistin dike. Çandekê pir gîrîng derxistiye pêş. Eger îro li Ewropa gelê me yê Ezîdî dîsa li ser piraziyên xwe eger dijî, rê û resmê xwe pêk tîne, çanda xwe, hebûna xwe, zîmanê xwe bîr nekîriye, eger îro dilê wan li ser Şengalê diêşe rol û mîsyona federasyonê tê de zêde ye. Yanî rexistina cîvaka Êzîdî li Ewropa xwedî roleke giring bû. Bi dehan zarokên  gelên me yên Êzîdî yên kû li Ewropa dijîn tevlî tevgera azadî bûye û şehîdên xwe hene. Şehîden xwe yên bi rûmet hene. Tim jî bi rehekî netewî d tekoşîn kiriye. Gelê Êzîdî vê baş dizane; hebûna wê bi yêkîtiya netewî re ye. Yêkîtiyek netevî tûnebe, neteweyek yêkîtiyek demokratîk tûnebe Êzîdî jî nikaribin hebin. Hebüna wan yekitiya neteweyek demokratik daye. Ji bo  wê jî cihê ku dijîn dixwazin xwe rêxistin bikin û xwe di wê derê de di nava tevgerên demokratîk de jî cihên xwe bigrin. Federasyona Komaleyên Êzîdiyan di kongra xweya dawî de xwe bi nav kir. Ev  jî pêwîstî pê dîtin Navenda Yêkîtiya Êzîdiya. Navenda Yêkîtiya, hemû komal û dezgeha, saziyên Êzîdxanê dibe yêkbûnekê çêbikin. Piştî qirkirina ku li Şengalê çêbû federosyanê, dostên wê û gele Êzîdî, yên di bin banê federasyonê da, yen di bin banê ne federasyonê da. Ewropa alîkariyek kir destpêkê. Hetanî naha jî kedek di wî warî de jî heye ji bo Şengalê û tevahî cîvaka Êzîdî. Êdî hatiye asteke  wiha ku federasyon jî têrê nake. Divê yêkîtiyek çêbibe hemû desgeh û sazgeh cihê xwe bigrin. Ji bo vîê jî NAV-YEK hatiye  sazkirin. Reveberiyek wî, saziyek wî heye. Di bin navê NAV-YEK da yêkîtiya Êzîdiya heye, hevbenda hûnermendên Êzîdiyan hene, rêxistina cîwanan heye, rêxistina jin û dîplomasî heye. Bi hemû awayî sazî jî hene. Heman demê li Evrûpa meclîsa Şengalê heye. Ew jî dinava NAV-YEK de di nava danûsdandinekê de ne û kar û xebat dikin. Ev îrada pêş dikeve jî devlet xwe lê nagire. Siyasetmaderê Êzîdî, di nava Cîvaka Êzîdî de keda xwe heye, bi  salan e tekoşînê dike wekî siyasetmedar Hasan Tûtar devleta Almanya girtiye. Hem jî kîjan rojê, roja ku parlamentoya Ewropa rûniştin çêbû qirkirina ya li ser Ermeniya ya sala 1915’an de hatiye çêkirin li parlementoya xwe wek qirkirin qebûl kir û heman demê de siyasetmedarên Êzîdî gîrtin. Ev dûrûtiyekî mezin e. Sed sal li ser ya Ermeniyan derbas bûye hîna jî tu li ser heqê wê dîgerî, hîna jî tu dibejî ev neheqî ye, dibe ku li hemberî wê ev sûcê dij mirovatiyê çêbûye lêpirsîn bê çêkirin û dibe ku darizandin bê çêkirin û hesab bê pirsîn. Lê çima li Almanya hîna jî jin tên şewitandin. Heman demê ew qas jin li Mûsûlê hatin şevitandin, hatin firotin, hatin cariyekirin, hatin kole kirin. Ev civaka Êzîdî heqîqetekî wî welatî, heqîqetekî mirovahiyê, kokê mirovahiya herî resen, çandekî herî pîroz çima têk diçe û çima jenosîd nayê qebûl kirin. Çima hê jî jê re bêdeng in. Yêkî bi wûjdan in û dikeve rê wan jî digrin. Divê gelê Êzîdî vê bibine êdî. Bi vî rengî gerek bi kêrî xwe were. Kêrî xwe bê êdî ew bû xwe tekoşîna xwe bike. Almanya di vî warî de durûtiyêkî mezin dike, mafê mirovan binpê dike. Tu sûcekê siyasetmedarên Kurd nîne û yên Hasan Tûtar jî nîn e. Vê herkes jî baş dizane. Kurda li wê derê zerar nedayê tu tiştekî. Bi salan e Kurdan tekoşîna xwe ya azadiyê, demokrasiyê didin. Bi rengekî demokratîk helwestên xwe danînîn ortê. Ev siyaset bi wan jî dide winda kirin. Siyaseta piştgiriya devleta Tirk çiye? Kî koçberiyê pêş dixîne. Ev kirina devleta Tirk e. Siyaseta tûnekirina devleta Tirk e. Ji bo kî koçber neçin Almanya bi hemû awayî vê dûrîtiya mezin dikin. Adeta devleta Tirk ew êsîr girtine. Madem tu dixwazî koçber neyên wê çaxê tu dê kana koçberiyê qut bikî. We çaxê tu dê li dijî siyaseta faşîzm a dîktatorî helwest deynî ji bo ku gel bikaribe li ser axa xwe bijîn. Bi rengekî  dinê yek û yêk jinên Êzîdî di bin projeyên cûda da dibin Awropa   lî wê derê qaşo pasaportê didie wan qebûl dîke lê ji milekî ve  jî yên kû siyasetê dikin digrin. Divê li hemberî vê siyaseta paşverû, ii hemberî wê siyaseta desthilatdar ya hakim divê gelê me û dostên xwe vê qebûl nekin. Niha dadgeh dest pê kiriye, ew dadgeh ti mafê mirova tê de nîne, hûqûq tê de tûnê, dadgehên siyasîne. Ji bo ku dadgeh siyasî e biryarên bê dayîn jî siyasî ne. Divê gelê me jî helwêstên xwe yên siyasî dayînê ortê . Gelê me, NAV-YEK, Meclîsa Şengalê, saziya jin, rêxistina jinên Êzîdî yên cîwan, yên hûnermendan û tevahî gelên me yên din yê ku li  Ewropaye dijîn divê li siyasetmedarên xwe xwedî derkeve, divê cîvaka Êzîdî li heval Hasan xwedî derkeve. Divê  di nava çalakiya de be, li ber dere wan mehkema de be û bandorekê ser bike. Bêje derhal berdin, tû sûcekê wi tûneye. Yê kusûç dikin li hemberî mirovatiyê bira wana bigrin, bila DAÎŞ bigrin, bila çeteyên Erdogan bigrin. Ez bang dikim li tevahî cîwaka me, gelê me divê li siyasetmedarên xwe xwedî derkevin, divê li  xwe xwedî derkevin û siyaseta xwe rast bikin û bikaribin rojek berî rojekêjî wî berdin. Devleta Alman jî dive dev siyaseta xwe berdin, siyaseta xwe ya bi durûtî ya li ser mafên gela dev ji wê berde. Rojek berî rojekê jî wa siyasetmedara azad bike, carekê din ev siyasetmedarê bikeve nava gelê xwe dî siyaseta xwe devam bîkîn, karê xwe berdevam bikin.

'GEREK GELÊ ME TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM BIKE'

Pêşketinen pir mezin çêdibin. Qetlîam û qirkirin di asta herî jor de ye. Li kêlaka van qetlîam û qirkirinan jî berxwedanek û têkoşînek pir mezin heye. Li ser vî esasî banga we çi ye?

Ewqas êşên tê kişandin, ewqas qirkirin, koçberkirin hemû encamên berxwedana mezin çêdibin, ji ber ku li dijî vê berxwedanê ev dijwartir bûne. Ji bo em bikaribin vê ji holê rakin têkoşîna her derekê divê bê xurtkirin. Bi taybetî jî gelê me yê Êzîdî, ev bang gîrînge û ez dixwazim bêjim. Li Şengalê em di nava Çileyê havînê de ne û Welat Şêx bi sedhezaran gelê me di bin çadiran de ye. Êdî av li Şengalê pirsgirêkeke pir mezin e, her wiha li Welat Şêx jî, cihên din jî. Saziyên navnetewî yê mirovahî heta niha di vî warî de alîkariyek nedane. Bi dehan zarok nexweş dikevin, jin zehmetiyek mezin dikşînin. Ji bo karibe pêdiviyên malan pêk bînin gelekî zehmetiyên mezin dikşînin. Heta niha bi mîlyonan, bi mîlyaran alîkarî hatiye dayîn, lê negihaye Şengalê. Şengal di bin xisarekê de ye, di bin dorpêçekê de ye. Ambargoyeke mezin li ser heye. Di navbera civaka Êzîdî de qutkirineke mezin heye. Ev civak nikare biçe û bê. Dive gelê me vê bibîne û li dijî vê têkoşînê mezin bike. Çûn û hatinên Şengalê û Welat Şex, Başîka, Laleş parça parça ji hevûdu hatine qutkirin. Bi taybetî jî ev gel yêkîtiya xwe ava neke,  êş û elemê xwe parve neke ev ê li ser me wisa bê meşandin. Dibe ku Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa, saziyên mafê mirovan, saziyên demokratîk, rêxistinên jin, bi hemû awayî hêzên navnetewî yên demokratîk û gelê me pêwîst e piştgiriya ji nû ve avakirina Şengalê bikin. Dibe ku kampanyayên cur bi cur destpê bikin. Dibe ku ev vegera li Şengalê tê kirin jê re derfet bê çêkirin. Veger heye, lê derfet kêm in. Ev serê 2 salan bi keda pîroz ên Rojavayê Kurdistanê ye. Gelê Rojavayê Kurdistanê nanê xwe, ava xwe qut dike û dide vî mîletî. Yek kîloyek alîkarî jî ji deriyê Sêmalka derbasî Şengalê nebûye. Ev alîkariya tê Başûrê Kurdistanê bi kû ve diçe? Tenê Başûr, Rojhilatê Kurdistanê bi TIR’an malzeme kom kirin ji bo Şengalê. Rojek beriya rojekê divê ev ambargo bê rakirin. Bê wijdaniyek mezin e, bê exlaqiyek mezin e. Şengal bi vî rengî zehmetiyek mezin dikşîne. Divê van rakin. Di milê din de jî berxwedanek mezin heye. Berxwedana mezin li Bakurê Kurdistanê, li Rojava, Rojhilat, Başûr, Şengal heye. Li hemberî vê bi hemû awayî siyaseta qirkirinê, tinekirinê, ya bê kok kirinê, ya ji bin ve bêwatekirinê. Ev berxwedan berxwedaneke bi rûmet e. Şervanên azadiyê, şervanên parastina tevahî gelan di nava vê berxwedan û çalakiya piroz de ne. Meha em tê de ne, meheke girîng e û wê ev têkoşîn hîn bilintir bibe. Meha rûmetê ye, meha berxwedana mezin e. 14 Tîrmehê roja salvegera 35’emîn berxwedana zîndana Amedê ye ku di pêşengtiya Kemalan, Xeyriyan, Akîfan, Aliyan destpê kir û bi berxwedanek mezin û bi şahadetên mezin bi encam bû. 35 sal in di xeta wan de têkoşîna azadiyê berdewam dike. Êdî ruhe wan bûye ruhê civakekê, ruhê wan bûye ruhê tevahî ciwanan, mîletekî û neteweyekî demokratîk. Gelê Tirkiyeyê, gelê Kurdistanê  bi navê tevgera yêkîtiya gelan de û li ser vî ruhî ev yekîtî çêkirine û dîsa ev yêkîtiya ku li Şengalê pêş dikeve, yêkîtiya ku li Rojava, Başûr û cihên din derdikeve em di wê baweriyê de ne wê meha pîroz, meha mûkades ya roja neteweyên demokratîk, neteweya Kurd, 14 Tîrmehê bi vî rengî niha wê gelê me xwedî li hemû şehîdên xwe derkeve, li nirxê xwe xwedî derkeve, şehîdgehên xwe ziyaret bike û êdî em ê bikaribin azadiya xwe bi dest bixînin û em ê bikaribin hebûna xwe biparêzên û gelê me têkoşîna xwe berdevam bike. Li ser vî esasî ez bi ruhê 14’ê Tîrmehê têkoşînê silav dikim û pîroz dikim.