KNK: Komkujiya li Hesekê êrîşek li dijî mirovahiyê ye
Konseya Rêveber a KNK'ê, komkujiya duh a li Hesekê weke êrîşek li dijî mirovahiyê pênase kir û DAIŞ û hevakên wê bi tundî şermezar kir.
Konseya Rêveber a KNK'ê, komkujiya duh a li Hesekê weke êrîşek li dijî mirovahiyê pênase kir û DAIŞ û hevakên wê bi tundî şermezar kir.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), li ser komkujiya Hesekê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Çeteyên DAIŞ'ê ku li dijî mirovahiyê ne, şeva din li bajarê Hesekê, li dijî gelê me, li dijî xelkê sivîl, êrîşek xwînxar û komkujiyek mezin pêk anîn. Di encamê de piraniya wan jin û zarok bi dehan kesan jiyana ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. Li wê herêmê, ev êrîş ne êrîşa pêşî ye. Van xwînxaran bi vî rengî gelek êrîşên wiha pêk anîne. Êrîşa mezin 25.06.2015'an, li bajarê Kobanê pêk hat û bi sedan kesan jiyana ji dest dan. Her wiha di Newroza 2015'an de dîsa li Hesekê, êrîşî pîrozbahiyên Newrozê kirin û bi dehan kes bûne qurbanî."
'EV ÇETEYÊN XWÎNXWAR NE ROJÊN PÎROZ, NE ÎNSANIYETIYÊ NAS DIKIN'
Konseya Rêveber diyar kir, êrîşa duh a li Hesekê, weke êrîşa Newrozê ye û wiha dewam kir, "Şevê din jî kesên cejna Remezanê pêşwazî dikirin û amadekariyên pîrozbahiyê dikirin bûne hedef. Ev çeteyên xwînxar ne rojên pîroz, ne însaniyetê, ne Îslamiyetê, ne dîn, ne jî Xwedê nas dikin. Hurmeta wan ji çi nirxan re, ji çi baweriyan re nîne. Bi navê dîn derketine holê, lê ew ne dîndar in, ne însan in, ne jî Misilman in. Ew keriyeke diz, çepel û qatilan e."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, tevî vê rastiya çeteyan jî, di serî de dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê, gelek hêzên li herêmê destekê didin van çeteyan, lewma hê êrîşên çeteyan dewam dikin û hat gotin, "Ji roja pêşî û heta niha êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, bi xwestin û bi desteka hikûmeta AKP'ê pêk hatine û heta niha jî berdewam dikin.
Bi vê munasebetê em êrîşkarên li Hesekê, DAIŞ û hevkarên wê, carek din bi tundî şermezar dikin. Ji kesên jiyana ji dest dane re rehmetê, ji birîndaran re şîfayê, ji malbat, kesûkarên wan û ji hemû gelê Kurdistanê re serxweşiyê dixwazin.
BANGA XWEDÎDERKETINA LI ŞOREŞA ROJAVA
Em bang li hemû hêzên Kurdistanî, gelê Kurdistanê û dostên mirovatiyê dikin ku xwedî li Şoreşa Rojavayê Kurdistanê derkevin û berxwedana wan a pîroz destek bikin.
Berxwedana bê hempa ya Şoreşger û Cengawerên gelê me, yên ku niha Rojava destana berxwedanê dinivîsin, em weke KNK, wan silav dikin, destek dikin û pîroz dikin."