BI DÎMEN

Meclîsa Siyasî, ji bo cejnê çû ziyareta koçberên Minbicê

Meclîsa Siyasî ya Minbicê, cejna koçberên Minbicê pîroz kir. Gel, ji bo rizgarkirina wan spasiyên xwe anîn ziman. Endama Meclîsa Siyasî Yûsûf jî soz da ku Minbicê bi awayekî rizgarkirî radestî gelê Minbicê bikin.

Li gel berdewamkirina operasyona rizgarkirina Minbicê ya ji çetyên DAIŞ’ê, xebatên Meclîsa Siyasî ya Minbicê jî dewam dikin. Her ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ber bi navenda bajêr ve diçe, li gel şerê kolan bi kolan,  welatiyên ku li navenda bajêr dimînin jî ber bi cihên ewle ve tên veguhestin. Pêdiviyên welatiyên ku têne veguheztin jî ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve tên bicihanîn.

Meclîsa Siyasî ji roja destpêkirina operasyonê ya 1’ê Hezîranê û şûn de xebatên xwe yên bi gel re bênavber dewam dike, bi boneya Cejna Remezanê, cejna welatiyên ku ji Minbicê hatine rizgarkirin pîroz kirin, xwarin û vexwarin li gel belav kirin.

‘EM JI BÎR NAKIN’

Gel, ji bo ku wan rizgar kirin spasî û dua kirin. Gel, bi bîr xistin ku dema di bin zilma DAIŞ’ê de bûn tim bi zilmê re hevrû bûn, dan diyarkirin ku bi hêvîn e cejna bê li ser xaka xwe, di mala xwe de pîroz bikin.

Endama Meclîsa Siyasî ya Minbicê Emîne Yûsûf a di heyeta ziyaretê de cih digirt axivî û diyar kir ku teqez wê Minbicê bi awayekî azadkirî radestî gel bikin.

 

...