YPG: Li Şêx Medsûdê 5 çete hatin kuştin

YPG'ê diyar kir, di şerê li hemberî çeteyên xwestin bikevin nava taxa Şêx Meqsûd a Helebê de 5 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin banê koalîsyona Surî de tevdigerin wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suriye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê dewam dike."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komên çeteyan 5'ê Tîrmehê ji herêmên Seken Şebab, Eşrefiyê û Şara Muxaberat êrîş birin li ser taxa Şêx Meqsûd. Piştî destwerdana hêzên me li van qadan şer rû da û bi qasî hat zelalkirin li herêma Seken Şebab 2, herêma Eşrefiye 1 û Şara Muxaberat jî 2 çete hatin kuştin."

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK DEWAM DIKIN

YPG'ê ragihand, êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî xaka Rojaa dewam dikin û got, " 5'ê Tîrmehê artêşa Tirk bi çekên giran êrîş bir ser gundên Ziyaret û Aşmê ya dikevin rojavayê Kobanê. Artêşa Tirk bi awayekî hemwext bi çekên giran êrîş birin ser çeperên hêzên me yên li ser xeta sînor jî."

ÇETEYAN ÊRÎŞÎ BAJAROKÊ ŞÊXLERÊ KIRIN

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"5'ê Tîrmehê, nîvê şevê çeteyên DAIŞê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîş birin ser bajarokê Şêxler ê li başûrrojavayê Kobanê.

Çeteyên DAIŞ'ê heman rojê saet di 20.00 de li dijî gundê Bîrmilîhan ê bi 7 km'yan li başûrrojhilatê gundê Mekmen ê giredayî Şedadê êrîşek lidarxistin. Piştî destwerdana hêzên me li vê qadê şerekî dem kin qewimî. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vî şerî de nehat zelalkirin. Piştî vî şerî çete neçar man ji qadê birevin."