Yuksekdag malbatên şehîdan ziyaret kir

Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag malbatên Vedat Balik, Yûnûs Emre Şen, Remziye Bor û Ahmet Demîragaç ku di vê sala dawî de hatibûn kuştin ziyaret kir.

Serlêdana malbatên Vedat Balik, Remziye Bor ku sala çûyî bi guleyên polîsan hatibûn kuştin û Yûnûs Emre Şen ku li Pirsûsê di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dan û Rêveberê Navçeya DBP’ê yê Artemêtê Ahmet Demîragaç ku meha bihurî li Wanê hatibû qetilkirin, bi tevlîbûna Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokên Bajarê Wanê yên HDP’ê Gulîstan Oran, Yakûp Ataş, Wekîlên Serokên HDP'ê yên Bajarê Wanê Nazmiye Acar, Metîn Kûtaz û Wekîlên Wanê yên HDP’ê, endamên DBP-HDP’ê û Rêxistinên Navçeyê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û Aktîvistên KJA’yê pêk hat.

Yuksekdag ku di ziyaretê de bi malbatan re axivî diyar kir, ew ê li dijî neheqiyên ku li Kurdan têne kirin serê xwe netewînin û wiha got: ‘’Mirovên me yên ku hatine kuştin heq dikirin ku bijîn. Dema ku xwişka me Remziye hatî înfazkirin ducanî bû. Em hêvî dikin ku ev li wan nemîne’’ û bi berdewamî got ew îro têkoşîna mafan didin û ji bo ku heqê xwe dixwestin ev mirov hatine qetilkirin.

Yuksekdag da zanîn ku ew ê dest ji têkoşînê bernedin û kesên xwedî van kiryaran wê qet aram nemîni û wiha got: ‘’ Bi salan e ku nahêlin em cejnan, kêfxweşiyê bijîn û piştevaniya hev bikin. Di salekê de agir kete mala gelekan. Gelek xwişk û birayên me di şerê desthilatdariya AKP/Qesrê de jiyana xwe ji dest dan. Birayê me Ahmet Demîragaç ku ji siyaseta azad bawer dikir hate kuştin.’’