Ji polîsên Tirk ji bo Tûncel: Em ê te bikujin!
Polîsên Tirk, gefa mirinê li Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel xwarin.
Polîsên Tirk, gefa mirinê li Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel xwarin.
Polîsên Tirk, gefa mirinê li Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel xwarin. Tûncel û heyeta pê re, îro ji bo ziyareta cejnê çû navçeya Silopiya ya Şirnexê, piştî serdana gel ji navçeyê veqetiyan. Lê, wesayîta meqamê ku Tûncel, Cîgira Hevseroka Giştî Zohre Bozaci, xebatkarê çapemeniyê yê DBP’ê Bedran Berk û ajokar tê de bûn, di derketina navçeya Hezexê li nuqteya kontrolê hate rawestandin.
Polîsên pêşî li wesayîtê girtin, tevî dîtin Tûncel di hundir wesayîtê de ye jî, xwestin rêwî dakevin. Dema Tûncel û yên li gel ragihandin ku wê danekevin, polîsê sivîl gefa “em ê te bikujin” li Tûncelê xwarin. Tevî vê jî Tûncel û partiyiyan tawîz nedan û ji wesayîtê peya nebûn.
‘EM NATIRSIN’
Tûncel li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da, got: “Di derketina Hezexê de ez ji aliyê polîsên AKP’ê bi mirinê hatim tehdîdkirin. Eger tirsa me hebûya, em ê tevlî vê têkoşînê nebûna.”