Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Zelal Ceger diyar kir, rojane 100 heta 250 malbat xwe li Efrînê digirin û heta niha ne Neteweyên Yekbûyî ne jî saziyeke din a alîkariya însanî ya navneteweyî destek daye wan.
Zelal Ceger li ser pêla koçberiyê ya ji Heleb, Ezaz, Şebha û herêmên din ên şer ber bi Kantonên Rojava ve, ji ANF'ê re axivî.
Ceger da xuyakirin, tevî hemû êrîş û ambargoya giran a li ser Rojava jî, pêleke mezin a koçberiyê ber bi Rojava ve heye û got, "Li her sê kantonan ev rewş heye. Bêguman sedema vê koçberiyê şerê heyî yê li Sûriyeyê ye. Her kes bi vê rastiyê dizane. Her 3 Kantonên Rojava hatine dorpêçkirin.
Ji ber ku li gelek bajaran şer heye, ji bo jiyaneke ewle her kes berê xwe dide Kantonên Rojava. Di dema şerê li Reqqa de mirov koçî Kantona Cizîrê dikin û di şerê li herêmên Heleb, Ezaz û Şehbayê de mirov berê xwe didin Efrîn û Kobanê.
Di dema dawî de li herêmên Heleb, Baz û Ezazê şerekî giran diqewime. Lewma pêleke mezin a koçberiyê ber bi Kantona Efrînê ve heye. Hejmara koçberên hatine Efrînê gelekî zêde bûye. Mînak; nifûsa Efrînê beriya niha 400 hezar bû, lê niha mîlyonek derbas kiriye.
'RÊXISTINÊN ALÎKARIYA ÎNSANÎ YÊN NAVNETEWEYÎ ALÎKARIYÊ NADIN'
Hema hema her roj ji 100 heta 205 malbatî xwe li Efrînê digirin. Piraniya van mirovan li Efrînê dimînin. Beşek jê ji bo derbasî Tirkiyeyê bibe, hewl dide ji sînor derbas bibe, lê rastî êrîşa hêzên dewleta Tirk tên. Tevî vê koçberiya zêde jî Neteweyên Yekbûyî yan jî rêxistinên alîkariya însanî yên navneteweyî ti alîkarî bi Kantonên Rojava re nekirine.
Ti sazî, ji bo çareseriya pirsgirêka koçberiyê projeyekê pêşkêş nakin. Hem projeyekê pêşkêş nakin, hem jî Kantonên Rojava yên dibin hedefa êrîşên çeteyan û ambargo li ser heye, di vê pirsgirêkê de bi tenê dihêlin."
'WEKE TEV-DEMÊ EM HEWL DIDIN JI BINÊ VÎ BARÎ RABIN Û BERSIVÊ BIDIN HEMÛ PÊWÎSTIYAN'
Zelal Ceger bibîr xist, ku wan koçber li kampên bi derfetên xwe çêkirine bicihkirin û weke TEV-DEM hewl dide bersivê bidin hemû pêwîstiyên van mirovan.
Ceger got, "Karnameya Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariya însanî yên navneteweyî li pêşberî koçberiya li cîhanê, gelekî qels e. Di mijara pirsgirêkên bi vî rengî de çareseriyê peyda nakin, bi giranî neçareseriyê dipejirînin.Li Pêşberî krîza însanî û koçberiya ji ber şerê heyî yê li Sûriyeyê, bi xemsarî tevdigerin."
'DEWLET Û SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ SOZÊN XWE BI CIH NÎNIN'
Ceger got, "Gelek dewlet û sazî di mijara çareseriya pirsgirêka koçberiyê de sozê didin. Lê belê ev soz di pratîkê de bi cih nayên. Ji bo çareseriya vê pirsgirêka koçberiyê me projeyên xwe ji saziyên navneteweyî re şandin. Lê ti bersiv ji me re nehat.
Di van projeyê xwe de, me mîna dewleta Tirk mîlyon dolar nexwest. Em mîlyon dolaran naxwazin. Em dixwazin bi tenê alîkariya însanî ji jin, zarok, ciwan û extiyarên koçî kantonên me dikin bê dayîn. Bersiv ji pêwîstiyên wan ên jiyanî re were dayîn."
'EM NIKARIN KOÇBERAN JI WIJDANÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ RE BIHÊLIN'
Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Zelal Ceger da xuyakirin, ku ew nikarin koçberên xwe li kantonên wan digirin, ji wijdanê Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariya însanî yên navneteweyî re bihêlin û got, "TEV-DEM û rêveberiya kantonan hewl didin bersivê bidin pêdiviyên rojane yên van mirovan. Bi taybetî ji jin û zarokan re alîkarî tê kirin. Ji ber ku şer herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Ji bo tedawiya zarok û extiyaran jî em hemû derfetan pêşkêş dikin. Ji bo van mirovên me, dema pêwîstî pê hebe em xizmeta tenduristiyê li kampan jî dikin."
'WERIN EM BI HEV RE MIROVAHIYÊ LI JIYANÊ VEGERÎNIN'
Ceger herî dawî got, "Ez dixwazim vê mesajê bidim Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariya însanî yên navneteweyî; werin em bi hev re mirovahiyê li jiyanê vegerînin."