'Çeteyên DAIŞ'ê û Tirkiye bi rengekî koordîneyî êrîş dikin'
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbic diyar kir, Tirkiye ya dixwaze pêşî li pêş ve çûna wan a li Minbicê bigire, tevî çeteyên DAIŞ'ê bi rengekî koordîneyî êrîş dike.
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbic diyar kir, Tirkiye ya dixwaze pêşî li pêş ve çûna wan a li Minbicê bigire, tevî çeteyên DAIŞ'ê bi rengekî koordîneyî êrîş dike.
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbic diyar kir, Tirkiye ya dixwaze pêşî li pêş ve çûna wan a li Minbicê bigire, tevî çeteyên DAIŞ'ê bi rengekî koordîneyî êrîş dike.
Mistefa Minbic rewşa dawî ya Pêngava Rizgarkirina Minbicê û hewldanên dewleta Tirk ên ji bo têkbirina vê pêngavê ji ajansa me re nirxand.
Minbic da xuyakirin, ku di nava mehek bihurî ya pêngavê de bi dehan gund û gundik ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin û şervanên wan ên ji aliyên rojava, başûr, rojhilat û bakur ve ketine nava bajêr, mal bi mal, kolan bi kolan ber bi navenda bajêr ve diçin.
'HESASIYETA ME YA JI BO SIVÎLAN, DI RAPORÊN SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ DE CIH GIRT'
Minbic bal kişand ser hebûna sivîlan a li nava Minbicê û got, "Çeteyên DAIŞ'ê nahêlin sivîl ji bajêr derkevin. Di heman demê de ji bo xwe weke mertalên sivîl bi kar tînin. Weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê me beriya niha jî dabûn xuyakirin; ewlekariya jiyana sivîlan ji bo me gelekî girîng e û em naxwazin jiyana sivîlan bikeve nava xeteriyê.
Ji bo rizgarkirina mirovên me yên ji aliyê çeteyan ve weke mertalên zindî tên bikaranîn, em di nava hewldanan de ne. Heta niha bi gelek rê û rêbazan me hejmarek zêde mirovên xwe ji nava lepên çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin û gihandin qadên azad.
Di heman demê de bi sedan mirovan bi derfetên xwe ji nava destê çeteyên DAIŞ'ê reviyan û xwe gihandin qadên azad.
Rêxistinên Mafên Mirovan ên Navneteweyî, ku pêngava me ya rizgarkirina Minbicê ji roja destpêkê ve dişopînin, destnîşan dikin ku cara yekemîn e di operasyoneke leşkerî ya li Sûriyeyê de ji bo sivîlan hesasiyeteke mezin tê nîşandan. Û ev yek di raporên xwe de jî nivîsandin."
'LI HEMÛ ENIYAN KONTROL DI DESTÊ ŞERVANÊN ME DE YE'
Mistefa Minbic da zanîn, çeteyên DAIŞ'ê ji bo şikandina dorpêçiyê ji her alî ve êrîşî wan dikin, lê li pêşberî vîna ji pola ya şervanên Minbicî, têk diçin.
Minbic ogt, "Bi kurtasî dikarim vê bêjim; li hemû eniyan kontrol û serdestî di destê şervanên me de ne. Şervanên me li nava bajêr mal bi mal, kolan bi kolan bi pêş de diçin. Yanî; çeteyên DAIŞ'ê bi lez û bez ber bi tinebûnê ve diçin."
'MINBIC JI BO ÇETEYÊN DAIŞ'E NAVENDEKE QAÇAXÇITIYA PETROL Û BERHEMÊN DÎROKÎ YE'
Der barê aciziya dewleta Tirk a ji pêngava rizgarkirina Minbicê de endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbic ev nirxandin kir:
"Pêwîte her kes vê pirsê li her platformê bipirse. Bersiva vê pirsê hêsan e. Ji ber ku dewleta Tirk, çeteyên DAIŞ'ê li nava Sûriyeyê di çarçoveya berjewendiyên xwe yên polîtîk de weke amûrekê bi kar anî. Bi taybetî li dijî Kurdan. Di şerê Kobanê de têkiliya çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk mînaka herî şênber a vê rastiyê ye.
Wekî din, di krîzên aboriyê yên ku Yewnanîstan, Spanya, Portekîz û gelek welatên mîna wan têk bir de, Tirkiye hem bi têkiliyên aboriyê, hem jî bi qaçaxçitiya berhemên dîrokî yên bi çeteyên DAIŞ'ê û çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê re xwe li ser piyan girt.
Yek ji deverên herî stratejîk, ku ev têkiliyên aboriyê lê tê meşandin, Minbic e. Minbic li ser rêya Sûriye-Iraqê ye. Yanî navendeke girîng a qaçaxçitiya berhemên dîrokî û petrola li Iraq û Sûriyeyê ye.
'AZADIYA MINBICÊ WÊ DERBÊ LI TÊKILIYÊ POLÎTÎK Û ABORÎ YÊN DAIŞ'Ê Û TIRKIYEYÊ BIXE'
Azadiya Minbicê tê wateya têkbirina têkiliyên polîtîk û aborî yên DAIŞ û dewleta Tirk. Ji ber vê yekê dewleta Tirk naxwaze cihekî ewçend stratejîk ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve bê rizgarkirin. Lewma ji pêş ve çûna şervanan aciz e.
Dewleta Tirk, ji bo pêşî li pêş ve çûna şervanên me yên li bajêr bigire, ji bo dorpêçiya li ser bajêr bide rakirin, endamên DAIŞ'ê di serxeta Cerablûsê re dixe nava nevgerê û êrîşeke berfireh pêk tîne. Yanî çeteyên DAIŞ'ê van êrîşên xwe bi dewleta Tirk re bi koordîneyî dike. Naxwe hêzeke DAIŞ'ê nîne bi tena serê xwe van êrîşan bike. Yekane tişta niha çeteyên DAIŞ'ê li ser difikire, parastina Cerablûs û herêmên din e."
Minbic herî dawî soza rizgarkirina Minbicê ku dabûn hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane, dubare kir û got, "Em îro ji her demê bêhtir nêzî serketinê ne. Bêguman em ê bi ser bikevin."