Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) li ser operasyona artêşa Tirk a li Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 20'ê Hezîranê, artêşa Tirk a dagirker, li hemberî herêmên Şehîd Kendal, Şehîd Serxwebûn, Şehîd Ferhat, Şehîd Remzî û Apê Mûsa yên eyaleta me ya Amedê, ji navenda Licê operasyonek da destpêkirin. Di bin navê 'Em Qendîlên biçûk ji hev dixin' de, li ser bingeha senaryoyên derw operasyon hat destpêkirin û heta 2'ê Tîrmehê dewam kir. Bi deh hezaran leşker tevlî vê operasyonê bûn û hêzên dewletê bi çekên ji teknolojiya herî pêşketî bombe li erdnîgariya Kurdistanê barand. Ji ber vê bomberdûmanê li erdekî berfireh ê Licê şewat derket, dehl û rezên gelê me ku bi kedeke mezin çandibû û heywanên wan zerareke mezin dîtin. Her wiha, li her gundê li vê herêmê, leşkerên Tirk ên dagirker îşkence li gelê me kir, mîna li gundikê Mehlê mirovên me bi îşkenceyê hatin qetilkirin û gelek kes hatin binçavkirin."
'ARMANC KOÇBERKIRINA GEL BÛ'
NPG'ê bal kişand ser armanca esasî ya vê operasyonê û got, "Beriya her tiştî, di dema vê operasyonê de li gundan derketina derve hat ragihandin. Ev yek jî nîşan dide, ku armanceke operasyonê tinekirina gerîla bû, lê armanca din jî çavtirsandin û koçberkirina gelê welatparêz ê li herêmê bû. Gundiyekî nikaribe ji mala xwe derkeve, wê nikaribe erdê xwe av bide, wê nikaribe heywanên xwe bide çêrandin. Ev gundî wê çawa karibe bijî? Lewma armanca bingehîn a vê operasyonê koçberkirina gelê me û tevî vê yekê qelskirina welatparêziya li herêmê ye. Lê belê gelê Amedê yê ku welatparêziya xwe xurt e, tevî hemû zext, girtin û qetilkirinê jî cih û warên xwe neterikand, bi sekneke bi rûmet li ser piyan ma. Ev sekna gelê me hêjayî pesindayînê ye."
'DERBÊN GIRAN LI ARTÊŞA TIRK HATIN XISTIN: 28 LEŞKER HATIN KUŞTIN'
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Li aliyê din, hêzên artêşa Tirk ên bi hezaran leşkerî û bi teknîka herî pêşketî xwest hêzên me yên li herêmê tine bikin, di vê mijarê de jî encama dixwest bi dest nexist. Jê nehat ku derbê li gerîla bixin. Hêzên me yên gerîla bi çalakiyên hem li nava operasyonê hem jî li derveyî wê, derbên giran li hêzên artêşa Tirk xistin. Di nava 13 rojan de, li hemberî bomberdûmana bejahiya Amedê ya bi çekên herî pêşketî û li dijî hemû êrîşên deh hezaran leşkerî, hêzên gerîla yên eyaleta Amedê berxwedaneke mezin nîşan dan û herî kêm 11 çalakî lidar xistin. Di encama van çalakiyan de, bi qasî ku hatiye tespîtkirin 28 leşker hatine kuştin. Di vî şerî û bomberdûmanê de 7 hevrêyên me şehîd ketine. Her wiha 2 şervanên me dîl hatine girtin, şexsek jî teslîmî dijmin bûye. Çend ciwanên li herêmê hatine girtin, weke gerîla hatine nîşandan; ev agahî ne rast e. Her wiha roja 30'ê Hezîranê piştî şerê li mintiqeya Pêşkevirê, welatparêzê hêja Mehmet Şîrîn Kocakaya di asta lehengiyê de li ber xwe da, lê di encama îşkenceya dijmin de şehîd ket.
'DEWLETA AKP'Ê HEWL DAYE ENCAMÊN OPERASYONÊ BEREVAJÎ BIKE'
Dewleta AKP'ê ya di vê operasyonê de ya dixwest bi dest nexist, mîna her carê dîsa serî li taktîkên şerê psîkolojîk da û hewl da encamên vê operasyonê berevajî bike. Weke ku tê zanîn, tevgera me ya azadiyê, ji roja derketiye holê heta îro bi her awayî li dijî belavkirin, firotin û kişandina madeyên narkotîkê têkoşiya ye, li dij derketiye û qedexe kiriye. Li hin herêmên nêzî qereqolan bi kontrol û parastina dewletê hin nebatên van madeyan hatine çandin û hewl hatiye dayîn, vê yekê bixin stûyê tevgera me. Tevahiya gelê me, dost û dijminê me hemû dizanin; şoreşger li dijî çandin û bikaranîna madeyên bi vî rengî ne. Tevî vê yekê jî dewleta Tirk, vê derewa xwe bi rengekî namerdî bi salan e dubare dike. Hatineyê ji vê trafîka narkotîkê bi dest dixe, ji xwe re dike budçeya şer û di heman demê de hewl dide ciwanên me yên li herêmê bixin nava lepên narkotîkê. Bi vî rengî dixwaze wan ji Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê vegire.
'DERBÊN GIRÎNG LI DIJMIN HAT XISTIN'
Dezenformasyoneke din a ji aliyê dewleta AKP'ê ve di dema vê operasyonê de hat kirin, nîşandana encamên şaş ên vî şerî ye. Tevî ku bîlançoya şerê 13 rojan mîna ku me li jorê ragihandine ye, bi gotina 'Me Qendîlên biçûk ji hev xist' agahiyên şaş belav dike û bi vî rengî dixwaze moralê gelê me têk bibe. Lê rastî ev e; Ev operasyona rejîma AKP'ê bi rengekî sansasyonel pêk anî, bi fiyaskoyê qediya ye. Hêzên me yên gerîla li hemberî vê operasyonê hunereke xurt a tevgerê û ruhê êrîşê nîşan dane, derbên girîng li dijmin dane.
Dewleta AKP'ê çiqasî dixwaze bila serî li derew û berevajîkirina rastiyan bide, lê wê nikaribe rastiyan biguherîne û têkoşîna me ya mafdar wê timî bi ser bikeve.
'EM Ê BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN XWE BI AZADKIRINA GELÊ KURD Û RÊBER APO RE BIDIN JIYÎN'
Em hevrêyên xwe Zinarîn, Egîd Kahraman, Egîd Mardîn, Agir, Masîro, Şervan û Zinar û welatparêzê xwe yê hêja Mehmet Şîrîn Kocakaya yê di van 13 rojan de şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin; em ê bîranînên wan bi azadkirina gelê Kurd û Rêberê Apo ku armanca wan bû, bidin jiyîn. Di şexsê gelê Licê de em berxwedana gelê Amedê yê welatparêz û hêja silav dikin. Em bang li tevahiya gelê Amedê dikin ku bi gerîlayên xwe re bi rengekî yekwicûd têkoşîna xwe mezin bike."