Şervanên QSD'ê bi wesîleya cejnê çûn serdana koçberan
Şervanên QSD'ê, çûn serdana koçberên ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ji herêmên cuda koçî Efrînê kirine û cejna Remezanê li wan pîroz kirin.
Şervanên QSD'ê, çûn serdana koçberên ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ji herêmên cuda koçî Efrînê kirine û cejna Remezanê li wan pîroz kirin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, çûn serdana welatiyên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê ji ber êrîş û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê reviyan e û hatine Efrînê. Şervanan cejna Remezanê li koçberan pîroz kirin.
Şervanan soza xwe dubare kirin, ku wê vê cejnê bikin cejna serketin, aştî û yekbûna sê kantonên Rojavayê Kurdistanê.
Şervanên QSD'ê her wiha bang li ciwanên Kurd û Ereb ên li derveyî welat kirin, ku vegerin xaka xwe û ji bo parastina rûmeta xwe tevlî nava refên QSD'ê bibin.