Li hember qereqola jendermeyan a Şaxê çalakî
Gerîlayan li hember qereqola Jendermeyan a li qûntarê Çiyayê Kato ya li navçeya Şax a Wanê çalakiyek bi roketan li dar xistin.
Gerîlayan li hember qereqola Jendermeyan a li qûntarê Çiyayê Kato ya li navçeya Şax a Wanê çalakiyek bi roketan li dar xistin.
Gerîlayên HPG’ê li hember qereqola Jendermeyan a li Taxa Buyukagaç a li qûntarê Çiyayê Kato yê girêdayî navçeya Şax a Wanê çalakiyek li dar xistin. Hat diyarkirin ku çalakî di saetên sibehê de hatiye lidarxistin. Piştî çalakiyê şer rû daye.
Piştî şerekî demkurt û şûn de li herêmê bi alîkariya êrîşên hewayî operasyon hatiye lidarxistin.
Têkildarî kuştî û birîndarên çalakiyê ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin.