MSD, PYD Û TEV-DEM’m, qetlîama Hesekê lenet kirin

MSD, PYD Û TEV-DEM’ê, qetlîama Hesekê lenet kirin, banga hevgirtinê kirin. Di daxuyaniyan de wiha hate gotin: “Ev êrîş, şer û vîna me ya li beramberî terorîstan nade şikandin.”

Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), PYD û TEV-DEM’ê bi daxuyaniyên nivîskî qetlîama li Hesekê pêk hat şermezar kirin.

MSD: NIKARIN VÎNA ME BIŞKÎNIN

MSD’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt ragihand:

“Em wek Desteya Serokatiyê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk êrîşên teroristan a ne merdane ku gelê me yên sivîl hedef girtin ku li Hesekê, Minbic, herêmên Şehba û tevahiya Sûriyê û cîhanê pêk hatine şermezar dikin.

Êrîşa wan wê îradeya me ya ji bo şerê li hember teroristan nede rawestandin û em ê ji bo pêkanîna guhertina demokratîk û çareserkirina siyasî ya ji bo aloziya Sûriyeyê, bi hemû hêza xwe têbikoşin…Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) li dijî hêzên terorîst serkeftin bi dest xistine, wê herêmê ber bi demokratîkbûnê ve bibe ku Rojava-Bakurê Sûriyeyê nimûneya wê ye, pêk bîne.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin, her wiha şifayê ji birîndaran re hêvî dikin.”

PYD: EM LENET DIKIN

Daxuyaniya PYD’ê jî wiha ye: “Ev êrîşa teroristane têkçûna teroristan a di hemû qadên Rojhilata Navîn de dide nîşandan. Em destnîşan dikin ku hevkariya hêzên navdewletî û kordîneya wan a bi hêzên herêmî re bû sedem ku kaniyên tundiyê ziwa bibin.

Ezmûna Rojava-Bakurê Sûriyeyê û sîstema demokratîk jiyana hevbeş û biratiya gelan nîşan dide. Ezmûna Rojava-Bakurê Sûriyeyê nîşanek diyar a serkeftina ezmûna demokrat e, ev yek wê bingehek demokratîk li tevahiya Rojhilata Navîn pêk bîne.

Em weke PYD’ê êrîşa teroristî şermezar dikin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin, her wiha hêviya şifayê ji birîndar re dikin. Em jî piştgiriya biryara Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê ya ragihandina şînê dikin. Em sersaxiyê ji hemû pêkhateyên bajar re dixwazin. Em bang li hemû welatiyan dikin ku bi baldarî tevbigirin.”

TEV- DEM: TÊKÇÛNA WAN DIDE NÎŞANDAN

TEV-DEM’ ê di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin:

“Ev kiryara terorîstî îflasa hin aliyên li pey êrîşên din dide nîşandan. Li Rojava gelek pêkhate hene û di nava wan de ti kafirên bi vî rengî nînin. Ên êrîş pêk anîne ne girêdayî ol û baweriyên Rojava ne, lê belê ev li derveyî bîr û baweriya civaka Rojava ne.

Em jî weke Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê, tevlî biryara şînê ya ku ji aliyê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser ku ji bo komkujiyê hatiye ragihandin dibin. Di heman demê de em êrîşê bi tundî şermezar dikin. Em di heman demê de sersaxiyê ji malbatên kesên ku di qetlîama Hesekê de jiyana xwe ji dest dan dikin, ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin. Em bang li hemû welatiyan ên ji hemû pêkhateyan dikin ku bi baldarî tevbigirin û zêde kom nebin. Di heman demê de em bang li hemû welatiyan dikin ku piştgiriya saziyên ewlekariyê yên Kantona Cizîrê bikin. Dema tiştek bi guman dîtin bi lezgîn agahiyan bidin.

Carek din em sersaxiyê ji malbatên hemû qurbaniyan û hemû welatiyên Rojava re dixwazin. Em tekez dikin ku rewşa hevgirtina hemû pêkhateyên Rojava ku ji destpêka ragihandina Rêveberiya Xweser e, komên terorist ku têk çûne êrîşên xwe pêk tînin.”