HPG'ê encamên operasyona binketî ya artêşa Tirk a li Amedê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku di şerê ji ber operasyona artêşa Tirk a li Amedê de 29 leşker mirin e, ku yek ji van berbaz e, yek jî çawişê pispor e. Her wiha 14 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, encamên operasyona binketî ya artêşa Tirk, ku 12 rojan li Licê, Hezro û Pasûrê meşand, eşkere kir. Navendê diyar kir, di şerê ji ber operasyona artêşa Tirk a li Amedê de 29 leşker mirin e, ku yek ji van berbaz e, yek jî çawişê pispor e. Her wiha 14 leşker jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de ev agahiyên berfireh li ser operasyonê hatin dayîn:

"Balafirên keşfê yên bêmirov ên artêşa Tirk, demeke dirêj li ser qadên Şehîd Kendal, Şehîd Serxwebûn, Şehîd Ferhat, Şehîd Remzî û Apê Mûsa keşf kirin. Di dema vê tevgera keşfê de, yekîneyên veşartî li herêmê hatine bicihkirin, li gelek cihan cîhazên denggirtinê hatine bicihkirin. Ji roja 14'ê Hezîranê û pê ve êrîşeke berfireh a bi balafirên şer destpê kiriye. Piştre bi bomberdûmana bi hawan û obusan dewam kiriye.

Di 18'ê Hezîranê de bomberdûman hat zêdekirin û saet dinavbera 10:00-12:00 de balafirên şer bombe li derdora gundên Qurmik, Henzê, Akro, Helezin, Zengasor, Xosor, Şaxur û Kort ên li herêmên Şehîd Serxwebûn û Şehîd Ferhat barandin. Li herêma Şehîd Serxwebûn, di nava yekîneyeke me û leşkerên xwe li herêmê veşartibûn de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de 5 gerîlayên me yên bi lehengî li ber xwe dan şehîd ketin.

Roja 20'ê Hezîranê, artêşa TC ji aliyê navçeyên Karaz, Hezro û Licê, dor li qada Şehîd Kendal girtin. Tevî yekîneyên taybet, JOH, POH, kontra û cerdevan jî tevlî vê dorpêçkirinê bûn. Êvara 20'ê Hezîranê, balafirên şer bombe li qada Sîsê barandin. Roja 23'ê Hezîranê jî, artêşa TC ji bejahiyê ve ketiye nava Helhel û gundên Licê, gule li wesayîtên sivîl ên li ser rê reşand. Roja 23'ê Hezîranê, hêzên dagirker ên TC dema dixwestin ji aliyê gundê Cinezor ve bikevin qada Sîsê, gerîlayên me derbên xurt li wan xistin. Di encama vê lêdanê de bi qasî ku bi çav hatiye dîtin, 2 leşker hatine kuştin. Her wiha yekîneyeke me ya gerîla jî xwe berdaye nava leşkeran û di encama lêdana li vir de leşkerek hatiye kuştin.

ÇALAKIYÊN GERÎLA

24'ê Hezîranê, gerîlayên me li vê derê çalakiyek li dijî hêzên dijmin pêk anîne û di encama derbên bi bandor de 4 leşker mirin e, 3 jî birîndar bûne. Piştî vê çalakiyê bi 3 helîkopterên Kobra û obusan li herêmê hatiye xistin. Heman rojê, li hemberî yekîneyeke leşkerî ya li derdora qada Sîsê di nava tevgerê de bû, gerîlayên me çalakî pêk anîn û leşkerek hat kuştin. Li vê derê 5 zincîrên BKC û gelek fîşekên kleşê hatin rakirin.

25'ê Hezîranê li nêzî gundê Cinezorê, gerîlayên me li hêzeke din a dijmin xistin. Kuştiyên dijmin ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin. Heman rojê li mintiqeya Ziyaretê ya Sîsê hêzên me li leşkeran xistin. Di lêdana li vir de 2 leşker hatin kuştin.

KUŞTIYÊN ARTÊŞÊ YÊN DI ÇALAKIYA SABOTAJÊ DE NEHAT ZELALKIRIN

25'ê Hezîranê, li navçeya Amed Licê, hêzên me li herêmeke di navbera gundên Horsel û Şaxur de li hemberî hêza operasyonê ya artêşa TC çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Ev çalakî li dijî leşkerên di nava tevgerê de bûn hat lidarxistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.

26'ê Hezîranê, hêzên me li dijî yekîneyên leşkerî yên li navbera gundên Helhel û Mîşrifê çalakî lidarxistin. Li vê derê 5 leşker hatin kuştin, 1 jê berbaz, yek jî çawişê pispor e.

Gerîlayên me roja 28'ê Hezîranê li hemberî leşkerên li derdora mintiqeya Kale ya Sîsê bi cih bûbûn, çalakiyeke berfireh pêk anîn. Di encamê de 3 leşker hatin kuştin. 30'ê Hezîranê di navbera leşkerên li qada Pêşî Kevir û gerîlayên me de şer derket. 2 leşker hatin kuştin. Di şerê li vir de 2 gerîlayên me şehîd ketin.

30'ê Hezîranê, ji bo bîranîna gerîlayên me yên şehîd ketine, li Geliyê Enyat ê qada Şehîd Kendal, li hemberî yekîneyên operasyonê çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de bi zelalî 8 leşker mirin, 10 leşker jî birîndar bûn.

LEŞKERAN SIVÎLÊ BI NAVÊ M. ŞÎRÎN KOCAKAYA QETIL KIRIN

Şêniyên gundê Mehlê li dijî zextên artêşa TC li ber xwe dan. Ji vî gelî welatparêzê me yê hêja Mehmet Şîrîn Kocakaya ji aliyê artêşa TC ve hat qetilkirin.

Di şerê vê operasyonê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin ji yekîneyên dagirker 28 kuştî û zêdeyî 10 birîndar çêbûne. Ji ber operasyonê zerar li dehl û rezê gundiyan bûye.

Di çalakî û şerê ji ber vê operasyonê de 7 gerîlayên me yên bi lehengî li ber xwe dan şehîd ketin. Ji gerîlayên me yên şehîd ketine, nasnameya hevalê me Agît Mardîn dema eşkere bû, wê bê ragihandin.

Di dema operasyonê de 2 hevalên me yên şervan dîl hatine girtin, şexsekî jî xwe teslîm kiriye.

Di çarçoveya vê operasyonê de, roja 2'ê Tîrmehê saet di 09:00 de bejahiya gundê Serêlata ya navçeya Çewlik Dara Hênê ji aliyê 4 helîkopteran ve hatiye bombekrin. Piştî ku helîkopterên Skorsky leşker danî herêmê, danê êvarê saet di navbera 17:00-19:00 de tevgereke zêde ya leşkerî rû da. Li ser rêya Serêlat, gerîlayên me li leşkeran xistin. Di encamê de leşkerek mir, leşkerek jî birîndar bû.

Roja 3'ê Tîrmehê, li pêşiya gundên Serêlata, Mixsan û Zekonî, yekîneyên artêşa TC kemîn danîn. Operasyona li vê herêmê roja 3'ê Tîrmehê qediya.

Agahiyên li ser hevalên em yên şehîd ketine, bi vî rengî ne:

Nasnav: Agir Amed
Nav paşnav: Ûgûr Baran
Cihê ji dayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Mensûre-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 18-30'ê Hezîrana 2016 / Amed

Nasnav: Agît Kahraman
Nav paşnav: Vedat Ûlûgana
Cihê ji dayikbûnê. Bedlîs
Dayik-Bav: Şongul-Aladdîn
Dem û cihê şehadetê: 18-30'ê Hezîrana 2016 / Amed

Nasnav: Masîro Yûnûs
Nav paşnav: Mervan Erdem
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Îpek-Necmettîn
Dem û cihê şehadetê: 18-30'ê Hezîrana 2016 / Amed

Nasnav: Şervan Penaber
Nav paşnav: Ridavn Ozer
Cihê ji dayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Azîze-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 18-30'ê Hezîrana 2016 / Amed

Nasnav: Zinar Firat
Nav paşnav: Bariş Coşkûn
Cihê ji dayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Mahîde-Sabrî
Dem û cihê şehadetê: 18-30'ê Hezîrana 2016 / Amed

Nasnav: Zinarîn Întikam
Nav paşnav: Gulen Yarici
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Atîde-Mehmet Alî
Dem û cihê şehadetê: 18-30'ê Hezîrana 2016 / Amed."

...