Li Qendîlê gel û gerîla cejn pîroz kirin
Li Qendîlê, gel û gerîla cejna Remezanê li hev pîroz kirin. Hevseroka KONGRA GEL Hacer Zagros di axaftina xwe ya li vir de got, "Ji bo siberoj û statuya Kurdan, yekane tişta pêwîst yekîtiya neteweyî ye."
Li Qendîlê, gel û gerîla cejna Remezanê li hev pîroz kirin. Hevseroka KONGRA GEL Hacer Zagros di axaftina xwe ya li vir de got, "Ji bo siberoj û statuya Kurdan, yekane tişta pêwîst yekîtiya neteweyî ye."
Li Qendîlê, gel û gerîla cejna Remezanê li hev pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de ji bo yekîtiya Kurdan û Kongreya Neteweyî bang hat kirin.
Gel û gerîlayên li Nûnertiya Tevgera Azadî li hev civiyan, bi konvoyekê berê xwe dan şehîdgeha li Qendîlê. Di vê serdana li şehîdgehê de Hevseroka KONGRA GEL Hacer Zagros axivî.
Zagros da xuyakirin, ku ew hêvîdar in cejn bibe wesîleya aştiyê û got, "Beriya her tiştî ez cejnê li Rêber Apo, gelê Kurd û şervanên azadiyê yên li eniya şer li ber xwe didin, pîroz dikim. Ez bawerim ev cejn, wê ji bo azadî û aştiya li Rojhilata Navîn û cîhanê, li dijî hêzên hegemonîk bibe cejna serketinê. Ez komkujiyên li Bexda û Hesekê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin kirin bi tundî şermezar dikim. Bila her kes zanibe, li dû rojên zehmet timî rojên xweş tên."
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Zagros banga xurtkirina têkoşînê kir; "Bi wesîleya vê rojê bang li hemû partiyên Kurd û rêxistinên civakî yên sivîl dikim. Ji bo siberoj û statuya Kurdan yekane tişta pêwîst; yekîneya neteweyî ye. Ji bilî yekîtiya neteweyî, ti alternatîfeke Kurdan nîne. Ji vê derê bang li tevahiya gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê û li deverên din dijî dikim; Ji bo azadiya Rêber Apo divê em hîn bêhtir çalakiyên siyasî lidarxistin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya Kurdan e, azadiya Rojhilata Navîn û hemû gelan e."
AZADIYA KURDAN BI YEKÎTIYÊ DIBE
Mihemed Osman jî li vir axivî û got, "Ji bo pîrozkirina cejna şehîdên ji bo gelê Kurd û Kurdistanê şehîd ketine em hatin vê derê. Jİ ber ku cejna şehîdan pîroz dikim, gelekî kêfxweşim. Ji ber ku wan ji bo me canê xwe feda kirin. Eger Kurd bibin yek, em ê gelekî kêfxweş bibin. Dijminên gelê Kurd timî weke hev in. Li dijî dijminan em banga yekîtiyê li gelê Kurd dikin. Dema partiyên Kurd nakokiyên xwe danîn aliyekî û li dijî dijminan bûn yek, hingî em ê azad bibin. Mafê dewleta Tirk a faşîst nîne, ku bi balafiran Qendîlê bombe bike û aramiya me têk bibe. Carna Îran, carna jî Iraqê bombe dikirin. Niha jî Tirkiye bombeyan dibarînine. Lê em ê ti carî cih û warên xwe neterikînin."
Ehmed Hesen jî nerazîbûn nîşanî bomberdûmana ji aliyê balafirên şer ên Tirk tê kirin da û got, "Gelê Kurd gelekî bi rûmet e. Ti carî ji têkoşîn û azadiya xwe venagere. Bombekirina gundan ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve ne ya qebûlkirinê ye. Çiqasî bombeyan dibarîn bila bibarînin, em ê vê derê ti carî neterikînin."
Piştî serdana şehîdgehê, welatî û gerîla yek bi yek li gundan geriyan û cejn pîroz kirin.