BI DÎMEN

'Geliyê Zîlan xelekek ji berxwedana Kurdistanê ye'

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Evîndar Ararat diyar kir, Geliyê Zîlan di dîroka Kurdistanê de xelekek ji berxwedanê ye û destnîşan kir, Kurdên Serhedî bi têkoşîna PKK'ê bersiv dan komkujiya li Zîlanê.

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Evîndar Ararat diyar kir, Geliyê Zîlan di dîroka Kurdistanê de xelekek ji berxwedanê ye û destnîşan kir, Kurdên Serhedî bi têkoşîna PKK'ê bersiv dan komkujiya li Zîlanê.

Ararat bi wesîleya salvegera komkujiya Zîlan ji ANF'ê re axivî û bibîr xist, ku di 12'ê Tîrmeha sala 1930 de, hêzên rejîma Tirk li Geliyê Zîlan 15 hezar sivîl qetil kirin.

Ararat di destpêka axaftina xwe de got, "Ez li pêşberî şehadeta gelê me yê welatparêz ê di vê komkujiyê de hat qetilkirin bi rêzdarî bejna xwe ditewînim" û soza dubare kir ku ew ê bîranînên wan li ser bingeha azadiya gelê Kurd bidin jiyîn.

Ararat destnîşan kir, bûyerên li Geliyê Zîlan qewimîn, bi Raperîna Agiriyê re sekna gelê Serhedê ya li dijî dewleta mêtînger bû, ku komkujî, teslîmgirtin û şikandina vînê li ser gelê Kurd ferz dikir. Ararat diyar kir, ev yek xelekek ji berxwedana Kurdistanê ye û ev nirxandin kir:

"Dewletê xwest, Raperîna Agiriyê ji holê rake, lewma bi armanca komkujiyê berê xwe da Geliyê Zîlan. Gelê Zîlan, mîna gelê Serhedê ji bo xwedîderketina li dîroka xwe, parastina nirxên çandî, zindîkirina hestên welatparêziyê û li dijî êrîşên mêtîngeriyê daxwaza nasname û azadiyê, seknek nîşan da. Dibe ku di dîrokê de weke komkujiyekê tê nivîsandin, bi hezaran sivîl, jin, zarok, extiyar, ciwan hatin qetilkirin. Weke rûreşiyekê di nava rûpelên dîrokê de cih girt. Lê belê di heman demê de ev kevneşopiyeke berxwedanê ye. Weke xelekek ji têkoşîna kevneşopiya berxwedana gelê Kurd rû daye. Divê bi vî rengî were bîranîn.

RUHÊ BERXWEDANÊ YÊ GELÊ ZÎLAN Û SERHEDÊ DI NAVA PKK'Ê DE ŞÊNBER BÛYE

Ararat da xuyakirin, ku gelê Serhedê bi taybetî jî jin û ciwanên Serhedê berxwedêr in, ruhê xwe yê welatparêziyê her tim zindî ye û got, "Ji ber vê yekê, yê di destpêkê de bi PKK'ê re bû yek, gelê Serhedê ye. Eger em bînin bîra xwe, yek ji civînên destpêkê yên Rêberê me li Serhedê hat lidarxistin. Li navçeya Bazîdê pêk hat."

'EM BI BERXWEDANÊ HENE Û BI BERXWEDANÊ EM Ê AZAD BIBIN'

Evîndar Ararat da zanîn, ruhê berxwedanê yê gelê Zîlan an jî Serhedê di nava PKK'ê de şênber bûye û mînakên kadroyên pêşeng Sema Yuce, Bedran Ozturk, Dr. Agît, Ahmet Kesîp da.

Ararat anî ziman, bi hezaran ciwanên Serhedî tevlî nava refên PKK'ê bûn û bi pratîka xwe bersiv dan komkujiyan. Ararat destnîşan kir, polîtîkayên qirkirinê yên rejîma mêtînger, sîstema dewletê ya Geliyê Zîlan bi ser neketiye.

Ararat da xuyakirin, ruhê berxwedanê yê bi hezaran mirovên li Geliyê Zîlan hatin qetilkirin îro bi pêşengiya PKK'ê li Licê, li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û çiyayên Kurdistanê dijî, tê jiyîn û got, "Kevneşopiya me kevneşopiya berxwedanê ye. Em bi berxwedanê hene û bi berxwedanê em ê azad bibin."

'ÊDÎ JI MIRIYÊ KURDAN JÎ DITIRSIN'

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Evîndar Ararat da zanîn, ku dewleta Tirk îro jî heman polîtîkayê dimeşîne û işaret bi hovîtiya desthilatdariya AKP'ê ya li Cizîr, Nisêbîn, Silopiya, Gever û herî dawî li Licê kir. 

Ararat ragihand, ev yek dewama polîtîkayên qirkirin, tinekirin û înkarê yên rejîma dewleta Tirk e û wiha dewam kir: "Bi êrîşeke topyekûn hewl tê dayîn gelê Kurd bê eciqandin. Lê belê gelê Kurd, ji Çiyageran heta Dayika Taybet, ji Sêvêyan heta Pakîze Nayiran, ji Mehmet Tûnçan heta Mehmet Yavûzeran, ji Asyayan heta Fatmayan, herî dawî jî di şexsê Hûrşît Kulter de ev yek bi zelalî dît û kevneşopiya berxwedanê didomîne. Li hemberî vê yekê, dewlet dev ji zîhniyeta xwe ya qetlîamker a li geliyê Zîlan, dev ji zîhniyeta xwe ya qirkirinê bernade. Nikare xwe li vê rabigire."

Ararat anî ziman, şewitandina daristanên Licê, şewitandin û bombekirinag undan, xerakirina Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê nîşaneyên vê xweranegirtinê ye û got, "Teşhîrkirina cenazeyên me, xerakirin û bombekirina şehîdgehên me nîşan didin ku ev nikarin xwe li miriyên me jî rabigirin. Dewleta Tirk berê digot, 'Kurdê herî baş, Kurdê mirî ye'. Niha ji miriyê Kurdan jî ditirse. Şikandina vînê, tesiyfe li aliyekî, êdî ji miriyan jî ditirse."

'MÎNA KU HÛRŞÎT KULTER GOT; EGER EM LI BER XWE BIDIN EM Ê AZAD BIBIN, EM LI BER XWE NEDIN, EM Ê BIMIRIN'

Evîndar Ararat bal kişand ser girîngiya mezinkirina berxwedanê kir û got, "Neçar e ev berxwedan li nava tevahiya gel belav bibe. Neçar e ev berxwedan biherike kolanan. Mîna ku Hûrşît Kulter got, 'Eger em li ber xwe bidin em ê azad bibin, em li ber xwe nedin em ê bimirin'. Dewleta Tirk, faşîzma AKP û Erdogan vê ferz dikin. Dibêje 'Ya hûn ê bimirin yan jî teslîm bibin'. Em ê ne teslîm bibin, ne jî bimirin. Em jiyaneke azad dixwazin. Jiyana azad jî bi rêxistinbûyîn, berxwedan û mezintkirina têkoşînê dibe."

'SEDEMA RAPERÎNA LI AGIRIYÊ, BERXWEDAN E'

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Evîndar Ararat da xuyakirin, ku divê gelê Serhedê pêşengiyê ji vê berxwedanê re bike û got, "Di deh mehên zivistanê yên berxwedana xwerêveberiyê de gelê Serhedê bi rola xwe ranebû, qels ma. Lewma niha bi polîtîkayên cuda hewl diding elê Serhedê bitepisînin. Lê belê gelê Serhedê xwedî ruhekî berxwedanê ye. Ruhê berxwedanê yê Geliyê Zîlan û Raperîna Agirî, yê Biroyê Haskî, Îhsan Nûrî Paşa, Sema Yuce, Hêlîn Berbang wê ji jin û ciwanên Kurd re bibin mînak û divê gelê Serhedê rêbazek dikare ji tevahiya Kurdistanê re bibe mînak, nîşan bide. Li hemberî van êrîşên qirkirinê dakeve qadan. Girîng e tevahiya gelê Kurd vê bike. Pêwîste gelê me yê li metropolan vê bike."

BANGA LI JIN Û CIWANAN

Ararat herî dawî bang li jin û ciwanên Kurd ên Serhedî kir ku tevlî nava refên YPS'ê bibin, berxwedana xweparastinê mezin bikin û rabin serhildanê. Ararat got, "Daxwaza mirovên me yên li Geliyê Zîlan hatin qetilkirin, ev e."