YPG'ê li ser êrîşên dawî yên çeteyan agahî da

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, li ser êrîşên çeteyan ên li hemberî Şêx Meqsûd, Efrîn, Eyn Îsa û Tişrînê agahî da.

YPG'ê diyar kir, di bersiva li hemberî êrîşa çeteyên koalîsyona Sûriyeyê de li taxa Şêx Meqsûd a Helebê 6 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ji çeteyên şeva 10'ê Tîrmehê êrîşî taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin 6 çete hatin kuştin.

YPG'ê diyar kir, heman rojê saet di navbera 18:00-20:00 de çeteyan top avêtine gundê Maranez ê ser bi navçeya Cindirêsê ya Efrînê.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Şeva 10'ê Tîrmehê, çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran ji çeperên xwe yên li Cerablûsa Jêrîn êrîşî bajarokê Şêxler ê li başûrrojavayê Kobanê kirin.

Çeteyan di heman rojê de bi çekên giran êrîş birin ser gundê Kadiriyê yê bi 23 kîlometreyan li başûrrojhilatê bendava Tişrînê ye.

Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya 8'ê Tîrmehê ya li hemberî gundê Sîgero yê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa, hêzên me lêgerîn li herêmê kirin. Di vî şerî de tevî cenazeyê serçeteyekî, kalaşkînovek, roketavêjek B7 û bêtêlek bi dest ketin."