Leşkeran ji cerdevanan re gotin: Çima hûn hîç namirin?
Fermandarê Tûgaya Artêşa Tirk a li navçeya Wan Erdîşê bi gotina "Hûn çima hîç namirin?" nerazîbûn nîşanî cerdevanan da û diyar kir, wê wezîfeyên krîtîk bidin wan.
Fermandarê Tûgaya Artêşa Tirk a li navçeya Wan Erdîşê bi gotina "Hûn çima hîç namirin?" nerazîbûn nîşanî cerdevanan da û diyar kir, wê wezîfeyên krîtîk bidin wan.
Bi mehên havînê re şer giran û liv û tevgera leşkerî ya li herêmê jî zêde bû. Li Wanê, pirsgirêka navbera cerdevanan û leşkerên Tirk, di dema dawî de mezin bû. Li navçeya Miksê, çekên 5 cerdevanên nexwestin bikevin şer hatin desteserkirin. Li Ebexê jî 11 cerdevanên li dijî fermana leşkeriyê ya girtina nobedê li cihê krîtîk derketin, îstifa kirin. Li Erdîşê jî cerdevan bi ya leşkeran nakin.
Beriya du hefteyan li Fermandariya Tûgaye civînek hat lidarxistin û ji cerdevanan hat xwestin li hin nuqteyan nobedê bigirin û tevlî operasyonan bibin.
'HÛN Ê JÎ BIMIRIN!'
Di civînê de ewilî hin dîmenên ku tê de îdîa dikin çalakiyên PKK'ê yên salên 1980 û 90'î yên li hemberî cerdevanan e, hat nîşandan. Piştre ji cerdevanan re qala kar û wezîfeyên wan ên dema pêş hat kirin. Piştî ku cerdevan li dijî fermanên nû derketin, Fermandarê Tûgayê gef li wan xwar û got, "Ewqasî şer diqewime; ewqas leşker û polîs şehîd dikevin. Lê hema bêjin ji we hîç kesek namire. Ji niha û pê ve hûn ê jî bi berpirsyarî rabin, eger pêwîstî pê hebe, mîna yên din hûn ê jî bimirin. Em mecbûr in ya ji me tê xwestin bikin. Lewma hûn mecbûr in wezîfeyên nû yên em bidin we bikin."
Hat hînbûn, hin cerdevan piştî civînê nîqaş kirine ku îstifa bikin.