Tûncel: Em ê ti carî destûrê nedim qeyûm

Hevseroka DBP'ê diyar kir, ew ê ti carî destûrê nedin qeyûm û destnîşan kir, gel wê hesab ji AKP/Qesrê bipirse.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel li salona civînê ya Şaredariya Êlihê beşdarî civîna gel bû. Tevî Tûncel, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê, Hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulîstan Akel, Hevserokên DBP'ê yên Bajar û Navçeyan û Parlamenterên HDP'ê yên Êlihê amade bûn.

BERXWEDANA 14'Ê TÎRMEHÊ

Tûncel di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana mezin a 14'ê Tîrmehê û got, "Li dijî bênasname, bêkesayetî hiştinê, di 14'ê Tîrmehê de dîrok hat nivîsandin. 14'ê Tîrmehê dîroka berxwedanê ye. Ez hemû kesên di berxwedana rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînim. Têkoşîna wan meşandin, îro li ser nafê mirovahiyê, li ser navê demokrasiyê gelek destketî afirandiye. Wan tiştek hînê mirovahiyê kirin. Em dibêjin, serî li ber faşîzmê nayê tewandin, ya bê kirin berxwedan e. Hevrêyên me niha vê kevneşopiyê li Sûr, Cizîr, Nsiêbîn, Gever, Şirnexê li her qadê dixin meriyetê."

'GEL WÊ DESTÛRÊ NEDE QEYÛM'

Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel gef û zextên li şaredariyan tê kirin bibîr xist û got, "Her roj li hemberî hevalên me operasyonên qirkirina siyasî dikin. Îro Hevşaredarên me yen Şemrexê ji aliyê dewletê ve ji wezîfeyê hat girtin. Hevşaredarên me yên Êlihê li wezîfeyê hatin dûrxistin. Tevî van hemûyan jî nikarîbûn pêşî li xizmetên şaredariyênme yên ji bo gel bigirin. Nekarîbûn pêşî li vîna gel bigirin. Niha jî nîqaşê li ser qeyûman dikin. Dibêjin 'em ê qeyûman wezîfedar bikin'. Wê qeyûm bê û Êlihê bi rê ve bibe. Gelo ev pêkan e? Tu yê rabe Hevşaredarên bi rêjeya ji sedî 70 a dengan hatine hilbijartin bi rengekî nehiqûqî ji wezîfeyê bigire, li şûna wan kesekî wezîfedar bike, pêşî li xizmetê bigire û dest deyne ser şaredariyên me. Gelo em ê destûrê bidin vê? Ev gel wê destûrê bide vê? Ev gel destûrê nade. Mesele ne hevşaredarên me, ne endamên me yên meclîsê ne. Mesele vîna gel e. Gel wê xwedî li vîna xwe derkeve. Destûrdayîna ji bo qeyûm tê wateya serîtewandina li ber faşîzmê. Destûrdayîna vê, tê wateya pêşîvekirina li çanda bîatê ya Erdogan. Em ê ti carî rê nedin vê yekê. Em ê nehêlin faşîzm li Kurdistanê serdest be. Li hemberî me mejiyekî welê heye, ku zarokên me yên hê ji dayik nebûne jî weke terorîst dibîne. Dibêjin 'şaredariyên me xizmetê dide terorîstan'. Mebesta wan ji terorîstan jî gelê Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Amedê ye. Tevahiya gelê Kurdistanê ye. Hewl didin pêşî li xizmetên me bigirin. Ji xwe di pratîkê de hin qeyûm li şaredariyên me bicihkirine. Kirine ku hin şaredariyên me nikaribin bixebitin. Em dipirsin. Pereyê hûn didin Şaredariya Stenbolê, Şaredariya Stenbolê çi pê dike? Melîh Gokçek çi pê dike? Bila mufetîş rojekê biçin li wê derê nelirêtiyê, bêhiqûqiyê lêkolîn bikin."

Tûncel destnîşan kir ku ji bilî mezinkirina têkoşîna li dijî faşîzmê ti şensê wan nîne û ew ê têkoşîna xwe xurtir bikin.