Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku îro li dijî komek leşkerên navbera girên Şehîd Zerdeşt û Şehîd Rahîme yên girêdayî Oremarê, gerîlayan çalakî li dar xistine. HPG’ê destnîşan kir ku di çalakiyê de ku bi çekên giran hate lidarxistin, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye zelalkirin, wiha domand: “10’ê Tîrmehê saet 11.00-12.00’an hêzên gerîlayên me mabeyna gundên Şîrînus û Dêrebanê de li dijî konvoyeke ku ber bi qereqola Bezelê ya li qada Şemzînanê diçû çalakî li dar xist. Di çalakiya sabotajê de wesayîta zirxî ya Kobra hate hedefkirin. Ev wesayît hate rûxandin û 9 leşker hatin kuştin.
Ev çalakî ji bo bîranîna 8 gerîlayên me yên ku 23’yê Gulanê navbera gundên Zêvkan û Kertiniz ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê şehîd ketin û ciwanê bi navê Samî Kaplan ê ku dimin li gundê Bêmbo yê Şemzînanê qetil kir, hatiye lidarxistin. Piştî çalakiyê, artêşa TC li qadê operasyon da destpêkirin.
14’ê Tîrmehê saet 07.00-08.00’an li dijî leşkerên ku navbera girên Şehîd Zerdeşt û Şehît Rahîme yên li qada Oremarê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê, hêzên gerîlayên me bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Li vir hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC qad ketober da ber çekên giran û agir bi eraziyê girt.
WESAYÎTA JI QEREQOLÊ RE BAR DIBIR HATE DESTESERKIRIN
13’ê Tîrmehê saet 11.00’an hêzên gerîlayên me dest danîne ser wesayîteke ku ji qereqola Şamanis a girêdayî navçeya Gurpinar a Wanê re malzeme dibir. Ajokarê wesayîtê ji aliyê hêzên me hatiye hişyarkirin û berdan.
WESAYÎTA JI QEREQOLÊ RE XUREK DIBIR HATE ŞEWITANDIN
12’ê Tîrmehê saet 12.00’an hêzên me wesayîteke ku ji qereqola Beyazçeşme ya girêdayî navçeya Pîran a Amedê re xurek dibir şewitandine.
JI GERÎLAYÊN YJA STARÊ ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ
13’ê Tîrmehê saet 16.45’an hêzên me yên YJA Starê li dijî qereqola Gas a girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlikê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin. Her wiha, hêzên me qereqol dan ber çekên navîn.
13’ê Tîrmehê saet 05.00’an artêşa TC li nêzî gundên Selpane, Spandika, Dirişkê , Dêravutê yên li qada Mişarê ya li derdora çiyayê Gabar ê girêdayî Şirnexê kemînan datîne. Kemîndanîn heman rojê heta saetên êvarî dewam kirin. Her wiha artêşa TC li eraziyê kamera bi cih kirin û yekîneyên veşartî bi cih dikin.”