'Em dikarin tecrîda li ser Ocalan rakin'
Endama Heyeta Îmraliyê parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir, divê ev tecrîd derhal bê rakirin.
Endama Heyeta Îmraliyê parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir, divê ev tecrîd derhal bê rakirin.
Endama Heyeta Îmraliyê parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir, divê ev tecrîd derhal bê rakirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikare parêzerên xwe bibîne û ji Cotmeha 2014'an û vir ve jî nikare bi malbata xwe re rûnê. Herî dawî di 5'ê Nîsana 2015'an de Heyeta Îmraliyê hevdîtin pê re kir, lê ji hingî ve ti agahî jê nayê girtin. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan, tecrîda şidandî ji ANF'ê re nirxand.
Bûldan da xuyakirin, ku tecrîda li ser Ocalan ji roja anîna Tirkiyeyê û vir ve dewam dike û destnîşan kir, bi vê tecrîda şidandî tê xwestin, têkiliya Ocalan a bi gelê Kurd re bê birîn. Bûldan got, "Di vê dema ku pêkanînên rewşa awarte di bin navê 'qedexeya derketina derve' de tên meşandin, komkujî tên kirin û malên Kurdan tên şewitandin de, hevdîtina Birêz Ocalan bi malbatê, bi parêzeran û bi heyetên siyasî re tên astengkirin. Ev yek tê wê wateyê, ku ji mesajên Birêz Ocalan ên siyasî ditirsin."
'BI TI AWAYÎ AGAHÎ JI OCALAN NAYÊ GIRTIN'
Bûldan bal kişand ser bandora Ocalan a li ser gelê Kurd û anî ziman, vîna siyasî ya li pêşberî wan, ji vê rastiyê ditirse û xwe jê vedigere. Bûldan got, "Bi taybetî di dema grevên birçîbûnê de em dît, bi mesajeke Birêz Ocalan grevên birçîbûnê qediyan. Her wiha, şerê di demên cuda de diqewimî, bi mesajên Birêz Ocalan digihaşt hin nuqteyan." Bûldan destnîşan kir, ku desthilatdariya AKP'ê li hemberî vê rol û bandora Ocalan, hevdîtinên pê re asteng dike û tecrîdê dişidîne. Bûldan got, "Ne bi tenê hevdîtinên bi me re, malbat û parêzeran re. Bi dîtina min, dewlet jî Bbi Birêz Ocalan re hevdîtinê nake. Ne bawerim hevdîtinek hebe. Naxwe, wê bi rê û rêbazekê, gotin û mesajên wî bigihaşta raya giştî. Niha bi ti awayî agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin."
'CPT HÊ TI DAXUYANî NEDAYE'
Bûldan da xuyakirin, weke HDP ew tecrîda li ser Ocalan bi ti awayî qebûl nakin û ji bo rakirina tecrîdê wan car carna hevdîtin krin. Bûldan bang li rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk û alîgirên aştiyê kir, ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bikevin nava hewldanan. Bûldan bal kişand ser hevdîtina dawî ya heyeta CPT bi Ocalan re kir û anî ziman, der barê naveorka hevdîtinê de heta niha ji CPT ti daxuyanî nehatiye dayîn.
'EM Ê BI CPT RE HEVDÎTINÊ BIKIN'
Pervîn Bûldan diyar kir, divê CPT bi taybetî li ser şert û mercên ewlekarî û tenduristiyê yên Ocalan de agahiyan bide raya giştî û ragihand, ew li bendê ne CPT di vê mijarê de di dema herî nêz de daxuyaniyekê bide. Bûldan got, "Eger ji CPT ti daxuyanî neyê dayîn, pêkane weke partî em bi rê û rêbazên cuda hewl bidin xwe bigihînin daxuyaniya CPT. Dibe ku weke heyetê em bi CPT re hevdîtinê bikin. Bi vî rengî hewl bidin hin tiştan hîn bibin. Hewldanên ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan her tim di rojeva me de ye."
'DIVÊ EM ZEXTÊ LI DEWLETA TIRK BIKIN'
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan careke din bibîr xist, ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û got, divê tecrîda li ser Ocalan derhal were rakirin. Bûldan bal kişand ser girîngiya tenduristî, ewlekarî û azadiya Ocalan û wiha dewam kir: "Pêwîste demek ji ya din zûtir karibe parêzer, malbat û heyetên siyasî re hevdîtinê bike û di vî warî de dewlet û hikûmet gavê bavêje. Bêguman ne tenê rayedarên hikûmet û dewletê, di vê raya giştî jî di vî warî de bi berpirsyarî tevbigere. Rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, her kesên bi hewldanên Birêz Ocalan dizanin, yanî hemû alîgirên aştiyê Pêwîste ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz ocalan zextê li dewlet û hikûmetê bikin. Ancax bi vî rengî em ê karibin tecrîdê bidin rakin."