Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Gucîn hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahmût Gucîn li Çewlikê bi merasîmekê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahmût Gucîn li Çewlikê bi merasîmekê hat veşartin.
Ji 4 gerîlayên HPG'ê yên roja 10'ê Tîrmehê li taxa Berçem a navçeya Mêrdîn Qoserê di şer de jiyana xwe ji dest dan cenazeyê Mahmût Gucîn (Vorin Çêwlîg) piştî ku hat teşxîskirin, ji aliyê malbatê û rêveberên MEYADER'ê ve hat girtin. Cenaze anîn Çewlikê.
Darbesta cenazeyê Gucîn li pêşiya navçeya Dara Hênê hat pêşwazîkirin û ji bo veşartinê birin gundê Madrakê. Li dû bicihanîna wecîbeyên olî li mizgefta gund, girseya gel a ji sedan kesî pêk dihat darbesta cenazeyê Gucîn hilgirt ser milan û bir goristana gund. Li vê derê li ber duayan hat veşartin.
Piştî merasîmê, li gund konê sersaxiyê hat vedan.