Li Şemzînan, Çelê, Şirnex, Amed û Wanê çalakiyên gerîla
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê encamên çalakiyên gerîla yên li gelek herêmên Kurdistanê eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, li Şemzînan, Çelê, Amed, Şirnex û Wanê derbên giran li artêşa Tirk hatin xistin.
ANF
BEHDÎNAN
duşem, 11 tîrmehê 2016, 14:53
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê encamên çalakiyên gerîla yên li gelek herêmên Kurdistanê eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, li Şemzînan, Çelê, Amed, Şirnex û Wanê derbên giran li artêşa Tirk hatin xistin.
Di daxuyaniyê de nasnameyên 7 gerîlayên li Elkê û Wanê jiyana xwe ji dest dan hatin eşkerekirin.
LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKIYA JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN LICÊ
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Roja 10'ê Tîrmehê saet di 18:50 de, hêzên me ji 3 baskan ve bi çekên sûîqestê li Qereqola navçeya Şemzînanê dan. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin. Piştî vê çalakiyê Tûgaya Şemzînanê û Qereqola Radyolîk gule li derdora xwe reşandin. Helîkopterên bi tîpa Skorsky jî mirî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me yên li Licê şehîd ketin, hat lidarxistin.
ÇALAKIYA LI DIJÎ TÛGAYA ÇELÊ
Hêzên me di 9'ê Tîrmehê saet di 18:00 de, bi çekên giran li Fermandariya Tûgayê a li navçeya Colemêrg Çelê xistin. Di vê çalakiyê de bi topên hawanê li komek leşkerên li hewşa tûgayê bûn hat xistin. Her wiha gelek guleyên hawanê li nîzamiye, lojman û avahiyên tûgayê ketin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Bi 7 ambûlansan mirî û birîndar ji cihê bûyerê hatin rakirin.
LEŞKERAN SIVÎL QETIL KIRIN
Di dema çalakiyê de, wesayîteke sivîl a ji ber tûgayê derbas dibû, bû hedefa guleya leşkeran. Ji ber vê gulereşandina leşkeran 2 sivîlên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn. Ji ber guleyên leşkeran ên li pêşberî çalakiyên zêde tirs û xof ketine dilê wan, welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.
ÇALAKÎ ZÊDE DIBIN
8'ê Tîrmehê saet di navbera 13:00-14:00 de hêzên me li hemberî xeta elektrîkê ya navbera Qereqola Kaymakam Çeşme û Tûgaya Şirnexê, çalakiyeke sabotajê pêk anîn û di encamê de ev xet hat rûxandin.
10'ê Tîrmehê saet di 15:00 de, hêzên me li ser rêya navçeyên Amed Pasûr û Farqînê kontrola rê û nasnameyan kirin. Piştî çalakiyê artêşa TC hawan avêt herêmê. Ji ber vê bomberdûmanê li herêmê şewat derket.
Di navbera 4-5'ê Tîrmehê de balafirên şer ên artêşa TC bombe li herêma navbera gundên Germaw û Geznex ên navçeya Şirnex Elkê barandin. Li vê herêmê di navbera leşkerên derketin operasyonê û gerîlayên me de şer derket. Di şer û êrîşa hewayî de 5 gerîlayên me jiyana xwe ji dest dan.
Hevrêyên me Yilmaz, Rojîn, Hêvî, Jînda û Gulbahar ên ji Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên têkoşînê bûn, bi lehengî li dijî dagirkeriyê sekinînin û tevlî karwanê şehîdan bû.
Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd ketine bi vî rengî ne:
Nasnav: Gulbahar Demhat
Nav paşnav: Evîn Karaçelîk
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Asiye-Sadûllah
Dem û cihê şehadetê: 4-5'ê Tîrmeha 2016 / Şirnex
Nasnav: Hêvî Havîn
Nav paşnav: Leyla Okalin
Cihê ji dayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Şukriye-Nîmetûllah
Dem û cihê şehadetê: 4-5'ê Tîrmeha 2016 / Şirnex
Nasnav: Yilmaz Saske
Nav paşnav: Hakan Şemo
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hanîfe-Hamît
Dem û cihê şehadetê: 4-5'ê Tîrmeha 2016 / Şirnex
Nasnav: Rojîn Xizirî
Nav paşnav: Ayşe Xizirî
Cihê ji dayikbûnê: Xoy
Dayik-Bav: Sara-Adil
Dem û cihê şehadetê: 4-5'ê Tîrmeha 2016 / Şirnex
Nasnav: Jînda Amargî
Nav paşnav: Hatîce Kanat
Cihê ji dayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Mercan-Yaşar Nûrî
Dem û cihê şehadetê: 4-5'ê Tîrmeha 2016 / Şirnex
LI WANÊ ÇALAKÎ
Roja 8'ê Tîrmehê saet di 18:00 de, li herêma navbera qereqolên Bableşîn û Albayrak ên navçeya Wan Elbakê, di navbera yekîneyeke me ya amadekariya çalakiyê dikir û leşkerên derketibûn operasyonê de şer derket. Di vî şerî de 2 hevalên me şehîd ketin.
Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd ketine:
Nasnav: Bêrîtan Koçer
Nav paşnav: Bêrîtan Çetînkaya
Cihê ji dayikbûnê: SAêrt
Dayik-Bav: Ayşe-Abîdî
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2016 / Wan
Nasnav: Dilşad Tolhildan
Nav paşnav: Serdar Acar
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Asiye-Nûrî
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2016 / Wan
Şeva 10'ê Tîrmehê saet di 01:30 de, kesekî ku timî erzaq dibir ji leşkerên li qereqola li gundê Xaçkan a li herêma Masîro ya Wanê, tevî hemû hişyariyan jî dest ji vî karî berneda û di hişyariya dawî de rêbaza birîndarkirinê hat bikaranîn."