BI DÎMEN

'14'ê Tîrmehê nûjenbûna gelê Kurd e'

Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi wesîleya salvegera rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê ji ajansa me re axivîn.

Di 14'ê Tîrmeha sala 1982'an de li zindana Amedê, pêşengên PKK'ê Kemal Pîr, M. Xeyrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz li hember kiryarên rejîma dewleta tirk dest bi rojiya mirinê ya mezin kiribûn û her çar pêşengên PKK'ê di vê çalakiya mezin de jiyana xwe ji dest dabûn.  

Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi wesîleya salvegera rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê ji ajansa me re axivîn. Gerîlayan diyar kirin, ku ruhê 14'ê Tîrmehê di têkoşîna gelê Kurd a roja îro de dijî.

Ji gerîlayan Firat Harûn diyar kir, ku ruhê 14'ê Tîrmehê li her çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe dide. Harûn got; "Di 14'ê Tîrmeha sala 1982'an de berxwedana ku ji aliyê Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek, M. Xeyrî Dûrmûş ve hat destpê kirin, di roja îro de jî didome. Ev ruh îro jî li her çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe dide. Ev berxwedana ku ji aliyê van hevalan ve hat destpêkirin, li hember zilm û zordariya ku bi hezaran salan hatibû despê kirin. 14'ê Tîrmehê ji ber vê jî nûjenbûna gelê Kurd e. Di 14'ê Tîrmehê de nûjenbûna gelê Kurd destpê kir û heya roja me ya îro jî didome. Eger roja îro li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedanek hebe ev jî ruhê 14'ê Tîrmehê ye. Ruhê Kemal Pîr, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz û Hayrî Dûrmûş e. Ev ruh e li ber xwe dide. Eger di roja îro de li hemberî hêzên faşîst, li hemberî çekên giran berxwedaneke bêhemap ya bi keviran tê meşandin, ev yek ruhê 14'ê Tîrmehê ye. Weke gerîla em ê jî bersivê bidin hêviya gelê xwe. Em ê bi vî ruhî tekoşîna xwe bimeşînin. Îro jî li Bakur û Rojava gelê me li hember hemû teknîkên dijmin li ber xwe dide û têdikoşe. Ev ruh ruhê Kemal û Xeyriyan e. Ji ber vê em dibêjin 14'ê Tîrmehê nûjenbûna gelê Kurd e."

Gerîla Zamanî Garzan jî dibêje ku heya êrîşên dijmin hebin wê ruhê 14'ê Tîrmehê jî hebe û wiha dewam dike: "Îro 14'ê Tîrmehê salvegera berxwedana mezin a zîndanê ye. Di 14'ê Tîrmeha 82'an de li hember hemû êrîş û hewldanên dijmin ên ji bo teslîmkariyê, li hember vê nîşaneya berxwedanê ye. Di roja îro jî em jî wek gerîla temsîliyeta vî ruhî dikin. Dijminê faşîst, êrîşeke giran dibe ser feraseta azadiyê. Bi hemû şêwazan êrîş dike. Hemû amûrên xwe yên teknîkî li hember hemû gelan û Kurdan pêk tîne. Lê ruhê 14'ê Tîrmehê ewqas mezine ku di roja îro jî didome. Taybetmendiyek wisa ya 14'ê Tîrmehê heye. 14'ê Tîrmehê di roja îro bi taybetî li Bakurê Kurdistanê didome. Heya ku êrîşên dijmin hebin wê ruhê 14'ê Tîrmehê jî bidome û wek gerîlayên Kurdistanê jî em ê her xwedî vî ruhî bin.

Herî dawî gerîlayê bi navê Cîlo Goyî  diyar kir, ku ruhê 14'ê Tîrmehê li Sûr, Nisêbîn û Cizîrê xwe daye der û got, "Ev berxwedana ku hatiye meşandin, di roja îro jî di pêşengiya xweseriya demokratîk de tê meşandin. Ev berxwedana ku ji aliyê ciwanên Kurd û gelê Kurd ve tê meşandin bi ruhê Kemalan, Xeyriyan, Alî Çîçek û M. Xeyrî Dûrmûşan tê meşandin. Ruhê zîndana Amedê li Sûr, Nisêbîn, Cizîrê û qadên berxwedana xweseriya demokratîk dijî."