Li Giyadîn û Kanîreşê 26 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Agirî Giyadînê, di operasyonên qirkirina siyasî de 25 kes hatin binçavkirin. Li Navçeya Kanîreş a Çewlikê jî Hevserokê DBP'ê yê navçeyê hat binçavkirin.
Li navçeya Agirî Giyadînê, di operasyonên qirkirina siyasî de 25 kes hatin binçavkirin. Li Navçeya Kanîreş a Çewlikê jî Hevserokê DBP'ê yê navçeyê hat binçavkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de li navçeya Giyadîn a Agiriyê, danê sibehê Berdevkê Hevşaredarên Navçeyê Mûstafa Alpaslan, SerokêKoperatîfa Dikandaran Nûrî Ozden û endamên Şaredariyê jî navê de, 25 kes hatin binçavkirin.
Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Mûstafa Alpaslan, Abîdîn Bozkûrt, Nûrî Ozden, Husnu Ozden, Mehmet Ozden, Siddik Yenîgun, Orhan Tûnç, Mesût Aslan, Ahmet Îdaci, Tahîr Aslan, Cengîz Aslan, Hetem Zorbay, Mehmet Ozden, keyayê gundê Dawid Yasîn Çelîk û Nezîr Bûdak, Sevgî Îlboga, Farûk Yildiz.
HEVSEROKÊ DBP'Ê YÊ KANÎREŞÊ HAT BINÇAVKIRIN
Di vê navberê de, Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Kanîreş a Çewlikê Halîl Kala li sûkê ji aliyê leşkerên Tirk ve hat binçavkirin. Li ser sedema binçavkirina Kala agahî nehat bidestxistin. Kala birin Qereqola Jendermeyan a Navçeyê.