YPS: Cebilxaneya baskê 7. ê artêşê hat teqandin

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin, ku roja 10'ê Tîrmehê li hemberî baskê 7. ê artêşa Tirk bi çekên giran çalakî hatiye lidarxistin û depoya cebilxaneyan di encama derba roketan de teqiya ye.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, şeva 10'ê Tîrmehê saet di navbera 00:30-01:00 de li hemberî navenda çeteyên AKP/Qesrê ya li baskê 7. ê artêşê yê li Wanê, yekîneyên wan bi çekên giran çalakiyek pêk anîne. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê çalakiyê de roket li depoya cebilxaneya baskê 7. ê artêşê ketin û di encamê de depoya ji cebilxaneyan teqiya. Hejmara mirî û birîndarên li vê derê nehat zelalkirin.

Roja 11'ê Tîrmehê saet di navbera 13:00-14:00 de, çeteyên Qesrê li taxa Xaçortê operasyonek dan destpêkirin. Li vê derê, di navbera yekîneyên me û çeteyên qesrê de şer derket. Hejmara miriyên çeteyên qesrê nehat zelalkirin. Di vî şerî de endamekî me şehîd ket.

Li vê taxa şer lê qewimî, gel li hev civiya û li hemberî çeteyan li ber xwe da. Çeteyan êrîşî gelê berxwedêr kirin. Di encama berxwedana gel de, çeteyan xwe bi qedemeyekê vekişandin. Endamê me yê şehîd ket, bi alê hat pêçandin."

YPS'ê diyar kir, şervanê wan ê şehîd ketiye Sarîna ye, ku li Marînosê ji dayik bûye.