Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Rûa hate veşartin

Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Kader Rûa (Avaşîn Êriş) ku li navçeya Şaxê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li Taxa Suphanê bi tilîliyan ve hate oxirkirin.

Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Kader Rûa (Avaşîn Êriş) ku li navçeya Şaxê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li Taxa Suphanê bi tilîliyan ve hate oxirkirin.

Li navçeya Şaxê ya Wanê di 28'ê Hezîranê de şer derketibû. Di vî şerî de gerîlaya HPG’ê Kader Rûa (Avaşîn Êrîş), jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê piştî cenazeyê Rûa wergirt li Goristana Suphanê bi merasimek mezin defin kir. Di merasima cenaze de rêveberên HDP, DBP, MEYA-DER û gelek welatî amade bûn. Girsê darbesta Rûa bi rengê kesk, sor û zer pêça. Polîsan goristan dorpêç kirin û bombeyên gazê avêtin girseyê. Girseyê tevî hemû hewldanên polîsan jî cenazeyê Rûa defin kir, li ser goristanê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin û bê navber dirûşmên ‘Şehid namirin’ berz kirin. Di merasimê de Hevseroka MEYA-DER'ê Neriman Ûrar, diyar kir ku Şehid Avşîn li dijî zilm û zordariya dewletê ya li ser gelê Kurdistanê têkoşîya.

Bavê Rûa Abdurrahman Rûa jî axivî û wiha got: "Berî her tiştî bila serê Birêz Abdullah Ocalan û gerîlayên PKK'ê sax be, serê hemû gelê Kurd sax be. Ew şehîdê hemû gelê Kurd e."

Piştî axaftinan girse bi silogan, sirûd û tilîliyan ji goristanê belav bûn.